bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 22
Revelation 22
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 21
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
1
Û wî, çemê ava jiyanê ya ji texta Xwedê û Berxikê ve derdikeve û mîna billûrê zelal e, nîşanî min da.
2
Û li her du aliyan di navbera rêya wê û çem de darê jiyanê ya her meh donzdeh tewr mêwan dide hebû û pelên darê bona şîfaya neteweyan in.
3
Û êdî dê tu naletek nebe û texta Xwedê û Berxikê dê di nava wê de be û dê qûlên wî ji wî re xizmetê bikin
4
û ew dê wecê wî bibînin û navê wî li ser eniya wan be.
5
Û êdî dê şev çênebe û dê ne ji ronahiya çirayê û ne ji ronahiya rojê ve hewcetiya wan namîne; ji ber ku Xudan, Xwedê ji wan re bibe ronahî û ew dê bi abadîna abadînan ve serweriyê bajon.
6
Û wî ji min re got: Ev gotinan ewledar û rast in û Xudanê, Xwedayê ruhên peyxamberan e, bona ku bûyerên di dema kurt de hewceye bibin nîşanî qûlên xwe bide, milyaketê xwe şand.
7
Û a vay, ez zû têm! Xwezî li yê ku bi gotinên peyxamberî yên vê kitêba digire re be!
8
Û yê ku van tiştana bihîstine û dîtine ez, Yûhena me. Û dema van tiştan bihîstim û dîtim, bona ku li ber lingên milyaketê ku van tiştan nîşanî min dane secde bikim, xwe avêtim xwarê.
9
Û wî ji min re got: Tu carî meke! Ji ber ku ez rêhevalê te yê xulam û yê birayê te peyxamberan û yên ku bi gotinên vê kitêba digirin im; ji Xwedê re secde bike!
10
Û wî ji min re got: Gotinên peyxamberî yê vê kitêbê bi mohr meke; ji ber ku dem nêzîk e!
11
Yê ku xerabiyê dike, bila dîsa xerabiyê bike û yê ku mindar e, bila xwe dîsa mindar bike û yê ku rast e, bila dîsa rastiyê bike û yê ku pîroz e, bila dîsa pîroz bibe!
12
A vay, ez zû têm û ji her kesî re, li gora mîna ku karên wan e, xelata min di destê min de ye.
13
Alfa û Omega, yê yekemîn û dawîn, yê destpêk û dawî ez im.
14
Xwezî ji kesên qeftanên xwe dişon û bi vî awayî heqê ji dara jiyanê xwarinê ve qezenc dikin û ji deriyan ve derbas dibin û dikevin bajarê re!
15
Kûçik û sêrbaz û zînekar û mêrkuj û pûtperest û her kesên ku ji derewan hez dikin û dikin, li derve ne.
16
Ez Îsa; bona Dêran, bona ku ji we re ji van tiştan re şahdeyiyê bike, milyaketê xwe şandim. Ez reh û nîjada Dawid û sitêrka sibehê ya dibiriqe me.
17
Û Ruh û Bûk dibêjin: Were! Û bila yê bibihîze, bêje: Were! Û bila yê tî bûye were û yê bixwaze, bila ji ava jiyanê ve bê berdêl bistîne!
18
Ez şahdeyiyê ji her kesê ku gotinên peyxambertiyê yên vê kitêbê bihîstine re dikim: Ger kesek tiştekî tevî vana bike, dê Xwedê asîwên di vê kitêbê de nivîsandîne, tevî wî bike
19
û ger kesek tiştekî ji gotinên vê kitêba peyxambertiyê ve derxîne, dê Xwedê ji dara jiyanê û ji bajarê pîroz yên ku di vê kitêbê de nivîsandîne ve, para wî derxîne.
20
Yê ku ji van tiştan re şahdeyiyê dike, dibêje: Belê, ez zû têm! Amîn! Were, ya Xudan Îsa!
21
Bila xêra Xudan Îsa Mesîh, bi hemû pîrozan re be! Amîn.
← Chapter 21
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22