bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 9
Revelation 9
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 10 →
1
Û milyaketê pêncemîn li borîjenê xist û min sitêrkek ji ezman ve ketiye erdê dît û qufleya bîra ku dadikeve kûritiyên bêbinî ji wî re hate dayîn.
2
Û wî bîra kûritiyên bêbinî vekir, ji bîrê ve dûhekî mîna dûhê ocaxekî mezin derket û ji dûhê bîrê, roj û hewa tarî bûn.
3
Û ji nava dûhê ve, kulî derketin rûyê erdê; hêzekî mîna dûpişkên rûyê erdê ji vana re hate dayîn.
4
Û ji wan re hate gotin ku, bila ne gîhayê erdê, ne tiştekî hêşîn û ne jî darekî, lê xesarê bidin mirovên di eniya wan de mohra Xwedê nîne.
5
Û destûra ne bona ku wan bikujin, lê pênc meh tahdê li wan bikin, ji wan re hate dayîn. Û lêdana wan, mîna êşa, dema dûpişkek bi mirov ve vede dide bû.
6
Û di wan rojan de dê mirov li mirinê ve bigerin û dê wê nebînin û ew ê bêriya mirinê bikin û dê mirin ji wan ve bireve.
7
Û şiklên kuliyan, mîna hespên ji cengê re hatine amade kirin bûn û li ser serê wan tacên wekî zêrînî bin hebûn û wecê wan mîna wecê mirovan bû.
8
Û mîna porên pîreka porên wan hebûn û diranên wan mîna diranê şêran bûn.
9
Û zirxên wan, zirxên mîna ji hesin ve hebûn û dengê bazikên wan mîna dengê gellek erebeyên hespan, yên ku dibezin şer bû.
10
Û terî û derziyên wanî mîna yê dûpişkane hebûn û bi teriyên xwe xwediyê hêza ku dikarin pênc mehî xesarê bidin mirovan bûn.
11
Û li serê wan, bi qiralbûnê milyaketê kûritiyên bêbinî hebû; navê wî bi Îbranîtî Abadon û bi Grekî Apolyon e.
12
Wey a yekemîn derbas bû, a vay, li pey vêya hîn du weyên din tên!
13
Û milyaketê şeşemîn li borîjenê xist û min ji çar qiloçên pêşkêşgeha zêrînî, ya ku li ber Xwedê ye dengekî bihîst;
14
ji milyaketê şeşemîn ya borîjen di destê wî de ye re got: Çar milyaketên li cem çemê Ferata mezin ve girêdayîne veke!
15
Û çar milyaketên bitûmî bona wê saetê û wê rojê û wê mehê û wê salê amade têne sekinandin, bona ku ji sisêyan yekê mirovan bikujin, hatin vekirin.
16
Û hejmara artêşên siwaran, du carî deh hezar carî deh hezar bûn, min hejmara wan bihîst.
17
Û bi vî awayî di xewn û xeyalê de, hespan û yên ku li wan siwar bûne, zirxên wanî mîna ji agir, yaqûtê mor û kewkurdê ve hebûn, dîtim; serê hespan mîna serê şêran bû û ji devê wan agir û dûh û kewkurd derdiketin.
18
Ji sisiyê yekê mirovan, ji ber agir û dûh û kewkurda ku ji devê vana derdiketin, ji van sê asîwan ve hatin kuştin.
19
Ji ber ku hêza hespan di dev û teriyê wan de ye û serê teriyên wanî mîna mara ye hene û bi vana ve xesarê didin.
20
Û mayiyên mirovên ku bi van asîwan ve nehatine kuştin bona ku ji cinan re û ji pûtên darinî, zêr û zîv û tûnc û kevir in û nabînin, nabihîzin û nameşin re secde nekin, ji karên destên xwe ve tobe nekirin.
21
Û ji qesasiyên xwe û sêrbaziyên xwe û ji zîna û dizî kirinên xwe tobe nekirin.
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22