bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 12
Revelation 12
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 13 →
1
Û li ezman ve nîşanek mezin xuya bû: Pîrekek bi rojê ve pêçayiye û di binya lingên wê de heyv û li serê wê tacek ji donzdeh stêrkî ye hebû.
2
Û ew bi ducanî bû û di nava janên zayinê de vedigevizî û diqêriya.
3
Û li ezman, nîşanek din xuya bû: Û a vay, bi heft serî û bi deh qiloçî û di ser seriyên wî de heft tac hebûn, ejderhayek mezin û sor hebû.
4
Û teriya wî ji sisêyan yekê sitêrkên ezmanan kaş dikir û wan avêt rûyê erdê. Û ejderha li ber pîreka ku li ber welidandinê ye, bona ku dema biwelidîne zarokê wê daqurtîne disekinî.
5
Û wê lawekî, zarokekî mêr, yê ku dê hemû netewan bi darekî hesinî ve bajo anî dinê û zarokê wê hate girtin û birin cem Xwedê û cem texta wî.
6
Û pîrek reviya çolê, li wir, bona ku hezar û du sed û şêst rojî li wê derê bête xwedî kirin, cîhekî wê, yê ji aliyê Xwedê ve hatiye amade kirin heye.
7
Û li ezman şer çêbû: Mikaîl û milyaketên xwe, li dijî ejderha ve şer kirin. Û ejderha, bi milyaketên xwe ve li dijberî wan şer kirin,
8
lê belê ew serfiraz nebûn û cîhên wanî li ezman êdî nehat dîtin.
9
Û ejderhayê mezin, ew marê kevn ku hemûya dinê ji rê ve derdixist, yê bi navê Îblîs an jî Şeytan ve tê binav kirin û bi milyaketê xwe ve bi rûyê erdê ve hatin avêtin.
10
Û min bihîst ku li ezman, dengekî bilind ûsa dibêje: Xelaskirina Xwedayê me û hêza wî û serweriya wî û rayedariya Mesîh niha hate cîh! Ji ber ku tawanbarkirê birayên me, yê ku wan li ber Xwedayê me bi roj û şev ve bi tawan xuya dikir, bi jêr ve hate avêtin.
11
Û wan ji ber sedema xwîna Berxikê û ji ber sedema gotina şahdeyiya xwe ve wî mexlûb kirin û heta mirinê ji canê xwe hez nekirin!
12
Bona vêya, ya ezmanno û yên di wan de rûdinin, kêfxweş bibin! Wey li erdê û behrê! Ji ber ku Îblîs bi zanebûna dema xwe yî kêm e, bi hêrsekî mezin ve daket ser we.
13
Û dema ejderha dît ku bi rûyê erdê ve hatiye avêtin, dest bi bera dana pîreka ku zarokê nêr aniye dinê kir.
14
Û bona ku ji ber mar ber ve çolê, ber ve cîhê xwe ve bifire, her du bazikên qertelê mezin, ji pîrekê re hate dayîn; di demekî û deman û nîv demê de li wê derê tête xwedî kirin.
15
Û mar, bona pîrekê bi ber ava lehiyê ve bibe, ji devê xwe, li pey wê mîna çemekî av rijand.
16
Û erd, ji pîrekê re alîkarî kir û erd devê xwe vekir û çemê ku mar ji devê xwe ve rijandiye daqurtand.
17
Û ejderha li dijî pîrekê hêrs bû û bona ku bi kesên ji nîjada wê, paş ve maye û emirên Xwedê tînin cîh û di wan de şahdeyiya Îsa heye re şer bike çû.
18
Û ez li ser qûma behrê sekinîm.
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22