bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 2
Revelation 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 3 →
1
Ji milyaketê Dêra li Efesê ye re binivîsîne: Yê ku heft sitêrkî di destê xwe yî rastê de digre, di nava heft şimadankên zêrînî de dimeşe, ûsa dibêje:
2
Ez bi karên te û bi xebatkariya te û bi sebra te dizanim û ez dizanim ku tu nikarî ji xeraban re sebir bikî û te yên ku ne şagirt in, lê belê xwe bi şagirtî didin nasîn ceriband û wan derewçîn dît
3
û tu bisebr î û di oxra navê min de, te li berxwe da û newestiyayî.
4
Lê belê tiştekî minî li dijî te heye: Te hezkirina xwe yî pêşîn berda.
5
Niha di bîr de bîne ku tu ji ku ket û tobe bike û karên xwe yî pêşîn bike! Ger tu tobe neke, ez ê bêm te û şimadanka te ji cîh ve rakim!
6
Lê belê ev di te de heye ku: Tu ji karên alîgirên Nîkolas ve dikerihe; ez jî ji wan dikerihim.
7
Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! Ez ê mafê xwarina ji dara jiyanê ya di bihuşta Xwedê de ye, bidim yê ku serdest bê.
8
Û ji milyaketê Dêra li Îzmîrê ye re binivîsîne: Yê miriye û dîsa rabûye, yê ku pêşîn û dawîn e ûsa dibêje:
9
Ez tengasiya te û xizaniya te dizanim; – lê belê tu dewlemend î! – Û ez kufrên kesên ji xwe re dibêjin Cihûd, lê belê yên ne Cihûd in, di mîna kenişta Îblîs de ne dikin dizanim.
10
Ji tengasiyên ku tu li ber kişandinê ye metirse! A vay, Îblîs bona ku hûn bên ceribandin, dê ji we hin kesan bavêje zîndanê û dê deh roj tengasiya we hebe. Heta mirinê dilsoz be û ez ê taca jiyanê bidim te!
11
Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! Yê ku serdest bê, dê ji mirina duwemîn ve xesarê nebîne.
12
Û ji milyaketê Dêra li Bergamayê ye re binivîsîne:
13
Yê ku xwediyê şûrê tûj yê bi dudevî ye, van tiştan dibêje: Ez bi karên te û ka tu li ku derê rûdinî ve dizanim; texta Îblîs li wir e û tu bi şidandî bi navê min ve digirî û di nava we de, li cîhê ku Îblîs lê rûdinî, di rojên kuştina şahdeyê minî dilsoz Antîpa de jî, te baweriya xwe ya bi min ve înkar nekir.
14
Lê belê li dijî te çend tiştên min hene; ji ber, li wê derê, yên te, ên ku bi hînkariya Balam ve girêdayî mane hene; wî, bona xwarina goştên ji pûtan re hatiye pêşkêş kirin û bona zinê bikin, tilpekî avêtina ber lawên Îsraêl, hînî Balak kir.
15
Mîna vêya, yên te, ên ku bi fêrkirina Nîkolas, ya ku ez jê dikerihim ve digirin jî hene.
16
Niha tobe bike! Ya na, ez ê zû werim te û li dijî wan bi şûrê di devê xwe de ve cengê bikim.
17
Yê ku guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! Ez ê ji manna ku veşartiye bidim yê ku serdest bê. Wekî din ez ê kevirekî sipî û navekî nû ya li ser vî kevirî nivîsandiye, navekî ku ji xeynî yê ku bistîne, tu kes pê nizane bidimê.
18
Û ji milyaketê Dêra li Tiyatîrayê ye re binivîsîne: Lawê Xwedê, yê ku çavên wî yên mîna pêtê agir heye û lingên wî mîna tûncê dibiriqe ne, van tiştan dibêje:
19
Ez karên te û hezkirin û baweriya te û xizmeta te û sebra te dizanim û ez dizanim ku karên te yî dawîn, ji karên te yî pêşîn hîn jî zêdetir in.
20
Lê belê li dijî te tiştekî min heye; tu li pîreka bi navê Îzabêl, ya ku ji xwe re peyxamber dibêje bi xweşdîtinê dinihêrî û ew bi hînkariya xwe qûlên min ji rê ve derdixe û ber bi zîna kirinê û xwarina goştên ji pûtan re hatine pêşkêş kirin ve dibe.
21
Û bona tobe kirina wê, min demekê da wê û naxwaze ku ji zîna xwe ve tobe bike.
22
A vay, ez ê wê bavêjim nav livînekî û yê bi wê re zîna kirine jî, ger ji karên ku wê kiriye tobe nekin, ez ê wan bavêjim nav tengasiyên mezin.
23
Û ez ê zarokên wê, bi mirinê ve bikujim û dê hemû Dêr bizanibin, yê ku lêkolînê li gurçik û dilan dike, ez im. Û ez ê li gor karên we her yekî bidim we.
24
Lê belê ji we re, ji yên dinî li Tiyatîrayê ne re, ji hemûyên ku di wan de ev hînkariya nîne re, mîna ku ew dibêjin, ji yên tiştên Îblîs ên kûr ve nizanin re, dibêjim: Xeynî vêya ez tu barî danaynim ser we.
25
Lê belê heta ku ez bêm, bi yê ku bi we re ye bi pihêtî ve bigirin!
26
Û yê ku bi ser bikeve û heta dawîn bi karên min ve bigire, ez jî ji Bavê xwe çawa girtibim, ez ê li ser neteweyan ve serweriyê bidim wî.
27
Mîna ku qabên kûzker dişkênin, dê ew ê wan bi doqê hesinî ve bajo
28
û ez ê stêrka sibehê bidim wî.
29
Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje!
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22