bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 11
Revelation 11
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 12 →
1
Û qamîşekî pîvanê ya mîna şivekê ye, ji min re hate dayîn û hate gotin: Rabe û Perestgeha Xwedê û pêşkêşgehê û yên li wir peristinê dikin bipîve!
2
Lê belê hewşa Perestgehê ya derve berde û wir nepîve; ji ber ku wir, ji neteweyên ku bajarê pîroz dê çel û du meh bi lingên xwe ve bicûn re hate dayîn.
3
Û ez ê hêzê bidim du şahdeyên xwe û wekî cilikan li xwe kirî, dê hezar û du sed û şêst rojî peyxambertiyê bikin.
4
Vana du darên zeytûnê û du şimadankên li ber Xudanê dinê ve sekiniye ne.
5
Û ger kesek bixwaze ku xesarê bide wan, ji devê wan agir dipejiqe û neyarên wan dixwe û diqedîne û ger kesek bixwaze ku xesarê bide wan, divê ew bi vî awayî bête kuştin.
6
Rayedariya wan heye ku heta dema peyxambertiyê bikin, bona ku baran nebare dikarin ezmanê bigirin û xwediyê rayedariya avê vegerandina xwînê û çend cara bixwazin dikarin bi her cûreyê asîwê ve li rûyê erdê bixin.
7
Û ger wexta wanî şahdeyiyê biqede, dê cenawirê ji kûritiyê bêbinî ve derkeve bi wan re cengê bike û wan bindest bike û bikuje.
8
Û cesedên wan, bi nîşanî dê li rêya mezin ya bajarê mezin ku bi ruhanî, bi navê Sodom û Misirê ve tê binav kirin, bê raxistin; Xudanê wan jî li wê derê hatibû xaçkirin.
9
Û mirovên ji her netewî û eşîretî û zimanî û gelan dê sê roj û nîv li cesedên wan binihêrin û destûrê nadin ku cesedên wan têxin goristanê.
10
Û yên li ser rûyê erdê rûdinin, dê li ser wan kêfxweş bibin û cejnê bikin, xelatan ji hev û din re bişînin; ji ber ku van her du peyxamberan, eziyetê li yên ku li ser rûyê erdê rûdinin kiribûn.
11
Û piştî sê roj û nîvê ji Xwedê ve ruhê jiyanê kete hundirê wan û rabûn ser pêlên xwe û tirsekî mezin ket ser yên ku wan dîtin.
12
Û ji ezmanan ve ji wan re dengekî bilind yê ku dibêje: Derkevin ser vir! bihîstin. Û di ewr de hilkişiyan ezman û neyarên wan, wan dîtin.
13
Û tam di wê saetê de, erdhejînek mezin bû û ji dehan yekê bajarê xera bû û di erdhejînê de heft hezar kes can dan û yên li paşê man, bi tirsek mezin ve ketin û Xwedayê ezmanan bilind kirin.
14
Wey a duwemîn derbas bû; a vay, wey a sêwemîn bi lez tê!
15
Û milyaketê heftemîn li borîjenê xist û bi gotina: Serweriya dinê bû ya Xudanê me û Mesîhê wî û dê ew ê bi abadîna abadînan ve serweriyê bajo! li ezman dengên bilind çêbûn.
16
Û bîst û çar kalepîrên li ber Xwedê, li ser textên xwe rûniştibûn bi ser rû ve xwe avêtin erdê û ji Xwedê re peristin û gotin:
17
Ya Xudan, Xwedayê ku şiyandarê her tiştî ye, yê ku heye û yê ku hebû; em ji te re şikir dikin; ji ber ku te qudreta xwe yî mezin hilgirt û dest bi ajotina serweriyê ve kir!
18
Û neteweyan bi xezebê ve ketin û xezeba te hat û dema daraz kirina miriyan û dema bi xelat kirina peyxamber û pîrozên, dixwaze bila mezin û dixwaze jî bila biçûk be, yên ji navên te ve ditirsin û qûlên te ne û dema wêran kirina yên ku rûyê erdê wêran dikin hat!
19
Û Perestgeha Xwedê ya li ezmana ye vebû û di Perestgeha wî de Sindoqa Peymana wî xuyanî bû û birûskan û dengan û gurmîniya ezmanan û erdhejîn û zîpikên mezin çêbûn.
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22