bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 1
John 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 2 →
1
Di destpêkê de Gotin hebû û Gotin bi Xwedê re bû û Gotin Xwedê bû.
2
Ew, di destpêkê de bi Xwedê re bû.
3
Her tişt bi wî re çêbûn û ji tiştên ku bûyîne tu tişt bêyî wî nebûn.
4
Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû.
5
Ronahî di tariyê de ronî dike û tariyê wê fêhm nekir.
6
Zilamekî ku ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin derket holê, navê wî Yehya bû.
7
Ew ji bona şahdeyiyê hat, da ku, ew ji ronahiyê re şahdeyiyê bike ku hemû mirov bi navgîniya wî bawer bikin.
8
Ew bi xwe ne ronahî bû, lê bona ku ji ronahiyê re şahdeyiyê bike hat.
9
Ronahiya rasteqîn, ya ku hemû mirovan ronahî dike, dihat dinê, hebû.
10
Ew li dinê bû û dinê bi navgîniya wî hate afirandin, lê belê dinê wî nas nekir.
11
Ew ji yên xwe re hat, lê belê yên wî, ew qebûl nekirin.
12
Lê belê wî rayedariya bûyîna zarokên Xwedê da hemûyên ku wî qebûl kirine û bi navê wî ve bawerî anîne.
13
Ew kes ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî bi daxwaza mirov; lê ji Xwedê ve bûn.
14
Û Gotin bû beden û bi xêr û rasteqîniyê ve tijî, di nav me de jiya; me jî bilindahiya wî, wekî bilindahiya Lawê tekane yê Bav e, dîtin.
15
Yehya bona wî şahdeyiyê kir, bang kir û got: Yê ku ji we re digotim: Yê ku li pey min tê di ser min re ye; ji ber ku ew berî min hebû; ev e.
16
Û me hemûyan ji tijîbûna wî, dilovanî li ser dilovaniyê girtin.
17
Ji ber ku zagon bi destê Mûsa ve hate dayîn, lê belê dilovanî û rastî bi destê Îsa Mesîh ve hatin.
18
Tu carî, tu kesî Xwedê nedîtiye; Lawê tekane, yê ku di himbêza Bav de ye, wî bi xwe ew da bang kirin.
19
Dema Cihûdan ji Orşelîmê kahîn û Lêwî şandin ku, ji Yehya bipirsin: Tu kî yî? Şahdeyiya Yehya ew e.
20
Û wî ser tiştekî nenuxumand û bi eşkereyî got: Ez ne Mesîh im!
21
Wan jî jê pirsîn: Wê çaxê tu kî yî? Ma tu Êlyas î? Û Yehya got: Ne ez im! Ji pirsa: Ma tu ew Peyxamber î? Yehya bi gotina: Na! bersivê da.
22
Niha, wan jê re gotin: Ma tu kî yî? Bona em bersivê bidin yên ku me şandine: Ma tu ji bo xwe çi dibêjî?
23
Wî bi gotina daxuyanî kirina Yeşaya peyxamber bersiv da wan: Ez dengê ku bi gotina: Rêya Xudan rast bikin! ji çolê ve bang dike me.
24
Kesên hatibûn şandin, ji Fêrisiyan bûn.
25
Û wan ji Yehya pirsîn û jê re gotin: Madem ku tu ne Mesîh î, ne Êlyas î û ne jî ew Peyxamber î, ma çima tu vaftîzê dikî?
26
Yehya bersiv da wan û got: Ez bi avê vaftîz dikim, lê belê di nav we de yekî din ku hûn wî nas nakin heye;
27
yê ku li piştî min tê, ew e; ew berî min hebû û ez ne liyaq im ku bendê çarixê wî vekim.
28
Vana ji wêdetira Urdunê, li Beytanyayê, li cîhê ku Yehya vaftîzê dikir çêbûn.
29
Dotira rojê Yehya dît ku Îsa ber bi wî tê û wî got: A vay, Berxê Xwedê yê ku gunehên dinê radike!
30
Kesê ku ji bona wî gotibûm: Piştî min zilamekî ji min seretetir e tê, ji ber ku ew berî min hebû, ev e.
31
Û min bi wî nedizanîbû, lê belê bona ku ew ji Îsraêlê re bête gîhandin, ez hatim û bi avê vaftîz kirim.
32
Yehya şahdeyî kir û got: Min dît ku Ruh ji ezmanan mîna kevokekê hate xwar û li ser wî sekinî.
33
Û min bi wî nizanîbû; lê belê yê ku min, bona ez bi avê vaftîz bikim şandiye, bi xwe ji min re got: Ger tu bibîne Ruh bi ser kî ve dakeve û bisekine, yê ku bi Ruhê Pîroz vaftîz bike, ew e.
34
Min jî dît û şahdeyiyê kir û got, Lawê Xwedê ev e.
35
Dotira rojê Yehya dîsa tevî du şagirtên xwe disekinî
36
û gava ku Îsa digeriya, ew li wî nihêrt û got: A vay, Berxê Xwedê!
37
Û dema ku wan herdu şagirtan gotina wî bihîstin, ew li pey Îsa çûn.
38
Îsa dema ku vegeriya, dît ku ew li pey wî tên; wî ji wan re got: Hûn li çi digerin? Wan jî ji wî re gotin: Rebbî (ku wergera wê: Mamoste ye) tu li ku derê rûdinî?
39
Wî ji wan re got: Werin û bibînin! Ew hatin û cîhê ku Îsa lê rûdinişt dîtin û wê rojê li cem wî man. Saet wê çaxê deh bû.
40
Yek ji du kesên ku ji Yehya bihîstin û li pey Îsa çûn, Andrêyasê birayê Şîmûn Pêtrûs bû.
41
Wî pêşiyê birayê xwe Şîmûn dît û jê re got: Me Mesîh (ku wergera wê: Yê ku hatiye mesh kirinê ye) dîtin.
42
Û wî ew bir cem Îsa. Îsa li wî nihêrt û got: Tu Şîmûnê lawê Yûhena yî; tuyê bi navê Kîfas (ku wergera wê: Pêtrûs e) ve bête bang kirin.
43
Dotira rojê, Îsa xweste ku here Celîlê; wî Fîlîpûs dît û ji wî re got: Li pey min were!
44
Fîlîpûs jî ji Beytsaydayê, ji bajarê Andrêyas û Pêtrûs bû.
45
Fîlîpûs Natanyêl dît û jê re got: Me Îsayê Nisretiyê lawê Ûsiv, yê ku Mûsa di zagonê de û peyxamberan ji bona wî nivîsandine, dîtin.
46
Natanyêl jê re got: Ma ji bajarê Nisretê tiştekî qenc derdikeve? Fîlîpûs ji wî re got: Were û bibîne!
47
Îsa dît ku Natanyêl ber bi wî tê û di derheqê wî de got: A vay, Îsraêliyek rasteqîn, yê ku di dilê wî de fenekî nîne!
48
Natanyêl ji wî re got: Tu min ji ku nas dikî? Îsa bersiv da û jê re got: Berî ku Fîlîpûs bangî te bike, min te di bin dara hêjîrê de dîtibû!
49
Natanyêl bersiv da û ji wî re got: Mamoste, tu Lawê Xwedê yî, tu Qiralê Îsraêlê yî!
50
Îsa bersiv da û ji wî re got: Ji ber ku min ji te re got: Te di bin dara hêjîrê de dîtim, tu bawer dikî? Tuyê tiştên ji vê hîn jî mezintir bibînî!
51
Û jê re got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Hûn ê vekirina ezmanan û milyaketên Xwedê, bi ser Lawê Mirov ve bilind dibin û têne xwarê; bibînin!
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21