bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 11
John 11
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 12 →
1
Li Beytanyayê, ji gundê Meryem û xwuşka wê Martayê, zilamek bi navê Lazar nexweş ketibû.
2
Lazarê nexweş, birayê Meryema ku, rûnê bêhnxweş di Xudan de dabû û bi porê xwe jî lingê wî paqij kiribû bû.
3
Wê demê herdu xwuşkan, agahiyê ji Îsa re şandin û gotin: Ya Xudan, a vay, yê ku tu jê hez dikî, nexweş e!
4
Dema Îsa vêya bihîst, got: Ev nexweşiya ne ji bo mirinê ye; lê belê bona ku Lawê Xwedê bi vêya bête bilind kirin, ji bo bilindahiya Xwedê ye!
5
Îsa ji Marta û ji xwuşka wê Meryem û ji birayê wan Lazar hez dikir.
6
Û gava wî bihîst ku ew nexweş e, hîn du rojên din li cîhê ku ew lê bû, ma.
7
Pişt re ji şagirtên xwe re got: Em dîsa herin Cihûstanê!
8
Şagirtan ji wî re gotin: Rebbî, niha Cihûdan bona ku te bidin ber keviran dibiliyan; ma tu dîsa biçî wê derê?
9
Îsa bersivê da: Ma rojek ne donzdeh saet e? Ger mirov rojê bigere, tilpekî nabe; ji ber ku ronahiya vê dinê dibîne.
10
Lê belê yê ku şevê bigere, tilpekî dibe; ji ber ku ronahî di wî de nîne.
11
Piştî vê axaftinê, wî ji wan re got: Hevalê me Lazar bi xew ve çûye; lê belê ez diçim ku wî hişyar bikim.
12
Şagirtan ji wî re gotin: Ya Xudan, ger ew bi xew ve çûbe, dê baş bibe!
13
Îsa vêya ji bo mirina wî gotibû, lê belê wan gotin ku, qey ew ji bo xew de çûnê dibêje.
14
Wê çaxê Îsa ji wan re bi eşkereyî got: Lazar miriye.
15
Û bona ku hûn bawer bikin, ji bo we kêfxweş im ku, ez ne li wê derê bûm. Lê belê bihêlin em biçin cem wî!
16
Şagirt Tûmas, yê ku jê re digotin: Cot, ji hevalên xwe re got: Em jî bona ku, bi wî re bimirin; biçin!
17
Dema Îsa gîhaşt wê derê; Lazar çar roj e di gorê de raketî dît.
18
Û Beytanya qasî avêtina panzdeh tîrî nêzîkî Orşelîmê bû.
19
Gellekan ji Cihûdan ji bo ku bona birayên wan xemrevîniyê li wan bikin hatibûn cem Marta û Meryemê.
20
Dema ku Marta hatina Îsa bihîst, bona pêrgîniya wî derket; lê belê Meryem li malê rûniştîbû.
21
Marta ji Îsa re got: Ya Xudan, ger tu li vir bûya, birayê min nedimir!
22
Ez niha jî dizanim ku, tu ji Xwedê çi bixwazî, ew ê bide te.
23
Îsa ji wê re got: Dê birayê te biveje!
24
Martayê jê re got: Ez dizanim ku, di roja dawiyê de, dê di vejînê de biveje.
25
Îsa ji wê re got: Vejîn û jiyan ez im; yê ku baweriyê bi min bîne, ew bimire jî dê dîsa bijî
26
û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, abadîn namire. Tu baweriyê bi vêya tînî?
27
Wê ji wî re got: Belê, ya Xudan; min bawerî anî ku tu Lawê Xwedê yê ku were dinê, Mesîh î.
28
Û piştî ku wê vêya got, çû û bi dizîka bangî xwuşka xwe Meryemê kir û got: Mamoste li vê derê ye û bangî te dike!
29
Dema wê vêya bihîst, zû rabû û çû cem Îsa.
30
Îsa hîn negîhaştibû gund û hîn li cîhê ku, Marta pêrgîniyê jê re kiriye, sekinîbû.
31
Cihûdên ku tevî wê di malê de bûn û xemrevînî li wê dikirin, dema dîtin ku Meryem bi lezî derket derve; wan gotin ew diçe ser gora birayê xwe û dê li wir bigirî û li pey wê çûn.
32
Lê belê gava Meryem gîhaşt cîhê ku Îsa lê sekiniye, wî dît û xwe avêt lingê wî û got: Ya Xudan, ger tu li vir bûya, birayê min nedimir!
33
Dema Îsa, wê û ew Cihûdên bi wê re hatine digirîn, dît, di ruhê xwe de naliya û dilê wî zehf xemgîn bû
34
û got: We wî kirin ku derê? Wan ji wî re gotin: Ya Xudan, were û bibîne!
35
Îsa giriya.
36
Cihûdan gotin: Binihêre, çiqasî jê hez dikir!
37
Lê belê ji wan hin kesan gotin: Yê ku çavên koran vekiriye, ma nikarîbû tiştekî bike ku, ev mirova jî nemire?
38
Wê demê Îsa dîsa di hundirê xwe de kûr naliya û hate gorê. Ew şikeftek bû û kevirekî danîbûn ber wê.
39
Îsa got: Kevir rakin! Martaya xwuşka yê mirî, ji wî re got: Ya Xudan, êdî bêhn ketiye wî, ji ber, ew çar roj e ku li vir e!
40
Îsa ji wê re got: Ma qey min ji te re negot: Ger ku tu bawer bikî, tuyê bilindahiya Xwedê bibînî?
41
Li ser vê yekê wan kevir rakirin. Îsa jî çavên xwe ber ve jor rakir û got: Ya Bavo, bona ku te min bihîst, ez ji te re şikir dikim.
42
Û ez dizanim ku tu her dem min dibihîzî; lê belê min vêya bona van mirovê li vê derê ne got, da ku, bila ew baweriyê bînin, te min şandiye.
43
Piştî ku wî vêya got, bi dengê bilind: Lazar were derve! qêriya.
44
Mirî jî, dest û lingên wî bi potikan ve pêçandî û rûyê wî bi destmalê ve girtî derket derve. Îsa ji wan re got: Wî vekin û berdin bila here!
45
Wê demê ew Cihûdên ku hatibûn cem Meryemê, gava xebata ku Îsa çêkir, dîtin, ji wan gellekan bawerî bi wî anîn.
46
Lê belê ji wan hinekan çûn cem Fêrisiyan û karên ku Îsa çêkirine, ji wan re gotin.
47
Li ser vê yekê serokên kahînan û Fêrisiyan Civata Netewî civandin û gotin: Ma em çi bikin? Ji ber ku ev mirov pirr mûcîzeyan çêdike!
48
Ger em wî wusa bihêlin, dê her kes baweriyê bi wî bînin û Romayî jî dê werin him cîhê me û him jî gelê me ji navendê rakin!
49
Û yekî ji wan, Serokkahînê wê salê Qayafa, ji wan re got: Hûn qet tiştekî fêhm nakin
50
û hûn nafikirin, bona ku hemûya welat tune nebe, mirovek di oxra gel de bimire, ji bo me çêtir e!
51
Wî vêya bi serê xwe negot; lê belê ji bo ku wê salê ew Serokkahîn bû, peyxambertî kiribû ku dê Îsa ji bo gel bimire
52
û ne tenê ji bo gel, lê belê ji bo yekîtî û civandina hemû zarokên Xwedê yên ku belav bûne jî.
53
Û ji wê rojê pê ve, bona ku wî bikujin, dest bi ava kirina duzenê kirin.
54
Ji bo vê yekê êdî Îsa di nav Cihûdan de bi eşkereyî negeriya; lê ew ji wir veqetiya û çû nêzîkî çolê, navçeya ku jê re dibêjin Efraîm û tevî şagirtên xwe li wê derê ma.
55
Fisiha Cihûdan nêzîk bû. Û ji hemûya welêt gellek kes, ji bona xwe safî bikin, berî Fisihê hilkişiyan Orşelîmê.
56
Ew li wê derê, li Îsa digeriyan û dema ew di Perestgehê de sekinî bûn, ji hev û din re digotin: Hûn çi dibêjin? Gelo dê ew neyê cejnê?
57
Serokên kahînan bi Fêrisiyan re bona ku bi wî bigirin, bi gotina; ger kesek bizanibe ew li ku derê ye bila nîşan bide, emirek dabûn.
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21