bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 20
John 20
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 21 →
1
Di roja pêşîn ya hefteyê de, gava hîn tarî bû, Meryema Mejdelanî zû hat gorê; wê dît ku kevirê devê gorê hatiye rakirin.
2
Wê demê ew bi revîn hat cem Şîmûn Pêtrûs û şagirtê din yê ku Îsa jê hez dikir û ji wan re got: Xudan ji gorê rakirine û em nizanin ku wî kirine ku derê!
3
Pêtrûs û ew şagirtê din derketin û berbi gorê çûn.
4
Herdu jî pev re baz didan; lê belê ew şagirtê din ji Pêtrûs hîn jî bi leztir baz da û pêşiyê ew hat gorê
5
û wî xwe xwar kir û li hundirê gorê nihêrt, cawên keten li erdê raxistî dît; lê belê neçû hundir.
6
Wê demê li pey wî Şîmûn Pêtrûs jî hat û ket gorê û cawên kitanî ku li erdê bûn
7
û destmala ku li serê Îsa bû; ne li cem cawên kitanî, wekî din li cîhekî din pêçayî dît.
8
Wê demê ew şagirtê din yê ku berî gihîştibû gorê jî ket hundir dît û bawerî anî.
9
Ji ber ku wan hîn bi wê Nivîsa Pîroz ya ku dibêje, Îsa divê ji mirinê rabe, nizanîbûn.
10
Wê demê şagirt dîsa çûn malên xwe.
11
Lê belê Meryem bi girî ji derve li cem gorê sekinîbû. Dema ku ew digiriya, xwar bû û li hundirê gorê nihêrt
12
û wê du milyaketên ku kincê sipî li xwe kirine dîtin; ew li cem cesedê Îsa, yek li aliyê serî û yek jî li aliyê lingan rûniştîbûn.
13
Wan ji wê re gotin: Pîrekê, ma tu çima digirî? Wê jî ji wan re got: Ji ber ku Xudanê min rakirine û ez nizanim ku wî kirine ku derê!
14
Û gava wê vêya got, li paş xwe nihêrt û dît ku Îsa li wê derê sekiniye û nizanîbû ku ew Îsa ye.
15
Îsa ji wê re got: Pîrek, ma tu çima digirî? Ma tu li kî digerî? Wê jî got qey ew baxçevan e û ji wî re got: Efendî, ger te wî biribe, ji min re bibêje, ka te wî kiriye ku derê û ez jî wî ji wir bînim!
16
Îsa ji wê re got: Meryem! Ew jî vegeriya û bi zimanê Îbranî ji wî re got: Rabbûnî! ku bi mana Mamoste ye.
17
Îsa ji wê re got: Destê xwe nede min! Ji ber ku ez hîn derneketime cem Bav; lê belê tu here cem birayên min û ji wan re bibêje: Ez derdikevim cem Bavê xwe û Bavê we, cem Xwedayê xwe û Xwedayê we.
18
Meryema Mejdelanî hate cem şagirtan û ji wan re got: Min Xudan dît! Û tiştê ku Xudan ji wê re gotibû, wê ji wan re got.
19
Wê rojê, di roja pêşîn ya heftê de, dema êvar bû, gava deriyê mala ku şagirt tê de bûn, ji tirsa Cihûdan girtî bû, Îsa hat û di nav wan de sekinî û ji wan re got: Bila xweşî ji we re be!
20
Û gava ku wî ev got, destê xwe û tenişta xwe nîşanî wan da. Şagirtan jî Xudan dîtin û dilşa bûn.
21
Îsa dîsa ji wan re got: Bila xweşî ji we re be! Mîna ku Bav min şandiye, ez jî we dişînim.
22
Piştî ku wî vêya got, pif kir wan û got: Ruhê Pîroz bistînin!
23
Hûn gunehên kî bibexşînin, dê ew ê ji wan re bête bexşandin û hûn bi gunehên kî ve bigirin, dê ew ê bêne girtin.
24
Lê belê Tûmas, yê ku jê re digotin: Zo, yekî ji Donzdehan bû û dema ku Îsa hat, ew ne bi wan re bû.
25
Wan şagirtên din ji wî re gotin: Me Xudan dît! Lê belê wî ji wan re got: Ger ez cîhê bizmaran di destên wî de nebînim û tilîka xwe nedim cîhê bizmaran û destê xwe jî nekim tenişta wî, bawer nakim!
26
Heyşt roj pişt re, şagirtên wî dîsa li hundir bûn û Tûmas jî bi wan re bû. Dema derî girtî bû, Îsa hat di nav wan de sekinî û got: Bila aştî ji we re be!
27
Pişt re ji Tûmas re got: Tilîka xwe dirêj bike û li destê min binihêre; destê xwe jî dirêj bike û têxe tenişta min û bêbawerî nebe, lê bibawerî be!
28
Tûmas bersiv da û ji wî re got: Xudanê min û Xwedayê min!
29
Îsa ji wî re got: Ji ber ku te min dît, te bawerî anî; lê belê xwezî li wan, yên ku nedîtine û baweriyê tînin!
30
Îsa li ber şagirtên xwe hîn pirr mûcîzeyên din çêkir ku, ew di vê kitêbê de nehatine nivîsandin.
31
Lê belê bona hûn baweriyê bînin ku, Îsa Mesihê Lawê Xwedê ye û bona ku hûn bawer bin û bi navê wî di we de jiyan hebe, vana hatine nivîsandin.
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 21 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21