bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 4
John 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 5 →
1
Dema Xudan hîn bû ku Fêrisiyan bihîstiye, Îsa ji Yehya hîn jî zêdetir şagirtan civandiye û vaftîz dike,
2
–lê Îsa ne bi xwe, tenê şagirtên wî vaftîz dikirin–;
3
ew ji Cihûstanê weqetiya û dîsa çû Celîlê.
4
Û hewce dikir ku ew ji Samîriyê ve derbas bibûya.
5
Bi vî awayî, ew hat nêzîkî zeviya ku Aqûp dabû lawê xwe Ûsiv, bajarekî Samîriyê, ya ku jê re digotin Sîhar.
6
Bîra Aqûp li wê derê bû. Bona ku Îsa di rêwîtiyê de westayî bû, bi vî awayî ew li cem bîrê rûniştibû; saet devdevî şeşan bû.
7
Pîrekek ji Samîriyê hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: Avê bide min, ez vexwim!
8
Ji ber ku şagirtên wî ji bo stendina xwarinê çûbûn bajêr.
9
Pîreka Samîriyê jî ji wî re got: Tu Cihûd e û ez jî pîrekek Samîrî me, çawa tu ji min avê dixwazî? Ji ber ku Cihûdan karekî bi Samîriyan re nakin.
10
Îsa bersiv da û ji wê re got: Ger te bi xelata Xwedê û bi kîbûna yê ku ji te re: Avê bide min ku ez vexwim! dibêje bizanîbûya, teyê ji wî bixwesta û wî jî dê ava zindî bida te.
11
Pîrekê jê re got: Efendî, tiştekî teyî tu pê avê bikişînî tuneye û bîr jî kûr e; ma niha ava zindî ji ku derê ve bi te re heye?
12
Ma tu ji bavê me Aqûp, yê ku vê bîrê daye me û tevî law û dewarên xwe ji wê vexwariye, mezintir î?
13
Îsa bersiv da û ji wê re got: Her kesê ku ji vê avê vexwe, dê dîsa tî bibe.
14
Lê belê her kî, ji ava ku ez bidimê vexwe, tu carî tî nabe; lê ava ku ez bidim wî, di wî de ji bo jiyana abadîn dibe kaniya ava ku diherike.
15
Pîrekê jê re got: Efendî, vê avê bide min ku ez ne tî bibim û ne jî bona av kişandinê heta vê derê werim!
16
Îsa ji wê re got: Here bangî mêrê xwe bike û were vê derê!
17
Pîrekê bersiv da û got: Mêrê min tune! Îsa ji wê re got: Bona ku te got mêrê min tune, tu rast axifî!
18
Ji ber ku te pênc mêrî kiribû û yê ku tu niha tevî disekinî ne mêrê te ye. Te vêya rast got!
19
Pîrekê ji wî re got: Efendî, ez dibînim ku tu peyxamberek î!
20
Kalikên me li vî çiyayî peristinê kirin û hûn dibêjin ku cîhê peristinê li Orşelîmê ye.
21
Îsa ji wê re got: Pîrekê, bi min bawer bike, dem tê ku, wê çaxê ne li wî çiyayî û ne jî li Orşelîmê hûn ê ji Bav re peristinê bikin!
22
Hûn ji yê ku hûn pê nizanin re peristinê dikin, em ji yê ku em pê dizanin re peristinê dikin; ji ber ku xelasî ji Cihûdan ve tê!
23
Lê belê saeta, yên ku bi rastî peristinê dikin, di ruh û rasteqîniyê de peristinê ji Bav re bikin tê û niha ye; ji ber ku Bav li yên ku bi vî awayî peristinê jê re dikin digere.
24
Xwedê Ruh e, kesê ku ji wî re peristinê dikin, divê di ruh û rastiyê de peristinê bikin.
25
Pîrekê ji wî re got: Mesîh yê ku hatiye mesh kirinê, ez zanim ku dê ew ê were û ew ê her tiştî bigihîne me.
26
Îsa ji wê re got: Yê ku bi te re diaxife, ez, ew kes im!
27
Li ser vê yekê şagirtên wî hatin û ji ber ku Îsa bi pîrekekê re diaxifî ew şaş man. Lê bele dîsa jî qet kesî negot: Ma tu li çi digerî? an jî: Ma tu çima bi wê pîrekê re diaxifî?
28
Pişt re pîrekê kûzê avê di cîh de hişt û çû bajêr û ji gel re got:
29
Werin, mirovê her tiştê ku min kiriye ji min re got bibînin! Gelo Mesîh ev e?
30
Ew jî ji bajêr derketin û hatin cem wî.
31
Di vê navberê de şagirtan jê rica kirin û gotin: Rebbî, bixwe!
32
Lê belê Îsa ji wan re got: Xwarinek min heye, hûn pê nizanin!
33
Şagirtan ji hev û din re gotin: Gelo kesî ji wî re xwarin aniye?
34
Îsa ji wan re got: Xwarina min, bi cîh anîna xwestina yê ku min şandiye û serfiraziya karê wî ye.
35
Ma hûn nabêjin: Hîn bona zad çinînê çar meh heye? A vay, ez ji we re dibêjim: Serê xwe bilind bikin û li zeviyên ku bona bête çinîn zer bûne binihêrin!
36
Bona yê ku ajotiye û yê ku diçîne pev re kêfxweş bibin, yê ku diçîne heqdestê xwe digire û ji bo jiyana abadîn zadê dide hev.
37
Ji ber ew gotina ku: Yek dajo û yekî din jî diçîne, di vêya de rast e.
38
Min we, ji bo çinîna zadê ku we ji bo wê ked nedane şand; hinekên din ked dan û hûn ketin keda wan.
39
Li ser gotina pîreka ku: Hemû kirinên min, ji min re got, şahdeyiyê kiribû, li wî bajarî ji Samîriyan gellekan bawerî bi Îsa anîn.
40
Dema ku Samîrî hatin cem wî, bona ku li cem wan bimîne li ber wî geriyan; ew jî du roj li wir ma.
41
Û li ser gotina wî, hîn gellek kesên din jî bawerî anîn.
42
Û ji pîrekê re digotin: Êdî bawerî anîna me ne li ser gotina te ye; ji ber ku me bi xwe bihîstin û em dizanin ku bi rastî Xelaskerê dinê ev e!
43
Piştî van herdu rojan, Îsa ji wir çû Celîlê.
44
Ji ber ku Îsa bi xwe di derheqê peyxamberek di welatê xwe de ne bi qedr û qîmet e de şahdeyiyê kiribû.
45
Gava ku ew hate Celîlê, Celîliyan wî qebûl kirin; ji ber ku ew jî beşdarî cejnê bûbûn û di dema cejnê de, hemû tiştên ku li Orşelîmê kiribû, dîtibûn.
46
Li ser vêya, Îsa dîsa hat Kanaya Celîlê ku wî li wê derê avê kiribû xemr û li wir karmendekî qiral hebû, lawê wî li Kefernahûmê nexweş bû.
47
Dema ku wî bihîst Îsa ji Cihûstanê hatiye bajarê Celîlê, çû cem wî û jê rica kir ku ew were lawê wî yê nexweş baş bike, ji ber ku ew li ber mirinê bû.
48
Wê demê Îsa ji wî re got: Hûn heta ku alamet û nuwaze nebînin, tu carî baweriyê naynin!
49
Karmendê qiral ji wî re got: Efendî, berî ku lawê min bimire, dakeve!
50
Îsa jê re got: Here, lawê te dijî! Zilam bawerî bi gotina ku Îsa ji wî re gotibû, anî û çû.
51
Hîn ew di rê de bû, xulamên wî derketin pêrgîniya wî û jê re gotin: Lawê te dijî!
52
Wî, saeta ku lawê wî dest bi başbûnê kiriye ji xulaman pirsî. Wan jî ji wî re gotin: Doh, di saeta heftemîn de ta wî berda.
53
Wê çaxê bav fêhm kir ku, ev ew saeta Îsa ji wî re gotibû ku: Lawê te dijî ye! û wî bi temamê gelê mala xwe ve bawerî anîn.
54
Dema Îsa ji Cihûstanê hat Celîlê, ev mûcîza duduyan bû ku wî çêkir.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21