bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 8
John 8
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 9 →
1
Lê belê Îsa çû Çiyayê Zeytûnê.
2
Û serê sibê zû dîsa hate Perestgehê û hemûya gel hatin cem wî û ew rûnişt û hînî wan kir.
3
Alimên zagonê û Fêrisiyan, pîrekek ku di ser zinê de hatiye girtin anîn û danîn holê
4
û ji Îsa re gotin: Mamoste, ev pîreka dema zinê dikir, hate girtin.
5
Mûsa di zagonê de emir daye me ku yên wusa, bila bêne recimandin, ma tu çi dibêjî?
6
Wan ji bo wî biceribînin vê yekê gotin ku, Îsa sucdar derxînin. Lê belê Îsa xwar bûbû, bi tiliya xwe, li ser erdê nivîsê dinivîsand.
7
Ji ber ku di jê pirsînê de domandin, wî xwe rast kir û ji wan re got: Di nav we de kî bêguneh be, bila ew pêşiyê kevir bavêje ser wê!
8
Û ew dîsa xwar bû û li ser axê nivîsê dinivîsand.
9
Dema wan vêya bihîstin, dest pê kirin ji yên kalepîr û heta yê paşiyê yek bi yek derketin; Îsa tenê di cîh de hiştin û Pîrek jî di cihê navber de sekinî bû.
10
Îsa xwe rast kir û ji wê re got: Pîrekê, kanê ew mirovên ku te sûcdar dikirin? Ma kesî darazî li te nekirin?
11
Pîrekê got: Tu kesî, ya Xudan! Îsa ji wê re got: Ez jî te daraz nakim; here û êdî ji niha pê ve gunehan meke!
12
Îsa dîsa bi wan re axifî û got: Ez ronahiya dinê me; kesê ku li pey min were, di tariyê de nameşe û dibe xwediyê ronahiya jiyanê.
13
Fêrisiyan ji wî re gotin: Tu ji bo xwe şahdeyiyê dikî, şahdeyiya te rast nîne!
14
Îsa bersiv da û ji wan re got: Ger ez ji bo xwe şahdeyiyê bikim jî, dîsa şahdeyiya min rast e; ji ber ez dizanim ku, ez ji ku hatim û diçim ku derê; lê belê hûn nizanin ku ez ji ku hatim û bi ku ve diçim.
15
Hûn li gor bedenê darazî dikin; ez daraziyê li tu kesî nakim.
16
Lê belê ger ez daraziyê bikim jî, daraziya min rast e; ji ber ku ez ne tena serê xwe me, lê belê ez û Bavê ku min şandiye.
17
Di zagona we de jî hatiye nivîsîn ku şahdeyiya du kesan rast e.
18
Yê ku bo min şahdeyiyê dike, ez im û Bavê ku ez şandime, ew jî ji bo min şahdeyiyê dike.
19
Wê çaxê wan ji wî re gotin: Bavê te li ku derê ye? Îsa bersiv da: Hûn ne min nas dikin û ne jî Bavê min. Ger we min nas bikirana, weyê Bavê min jî nas bikirana.
20
Îsa van gotinan dema di Perestgehê de dida hîn kirin, di xezîneyê de got û tu kesî jî bi wî negirt; ji ber ku saeta wî hîn nehatibû.
21
Û wî dîsa ji wan re got: Ez diçim; hûn ê li min bigerin û hûn ê di nav gunehên xwe de bimirin; hûn nikarin werin cîhê ku ez diçimê!
22
Wê çaxê Cihûdan gotin: Gelo ma ew ê xwe bikuje ku dibêje: Hûn nikarin werin cîhê ku ez diçimê?
23
Û wî ji wan re got: Hûn ji jêr in, ez ji jor im. Hûn ji vê dinê ne, ez ne ji vê dinê me.
24
Ji ber vê yekê min ji we re got: Hûn ê di nav gunehên xwe de bimirin. Ger hûn bawer nekin ku ez Ew im, hûn ê di nav gunehên xwe de bimirin.
25
Wê çaxê jê re gotin: Tu kî yî? Îsa ji wan re got: Ji we re çi gotibim, ez tam ew im!
26
Gellek tiştên min, yên ku bona we bibêjim û yên ku we daraz bikim hene; lê belê yê ku min şandiye rast e û ez tiştê ku ji wî bihîstime, ji dinê re dibêjim.
27
Wan fêhm nekirin ku, wî ji wan re ji bona Bav got.
28
Ji bo vê yekê Îsa ji wan re got: Dema ku hûn Lawê Mirov bilindî jor bikin, wê çaxê hûn ê fêhm bikin ku, ez ew im û ez bi xwe qet tiştekî nakim, lê belê Bav çawa ji min re bêje, ez ûsa dibêjim.
29
Yê ku ez şandime bi min re ye, wî ez tenê nehiştim; ji ber ku ez her dem tiştên ku wî xoşnûd dikin, çêdikim.
30
Dema ku wî vana axifî, pirr kesan bawerî bi wî anîn.
31
Wê çaxê Îsa ji Cihûdên ku pê bawerî anîne re got: Ger hûn di gotinên min de bimînin, bi vî awayî hûn bi rastî jî şagirtên min in.
32
Hûn ê bi rastiyê bizanibin û rastî dê we azad bike!
33
Wan bersiv dan wî: Em nîjada Birahîm in û me tu carî ji kesî re koletî nekirine; tu çawa ji me re dibêjî: Hûn ê bêne azad kirin?
34
Îsa bersiv da wan: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Hemû kesê ku guneh dikin ew koleyê gunehê ne.
35
Kole heta bêdawîbûnê di mal de namîne, lê belê law her dem dimîne.
36
Ji bo vê yekê, ger Law we azad bike, hûn bi rastî azad dibin.
37
Ez dizanim ku hûn ji nîjada Birahîm in; lê belê hûn li kuştina min digerin; ji ber ku hûn di dilê xwe de cîh nadin gotinên min.
38
Ez tiştê ku li cem Bavê xwe dibînim dibêjim; hûn jî tiştê ku ji bavê xwe dibihîzin dikin.
39
Wan bersiv dan û jê re gotin: Bavê me Birahîm e! Îsa ji wan re got: Ger hûn zarokên Birahîm bûna, weyê karên Birahîm bikirana.
40
Lê belê hûn niha bona min, mirovê ku rastiyê ji Xwedê bihîstiye dighîne we; bikujin dixebitin; Birahîm vî tiştî nekir.
41
Hûn karên bavê xwe dikin! Wan ji wî re gotin: Em ji zînayê newelidîne! Bavekî me heye, ew jî Xwedê ye!
42
Îsa ji wan re got: Ger Xwedê Bavê we bûya, weyê ji min hez bikirana; ji ber ku ez ji Xwedê derketim û hatim; ez bi xwe nehatim, lê wî min şand.
43
Çima hûn van gotinên ku ez dibêjim, fêhm nakin? Ji ber ku hûn gotinên min guhdarî nakin!
44
Hûn ji bavê xwe yî Îblîs in û hûn dixwazin ku xwestina bavê xwe bikin! Ew ji destpêkê ve qesas bû û ew di rastiyê de nesekinî; ji ber ku di wî de rastî tune ye. Dema ku ew derew dike, ji yê xwe ve dibêje; ji ber ku ew derewçîn e û bavê derewan e.
45
Lê belê bona ku ez rastiyê dibêjim, hûn bawerî bi min naynin.
46
Di nav we de kî dikare hebûna guneh di min de îspat bike? Madem ku ez ji we re rastiyê dibêjim, hûn çima bawerî bi min naynin?
47
Yê ku ji Xwedê ne, ew guh didin gotinên Xwedê; ji bo vê yekê hûn guh nadin, ji ber ku hûn ne ji Xwedê ne.
48
Cihûdan bersiv dan û ji wî re gotin: Me ji te re got, tu ji Samîriyê yî û di te de cin heye, ma gotina me ne rast e?
49
Îsa bersiv da: Di min de cin nîne; lê belê ez ji Bavê xwe re hurmetê dikim û hûn jî min nizm dikin.
50
Lê belê ez li mezinahiya xwe nagerim; yekî ku digere û daraziyê dike heye.
51
Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Ger mirovek bi gotina min bigire, ew heta bi hetayê mirinê nabîne!
52
Cihûdan ji wî re gotin: Me niha fêhm kirin ku, di te de cinek heye! Birahîm mir, peyxamber jî û tu dibêjî: Ger kesek bi gotina min bigire, heta bi hetayê mirinê tahm nake!
53
An tu ji bavê me Birahîm mezintir î? Ew mir, peyxamber jî mirin; ma tu dibêje qey tu kî yî?
54
Îsa bersiv da: Ger ez xwe bilind bikim, bilindahiya min ne tiştek e; yê ku min bilind dike, Bavê min e; hûn dibêjin: Ew Xwedayê me ye.
55
Û hûn wî nas nakin; lê belê ez wî nas dikim û ger ez bêjim: Ez wî nas nakim! wê çaxê ez jî mîna we derewîn dibim; lê belê ez wî nas dikim û bi gotina wî ve digirim.
56
Bavê we Birahîm bona ku ew roja min bibîne bi kêfxweşiyê coşiya; wî ew dît û dilgeş bû.
57
Bo vê yekê Cihûdan ji wî re gotin: Tu hîn pêncî salî nîne; ma te Birahîm jî dîtiye?
58
Îsa ji wan re got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Ji berî ku Birahîm hebe ez heme!
59
Wê çaxê bona ku Îsa bidin ber keviran wan ji erdê kevir rakirin, lê belê Îsa xwe veşart û ji Perestgehê ve derket.
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 9 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21