bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 13
John 13
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 14 →
1
Lê belê berî Cejna Fisihê, Îsa dizanîbû saeta wî ya ku ji vê dinê veqete û here cem Bav hatiye; wî ji yên ku di dinê de ên wî ne, hez kiribû û heta dawiyê ji wan hez kir.
2
Di dema xwarina êvarê de, Îblîs xwestina xwe kiribû dilê Cihûdayê Îsxeryotiyê lawê Şîmûn ku, ew wî bide dest.
3
Îsa zanîbû ku Bav her tiştî daye destê wî û ew ji cem Xwedê hatiye û dê dîsa vegere cem Xwedê.
4
Ew ji xwarinê rabû, ser kincê xwe danî aliyekî û pêşgîrek girt li pişta xwe pêça.
5
Pişt re av kir leganê û lingê şagirtên xwe şuştin û dest pê kir bi pêşgîra ku dabû pişta xwe lingên wan ziwa kirin.
6
Ew hat cem Şîmûn Pêtrûs û wî ji Îsa re got: Ya Xudan, ma tuyê lingên min bişo?
7
Îsa bersiv da û ji wî re got: Ez çi dikim tu niha fêhm nakî, lê belê pişt re tuyê fêhm bikî.
8
Pêtrûs jê re got: Tu carî tuyê lingên min neşo! Îsa bi gotina: Ger ez te neşom, para te bi min re nabe bersivê da.
9
Şîmûn Pêtrûs jê re got: Ya Xudan, tenê ne lingên min, lê belê dest û serê min jî bişo!
10
Îsa ji wî re got: Yê ku hatiye şuştin, xeynî lingên wî hewce nîne ku tu derekî wî yî din were şuştin; lê belê bitûmî paqij e; hûn jî paqij in, lê belê ne hemûyên we.
11
Ji ber, wî bi yê ku dê wî bide dest dizanîbû; ji bo vê yekê got: Hemûyên we ne paqij in.
12
Bi vî awayî piştî ku wî lingên wan şuşt û kincê xwe rahişt, dema dîsa li sifrê rûnişt; ji wan re got: Ma hûn bi tiştên ku min ji we re kirine, fêhm dikin?
13
Hûn ji min re Mamoste û Xudan dibêjin û hûn rast dibêjin, ji ber ku ez ew im.
14
Madem ku ez Xudan û Mamoste me û dîsa jî min lingên we şuştin; hewce dike ku hûn jî lingên hev û din bişon.
15
Ji ber, bona ku min ji we re kir, hûn jî bikin, vê wekokê dam we.
16
Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Kole ji efendiyê xwe ne mezintir e; yê ku hatiye şandin jî ji yê ku wî şandiye ve ne mezintir e.
17
Madem ku hûn bi van tiştan dizanin, ger hûn wan bikin, hûn ê dilşad bibin!
18
Ez ji bo we hemûyan nabêjim, ez bi yên ku min bijartine dizanim; lê belê bona Nivîsa Pîroz ya ku dibêje: Yê ku nanê min xwar, pahniyê xwe li min bilind kir, bête cîh e.
19
Ez ji we re vana berî ku bibin, ji niha ve dibêjim ku, hûn baweriyê bînin ku, ez ew im.
20
Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Kesê ku yê ez dişînim qebûl bike, min qebûl dike û yê ku min qebûl dike, ew yê ku min şandiye qebûl dike.
21
Îsa li pey gotina van tiştan, di ruh de gellek teng bû û wî şahdeyiyê kir û got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Dê yek ji we, min bide dest!
22
Şagirtan li hev û din nêrîn, miraq kirin ku ew ji bo kî dibêje.
23
Şagirtekî wî xwe dabû sînga Îsa; Îsa ji wî hez dikir.
24
Şîmûn Pêtrûs bona ku ew bipirse, ka bona kî gotiye; nîşanê da wî.
25
Ew jî li sînga Îsa paldayî, jê re got: Ya Xudan, kî ye ew?
26
Îsa bersiv da: Ew, yê ku ez ê pariyê nên dakim û bidim wî ye. Û pişt re wî pariyê nan di xwarinê de dakir û da Cihûdayê Îsxeryotiyê lawê Şîmûn.
27
Piştî pariyê, wê demê Îblîs ket hundirê wî. Îsa jî ji wî re got: Tiştê ku tu dixwazî bikî, zû bike!
28
Ji yên ku li sifrê rûdiniştin, tu kesî fêhm nekirin ku, wî bona çi vê gotinê jê re got.
29
Bona ku kîsikê pera bi Cihûda re bû, hinekan ji wan gotin, dibe ku Îsa ji wî re gotibe: Bo cejnê ji me re tiştên ku lazim in bikire, an jî, tiştekî bide feqîran!
30
Dema ku Cihûda pariyê nan girt, ew hema derket derve. Û şev bû.
31
Dema ku ew derket derve, Îsa got: Lawê Mirov niha hatiye bilind kirin û Xwedê jî di wî de bilind bû!
32
Ger Xwedê di wî de hatibe bilind kirin, Xwedê jî dê wî di xwe de bilind bike û ew ê hema wî bilind bike.
33
Zarokno, ez hîn demekê kurt li cem we me. Hûn ê li min bigerin û mîna ku min ji Cihûdan re got: Niha ji we re jî dibêjim, hûn nikarin werin cîhê ku ez diçimê!
34
Ez emirekî nû didim we: Ji hev û din hez bikin. Mîna ku min ji we hez kir, hûn jî ûsa ji hev û din hez bikin.
35
Ger hezkirina we ji hev û din re hebe, her kes dê fêhm bike ku hûn şagirtên min in.
36
Şîmûn Pêtrûs ji wî re got: Ya Xudan, ma tu diçî ku derê? Îsa bersiv da wî: Tu niha nikarî li pey min werî cîhê ku ez ê herimê, lê belê paşê tuyê li pey min werî.
37
Pêtrûs jê re got: Ya Xudan, ma çima ez niha nikarim li pey te werim? Ez ji bo te canê xwe didim!
38
Îsa bersiv da wî: Tuyê ji bo min canê xwe bidî? Bi rastî û bi rastî ez ji te re dibêjim: Heta ku tu min sê carî înkar nekî, dîk naure!
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 14 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21