bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 7
John 7
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 8 →
1
Û piştî vêya Îsa li Celîlê digeriya; ji ber, bona Cihûdan dixwestin ku wî bikujin, wî nexwest li Cihûstanê bigere.
2
Cejna Cihûdan ya Çardax çêkirinê nêzîk bû.
3
Û birayên wî jê re gotin: Ji vê derê derkeve û here Cihûstanê ku, bila şagirtên te jî karên ku tu çêdikî bibînin!
4
Ji ber, ew kesê ku dixwaze xwe bi eşkereyî bide nas kirin, karê ku çêdike, venaşêre; ger ku tu van tiştan çêdikî, xwe nîşanî dinê bide!
5
Ji ber ku birayên wî jî bawerî bi wî nedianîn.
6
Îsa ji wan re got: Wexta min hîn nehatiye, lê belê bo we wext her dem li cîh e.
7
Dinya ji we nakerihe, lê belê ji min dikerihe; ji ber ku ez di derheqê dinê de şahdeyiyê dikim ku karên wê xerab in.
8
Hûn herin vê cejnê; ez hîn naçim vê cejnê; ji ber ku wexta min hîn temam nebûye.
9
Piştî wî ev tiştên hanê ji wan re got, li bajarê Celîlê ma.
10
Lê belê dema ku birayên wî çûn cejnê, ew bi xwe jî wê demê, ne bi eşkereyî, lê belê mîna ku bi dizîka be, çû.
11
Cihûdan jî di cejnê de li wî digeriyan û digotin: Ew li ku derê ye?
12
Di nav ajawê de di derheqê wî de gellek miremir çêbûn. Hinekan digot: Ew zilamek qenc e! Hinên din jî digotin: Na, lê belê ew gel ji rê derdixîne!
13
Lê belê ji tirsa Cihûdan, kesî di derheqê wî de nikarîbû bi eşkeretî biaxife.
14
Êdî gava ku bû nêviyê cejnê, Îsa çû Perestgehê û dest bi hînkirinê kir.
15
Û Cihûdan ecêb mabûn û: Çawa ku tu carî lê nehatiye hîn kirin, lê ev zilam çawa bi nivîsan ve dizane? gotin.
16
Îsa bersivê da wan û got: Hînkariya min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê.
17
Ger kesek bixwaze xwestina wî bîne cîh, ew ê bizanibe, ka ev hînkarî ya Xwedê ye, an ez ji xwe dibêjim.
18
Yê ku ji xwe dibêje, li bilindahiya xwe digere, lê belê yê ku li bilindahiya kesê ku ew şandiye digere, rast e û di wî de neheqî nîne.
19
Ma Mûsa zagonê neda we? Dîsa jî qet kesek di nav we de zagonê bi cîh nayne. Çima hûn bona kuştina min dixebitin?
20
Ajaweyê bersiv da û got: Tu cindar bûyî! Ma kî bona ku te bikuje dixebite?
21
Îsa bersiv da û ji wan re got: Min xebatek çêkir û hûn hemû şaş dibin.
22
Mûsa sunetê da we (ku, ne ji Mûsa ye, lê ji bapîran e); hûn roja Sebtê mirovekî sunet dikin.
23
Bona ku zagona Mûsa xerab nebe, mirovek roja Sebtê tê sunet kirin û bona ku min di roja Sebtê de mirovek bitûmî baş kir, ma çima hûn bi min re dixeyîdin?
24
Mîna dîtina çavan daraziyê mekin, bi rastî daraziyê bikin!
25
Wê demê ji mirovên Orşelîmê hinekan gotin: Ma yê ku bona kuştina wî dixebitiyan, ne ev e?
26
Û a vay, ew niha bi eşkereyî diaxife û kesek ji wî re tiştekî nabêje. Gelo serokan bi rastî fêhm kirine ku ew Mesîh e?
27
Lê belê em bi vî zilamî dizanin, ji ku derê ye; lê belê ger Mesîh were, kes nizane ku ew ji ku derê ve tê.
28
Wê demê Îsa di Perestgehê de hîn dikir û wî dengê xwe bilind kir û got: Hûn him min nas dikin û him jî dizanin ku ez ji ku derê me! Û ez bi xwe nehatim, lê belê yê ku min şandiye rastî ye; hûn wî nas nakin.
29
Ez wî nas dikim; ji ber ku ez ji wî me û wî min şandiye.
30
Li ser vê yekê wan xwestin ku wî bigirin, lê belê qet kesekî destê xwe neavêt ser wî; ji ber ku saeta wî hîn nehatibû.
31
Lê belê ji gel pirr kesan bawerî bi wî anîn û gotin: Dema ku Mesîh were, ma qey ji yên ku ev dike, dê hîn jî zêdetir elametan çêbike?
32
Fêrisiyan bihîstin ku gel di derbarê Îsa de, van tiştan diaxifin û Serokên kahînan û Fêrisiyan ji bo girtina wî karmendan şandin.
33
Û Îsa got: Ez hîn demekî kurt bi we re me û pişt re ez ê biçim cem yê ku ez şandime.
34
Hûn ê li min bigerin û hûn min nabînin û hûn nikarin werin cîhê ku ez lê me.
35
Ji ber vê yekê Cihûdan ji hev û din re gotin: Gelo ev mirov dê bi ku ve biçe ku em nikarin wî bibînin? Ma ew ê biçe cem yên ku di nav Grekiyan de belav bûne û Grekiyan hîn bike?
36
Ev gotina ku dibêje: Hûn ê li min bigerin û hûn min nabînin û hûn nikarin werin cîhê ku ez lê me, gelo çî ye?
37
Di roja dawîn û mezin ya cejnê de, Îsa rabû ser piyan bang kir û got: Ger kesek tî bibe, bila were cem min û vexwe!
38
Mîna ku Nivîsa Pîroz dibêje, yên ku baweriyê bi min bînin, di hundirê wan de dê çemên avên zindî biherikin.
39
Lê belê wî ev di derheqê Ruh de got, yê ku baweriyê bi wî bînin, dê bistandana; bona ku Ruh hîn nehatibû dayîn, ji ber ku Îsa hîn nehatibû bilind kirin.
40
Dema ku ji gel hin kesan van gotinan bihîstin, gotin: Bi rastî ev ew Peyxamber e.
41
Hin kesan jî gotin: Ev Mesîh e! Lê belê hin kesan jî gotin: Çi! Ma Mesîh dê ji Celîlê bê?
42
Ma Nivîsa Pîroz negotiye, dê Mesîh ji nîjada Dawid û ji gundê Beytlehemê ya ku Dawid jê ye, were?
43
Bi vî awayî di nav gel de ji ber Îsa cudayî çêbû.
44
Hin kesan ji wan xwestin ku wî bigirin, lê belê kesî destê xwe nedan wî.
45
Di wê navberê de karmend vegeriyan cem serokên kahînan û Fêrisiyan; vana ji karmendan re gotin: Ma we çima wî neanîn?
46
Karmendan bersivê dan: Tu kes tu carî, mîna vî zilamî negotiye!
47
Fêrisiyan bersivê dan wan: Ma hûn jî hatin çewt kirin?
48
Ma ji serokan, an ji Fêrisiyan, tu kesek baweriyê bi wî aniye?
49
Lê belê ev gelê ku zagonê nizane, bi nalet e!
50
Nîkodêmûsê ku yekî ji wan bû û ji berê ve bi şev hatibû cem Îsa, ji wan re got:
51
Ma zagona me, heta ku mirovekî guhdarî neke û hînî tiştên ku ew dike jî nebe, daraziyê li wî dike?
52
Wan bersiv dan û ji wî re gotin: An na, ma tu jî ji Celîlê yî? Lê bigere û binihêre, ji Celîlê tu peyxamber dernakeve!
53
Û her kes çû mala xwe.
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21