bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 21
John 21
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
1
Piştî van tiştan, Îsa di tenişta gola Taberiyê de xwe dîsa nîşanî şagirtan da. Û wî bi vî awayî xwe nîşan da:
2
Şîmûn Pêtrûs, Tûmasê ku jê re Zo digotin û ji Kanaya Celîlê Natanyêl û lawên Zebedî û du heb şagirtên wî yên din bi hev re bûn.
3
Şîmûn Pêtrûs ji wan re got: Ez diçim girtina masiyan! Wan gotin: Em jî bi te re bên. Ew derketin û siwarî lotkê bûn û wan wê şevê tiştekî negirtin.
4
Dema ku êdî roj hilat, Îsa di tenişta golê de sekinî, lê belê şagirtan fêhm nekirin ku, ew Îsa ye.
5
Û Îsa ji wan re got: Zarokno, ma xwarinek we heye? Wan bi gotina: Na! bersivê dan wî.
6
Wî jî ji wan re got: Torê berdin aliyê rastê yê lotkê, hûn ê bibînin! Li ser vê yekê wan berdan û ji ber pirrbûna masiyan êdî wan nikarîbûn ku torê kaş bikin.
7
Wê demê şagirtê ku Îsa jê hez dikir, ji Pêtrûs re got: Ev Xudan e! Şîmûn Pêtrûs, dema bihîst ku ew Xudan e, kirasê xwe li xwe pêçand, ji ber ku ew tazî bû û xwe avêt golê.
8
Lê belê wan şagirtên din, tora masiyan kaş kirin bi lotka biçûk ve hatin; (ji ber ku ew ji reşayiyê ne dûr bûn, lê qasî du sed gezî dûr bûn).
9
Dema derketin reşayiyê, wan dîtin ku agirê komirê dişewite û li ser agir masî û nan hene.
10
Îsa ji wan re got: Niha wan masiyên ku we girtine bînin!
11
Û Şîmûn Pêtrûs li lotkê siwar bû û tora ku bi sed û pêncî û sê masiyên mezin ve tijî ye kişand reşayiyê û çawa ku ewqas pirr bûn jî, dîsa jî tor neçiriya.
12
Îsa ji wan re got: Werin, taştê bixwin! Tu şagirtekî newêriya ku jê pirs bike û bibêje: Ma tu kî yî? Ji ber wan dizanîbûn ku, ew Xudan e.
13
Îsa hat nan rahişt, da wan û bi vî awayî masî jî da wan.
14
Îsa piştî ji mirinê rabû, niha ev cara sisiyan bû ku, wî xwe nîşanî şagirtên xwe dida.
15
Bi vî awayî dema wan taştê xwarin, Îsa ji Şîmûn Pêtrûs re got: Ya Şîmûnê lawê Yûhena, ma tu ji van hîn jî zêdetir ji min hez dikî? Wî jê re got: Belê, ya Xudan, tu dizanî ku ez ji te hez dikim! Îsa jî ji wî re got: Berxên min biçêrîne!
16
Cara diduyan dîsa ji wî re got: Ya Şîmûnê lawê Yûhena, ma tu ji min hez dikî? Wî jê re got: Belê, ya Xudan, tu dizanî ku ez ji te hez dikim. Îsa ji wî re got: Mîhên min biçêrîne!
17
Cara sêwemîn jê pirs kir: Ya Şîmûnê lawê Yûhena, ma tu ji min hez dikî? Pêtrûs ji ber ku wî cara sêwemîn jê pirs kir û got: Ma tu ji min hez dikî? xemgîn bû û ji wî re got: Ya Xudan, tu bi her tiştî dizanî; tu dizanî ku, ez ji te hez dikim. Îsa ji wî re got: Mîhên min biçêrîne!
18
Bi rastî û bi rastî ez ji te re dibêjim: Gava ku tu xort bû, te xwe girê dida û bi ku ve bixwesta tuyê biçûya wê derê; lê belê gava ku tu kal bibî, tuyê destê xwe dirêj bikî û yekî din dê te girê bide û te bibe cîhê ku tu naxwazî biçê.
19
Wî vêya, bona ku ka dê ewê bi mirinek çi awayî Xwedê bilindtir bike, nîşan bide, got. Û piştî ku vêya axifî, jê re got: Li pey min were!
20
Pêtrûs li paş xwe vegeriya û dît, ew şagirtê ku Îsa jê hez dikir li pey wan tê. Ew şagirtê ku, di xwarina êvarê de, xwe dabû ber sînga Îsa û gotibû: Ya Xudan, ew ê ku te bide dest kî ye?
21
Pêtrûs wî dît û ji Îsa re got: Ya Xudan, ma dê vêya çi bibe?
22
Îsa ji wî re got: Ger ez bixwazim heta ku ez werim, ew bisekine, ma çiyî te ji vê ye? Tu li pey min were!
23
Bi vî awayî: Di nav birayan de gotin derket ku, ew şagirt namire. Lê belê Îsa ji wî re negotibû ku: Ew namire; lê belê wî tenê gotibû ku: Ger ez bixwazim heta ku ez werim, ew bisekine, ma çiyî te ji vê ye?
24
Şagirtê ku şahdeyiyê ji van tiştan re dike û van tiştan nivîsandiye ew e û em dizanin ku, şahdeyiya wî rast e.
25
Hîn gellek karên din yên ku Îsa çêkiriye hene; ez bawer im ku, ger ew yek bi yek bihatana nivîsandin, kitêbên ku dê bihatana nivîsandin heta ku di dinê de jî bi cîh nebûna. Amîn.
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21