bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 9
John 9
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 10 →
1
Û dema ku ew derbas dibû, mirovekî ku ji bûyîna xwe ve kor e dît.
2
Şagirtên wî jê pirs kirin û gotin: Rebbî, ji bo ku ev zilam kor welidiye kî guneh kir; wî, an jî dayik û bavê wî?
3
Îsa bersiv da: Ne wî guneh kir, ne jî dayik û bavê wî; lê bona ku karên Xwedê li ser wî daxuyanî bibin, ew çêbûye!
4
Divê hîn ku roj e ez karên yê ku ez şandime bikim; şev tê, wê çaxê tu kes nikare kar bike.
5
Heta ku ez di dinê de me, ez ronahiya dinê me.
6
Piştî ku wî van tiştan got, tûyî erdê kir, bi tûka xwe heriyê çêkir û wê heriyê di çavên wî da
7
û ji wî re got: Here, di burka Şîloamê (ku bi navê: Hatiye Şandin, tête wergerandin) de xwe bişo! Ew jî çû xwe şuşt û çavê wî vebû û bi vî awayî vegeriya hat.
8
Wê demê cînarê wî û ew kesên ku dîtibûn ew berê parsek bû, gotin: Ma viya ne ew mirovê ku rûdinişt û parsê dikire yî?
9
Hinan gotin: Erê, ew e! hinekan gotin: Na, ew nîne, lê belê mîna wî ye! Wî bi xwe got: Ez im!
10
Wê çaxê wan jê re gotin: Ma çavê te çawa vebûn?
11
Wî bersiv da û got: Ew mirovê ku navê wî Îsa ye, wî heriyê çêkir û di çavê min ve da û ji min re got: Here, di burka Şîloamê de xwe bişo! Lê gava ez çûm li wê derê û min xwe şuşt, çavên min vebûn.
12
Wan ji wî re gotin: Ew li ku ye? Wî got: Ez nizanim!
13
Ew mirovê ku berê kor bû, birin cem Fêrisiyan.
14
Roja ku Îsa herî çêkir û çavên wî vekirin, roja Sebtê bû.
15
Fêrisiyan jî dîsa ji wî pirs kirin û gotin, çavên te çawa vebûn? Wî jî ji wan re got: Wî herî di çavên min ve da, min jî xwe şuşt û niha dibînim!
16
Ji ber vê yekê ji Fêrisiyan hin kesan gotin: Ev mirov ne ji Xwedê ye; ji ber ku ew bi roja Sebtê ve nagire! Hinên din jî gotin: Gunehkarek çawa dikare ku mûcîzeyên ûsa çêbike? Û di navbera wan de cudayî çêbû.
17
Wan dîsa ji mirovê kor re gotin: Tu ji bo wî mirovê ku çavên te vekirine, çi dibêjî? Wî jî got: Ew peyxamber e!
18
Cihûdan heta ku bangî dayik û bavê wî mirovê ku berê kor bû nekirin, bawer nekirin ku ew berê kor bû û niha çavên wî vebûne.
19
Û ji wan pirs kirin û gotin: Ma lawê we yê ku hûn dibêjin kor welidiye, ev e? Ger wisa be, ma niha ew çawa dibîne?
20
Dayik û bavê wî bersiv dan wan û gotin: Em zanin ku ev lawê me ye û kor welidiye;
21
lê belê em nizanin ku ew niha çawa dibîne, an jî kî çavên wî vekirine em nizanin; jê pirs bikin. Ew mezin e, ji bo xwe bila ew biaxife!
22
Dayik û bavê wî ji Cihûdan ditirsiyan, bo vê yekê wan ûsa got; ji ber ku Cihûdan di nav xwe de biryarê dabûn ku, kî bi eşkereyî bibêje ew Mesîh e, ew ê wan ji keniştê bavêjin.
23
Bo vê yekê dayik û bavê wî gotin: Ew mezin e, ji wî bipirsin!
24
Li ser vêya wan cara duwemîn bangî mirovê ku berê kor bû kirin û jê re gotin: Şikiryê ji Xwedê re bike! Em dizanin ku ev zilamekî gunehkar e.
25
Wî jî bersiv da û got: Ew gunehkar e an jî ne gunehkar e, ez nizanim. Ez tiştekî dizanim: Ez kor bûm û niha dibînim!
26
Wê çaxê ji wî re gotin: Wî ji te re çi kir? Wî çavên te çawa vekir?
27
Wî bersiv da wan: Min niha ji we re got û we guhdarî nekirin; çima hûn dixwazin vêya dîsa bibihîzin? An hûn jî dixwazin bibin şagirtên wî?
28
Wan ji wî re kufrê kirin û gotin: Tu şagirtê wî yî! Lê belê em şagirtên Mûsa ne.
29
Em dizanin ku Xwedê ji Mûsa re gotiye; lê belê em nizanin ku ev mirov ji ku ve hatiye.
30
Mirov bersiv da wan û ji wan re got: Ev e tiştê ku mirov şaş dike, hûn nizanin ew ji ku ve hatiye, lê belê wî çavên min vekirin!
31
Em dizanin ku Xwedê guh nade kesên gunehkar; lê belê ger kesek ji Xwedê re peristinê bike û xwestina wî bîne cîh, ew guh dide wî.
32
Ji demên bêpêşî ve hîn kesî nebihîstiye ku, tu kesî çavên mirovekî ku kor welidiye, vekiriye.
33
Ger ev mirov ne ji Xwedê bûya, wî nikarîbû ku tu tiştekî çêbike!
34
Wan bersiv dan û ji wî re gotin: Tu ji ser û pê di nav gunehan de bûyiye, ma tuyê hînî me bikî? Û wan wî avêtin derve.
35
Îsa bihîst ku wan wî avêtine derve û gava wî ew dît jê re got: Tu baweriyê bi Lawê Mirov tînî?
36
Wî bersiv da û got: Ya Xudan, kî ye ku, ez baweriyê bi wî bînim?
37
Îsa ji wî re got: Him te wî dît û him jî yê ku bi te re diaxife, ew e!
38
Û wî got: Ya Xudan, ez bawer dikim! û ji wî re secde kir.
39
Îsa jî got: Ez hatim, bila yên ku kor in, bibînin û yên ku ne kor in jî kor bibin; ez ji bo darazkirinê hatim vê dinê.
40
Hin kesên Fêrisî yên li cem wî bûn, dema ku ev bihîstin, jê re gotin: Ma em jî kor in?
41
Îsa ji wan re got: Ger hûn kor bûna, gunehên we dê tunebûya; lê belê niha hûn dibêjin: Em dibînin, bo vê yekê gunehê we dimîne!
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21