bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 5
John 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 6 →
1
Piştî vêya cejneke Cihûdan hebû û Îsa çû Orşelîmê.
2
Li Orşelîmê, li cem Deriyê Mîhê, hewzek bi zimanê Îbranî jê re Beythesta tê gotin; ya ku pênc eywanên wê hebûn, heye.
3
Di nav vana de civakek mezin ya nexweşan, ya ji kor û kûd û falinc radiketin; ew li benda çelqandina avê bûn.
4
Ji ber ku dem demî milyaketekî Xudan dadiket nav û avê diçelqand. Paşî ku av diçelqiya, kesê ku pêşiyê biketa nav avê, her bi çi nexweşiyê ve ketibe, ji wê ve xelas dibû.
5
Û zilamekî ku sî û heyşt sal nexweşiya xwe dikişîne li wê derê bû.
6
Gava Îsa wî veketî dît û bi zanîna ku ew demekî dirêj e nexweş e; jê re got: Ma tu dixwazî baş bibî?
7
Nexweş bersivê da wî: Efendî, dema ku av diçelqe, kesê min tune ku min deyne nav avê û dema ku ez têm, berî min yekî din dikeve nav avê.
8
Îsa ji wî re got: Rabe, livînê xwe hilde û bimeşe!
9
Û zilam hema baş bû û livînê xwe hilgirt û meşiya. Ew roj roja Sebtê bû.
10
Ji ber vê yekê Cihûdan ji wî mirovê ku baş bûye re gotin: Îro Sebt e; ji te re ne caiz e ku tu livînê xwe rake!
11
Lê belê wî bersiv da wan: Ew mirovê ku ez baş kirim, ji min re got, livînê xwe hilgire û bimeşe!
12
Wan jê pirs kirin: Mirovê ku ji te re got: Livînê xwe hilgire û bimeşe kî ye?
13
Lê belê zilamê ku baş bûbû, nezanîbû ku ew kî ye; ji ber ku li wê derê zehf ajawe hebû, Îsa vekişiyabû.
14
Piştî vêya, Îsa wî di Perestgehê de dît û ji wî re got: A vay, tu baş bûyî; êdî gunehan neke ku tiştek hîn jî xerabtir neyê serê te!
15
Mirov çû cem Cihûdan û ji wan re got, ew mirovê ku ez baş kirim Îsa ye.
16
Ji bo vê yekê Cihûdan li Îsa digeriyan û dixwestin ku wî bikujin; ji ber ku wî, vî karî di roja Sebtê de çêkiribû.
17
Lê belê Îsa bersiv da wan: Bavê min heta niha dixebite û ez jî dixebitim.
18
Ji bo vê yekê Cihûdan hîn jî bêtir bo kuştina Îsa xebitîn; ji ber ku ew tenê bi xera kirina roja Sebtê nema bû, lê belê bi gotina: Xwedê Bavê min e, wî xwe bi Xwedê re kiribû yek.
19
Ji bo vê yekê Îsa bersiv da û ji wan re got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Xeynî kirina Bav, ya ku dibîne, Law nikare ji xwe tiştekî bike; ji ber ku ew her çi tiştî bike, Law jî wana bi vî awayî dike.
20
Ji ber ku Bav ji Law hez dike û hemû tiştên ku ew bi xwe dike nîşanî wî dide û bona hûn şaş bimînin, dê ew hîn xebatên ji vana mezintir nîşanî wî bide.
21
Ji ber ku Bav, çawa dikaribe miriyan rake û jiyanê bide wan, Law jî ûsa bo kî bixwaze wan divejîne.
22
Ji ber ku Bav tu kesî daraz nake, lê wî hemû rayedariya darazîkirinê daye Law;
23
da ku, çawa her kes hurmetê ji Bav re dikin, bila ji Law re jî hurmetê bikin. Yê ku hurmetê ji Law re nake, ew hurmetê ji Bavê ku wî şandiye re jî nake.
24
Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Her kesê ku gotinên min bibihîze û bawerî bi yê ku min şandiye bîne, jiyana wî ya abadîn heye û nayê darazîkirin, lê belê ew ji mirinê derbasî jiyanê bûye.
25
Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Dem tê ku, mirî dê dengê Lawê Xwedê bibihîzin û niha ye û yên ku bibihîzin dê bijîn.
26
Ji ber, çawa ku di Bav de jiyan heye, bi vî awayî wî vê rayedariyê da Law jî.
27
Û rayedariya darazî kirinê jî da wî; ji ber ku ew Lawê Mirov e.
28
Bi vêya şaş mebin! Ji ber ku saet tê, di wê saetê de hemûyên ku di goran de ne, dê dengê wî bibihîzin
29
û yên ku qencî kirine dê ji bo qiyameta jiyanê û yên ku xerabî kirine dê ji bo qiyameta darazbûnê derkevin.
30
Ez ji ber xwe nikarim tu tiştî bikim. Ez çawa dibihîzim ûsa daraz dikim û daraziya min rast e; ji ber ku ez ne li xwestina xwe digerim, lê belê li xwestina yê ku min şandiye digerim.
31
Ger ez bo xwe şahdeyiyê bikim, şahdeyiya min ne rast e.
32
Yê ku ji bo min şahdeyiyê dike, yekî din e û ez dizanim şahdeyiya ku ew ji bo min dike rast e.
33
We mirov şandin cem Yehya û wî ji rastiyê re şahdeyiyê kir.
34
Lê belê şahdeyiya ku min qebûl kiriye, ne ji mirova ye, lê ji bo hûn xelas bibin ez vana dibêjim.
35
Ew, mîna çirakê vêketî û şewledar bû û we xwestin ku, hûn ji bo demekê di şewla wî de kêfxweş bibin.
36
Lê belê şahdeyiyekî min heye, ew ji ya Yehya hîn jî mezintir e; ji ber, ev karên ku ez dikim, yên Bav dane min ku ez pêk bînim, ew ji bo min şahdeyiyê dikin ku Bav min şandiye.
37
Bavê ku min şandiye bi xwe jî ji bo min şahdeyiyê kiriye. We tu carî ne dengê wî bihîstine û ne jî wecê wî dîtine.
38
Û gotina wî di we de nasekine; ji ber ku hûn bawerî bi kesê ku wî şandiye, nakin.
39
Hûn lêkolînê li Nivîsên Pîroz dikin, ji ber ku hûn dibêjin qey jiyana we ya abadîn di wan de ye û yên ku ji bo min şahdeyiyê dikin jî ew in!
40
Û hûn bona jiyana we hebe, naxwazin ku werin cem min.
41
Ez ji mirovan pesnahiyê qebûl nakim.
42
Lê belê ez bi we dizanim ku, di hundirê we de, hezkirina Xwedê nîne.
43
Ez bi navê Bavê xwe hatim, lê hûn min qebûl nakin. Ger yekî din bi navê xwe were, hûn ê wî qebûl bikin.
44
Hûn ku, pesnê ji hev û din qebûl dikin û ji pesnahiya ku ji Xwedayê tekane ve tê nagerin, ma hûn ê çawa baweriyê bi min bînin?
45
Hûn nebêjin ku qey ez we li cem Bav sûcdar dikim. Yê ku we sûcdar dike Mûsa ye, ew ê ku we hêviya xwe bi wî ve girêdaye.
46
Ji ber ku ger we bawerî bi Mûsa bianiyana, weyê bawerî bi min jî bianîna; ji ber ku wî ji bo min nivîsiye.
47
Lê belê dema ku hûn bawerî bi nivîsên wî neynin, ma hûn ê çawa baweriyê bi gotinên min bînin?
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21