bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 14
John 14
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 15 →
1
Bila dilê we teng nebe! Baweriyê bi Xwedê bînin û bi min jî baweriyê bînin!
2
Di mala Bavê min de gellek şunwar hene; ger tunebûya, min ê ji we re bigota; ji ber ez diçim ku ji we re cîh amade bikim.
3
Û ger ez herim û ji we re cîh amade bikim û bona ku hûn jî li wî cîhê ku ez lê me bibin; ez ê dîsa werim û we bigirim cem xwe.
4
Hûn rêya cîhê ku ez diçimê, dizanin.
5
Tûmas jê re got: Ya Xudan, em nizanin ku tu bi ku ve diçî, ma em ê çawa bi rê bizanibin?
6
Îsa ji wî re got: Rê, rastî û jiyan ez im; heta ku ne bi navberiya min be, tu kes nikare were cem Bav!
7
Ger we min nas bikirana, weyê Bavê min jî nas bikirana û ji niha ve hûn bi wî dizanin û we ew dîtin.
8
Fîlîpûs ji wî re got: Ya Xudan, Bav nîşanî me bide û ew ji me re bes e!
9
Îsa ji wî re got: Fîlîpûs, ez ewqas dem e bi we re me, ma te hîn min nas nekiriye? Kî ku min dîtibe, wî Bav dîtiye. Ma tu çawa dibêjî: Bav nîşanî me bide?
10
Ma qey tu bawer nakî ku, ez di Bav de me û Bav jî di min de ye? Gotinên ku ji we re dibêjim, ez bi xwe û xwe nabêjim, lê belê Bavê ku di min de disekine, xebatên xwe dike.
11
Bawerî bi min bînin ku; ez di Bav de me û Bav jî di min de ye; qet nebe ji ber wan xebatan baweriyê bînin!
12
Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Yê ku baweriyê bi min bîne, dê bikaribe ev xebatên ku ez çêdikim, bi xwe jî çêbike, heta dikare ku mezintirên wan jî çêbike; ji ber ku ez diçim cem Bav.
13
Hûn bi navê min her çi bixwazin, ez ê wê bikim; da ku, Bav di Law de bilind bibe.
14
Ger ku hûn bi navê min tiştekî bixwazin, ez ê wê bikim.
15
Ger hûn ji min hez dikin, emirên min bînin cîh!
16
Ez ê jî lava ji Bav re bikim û dê ew ê Xemrevînkirek din, Ruhê Rasteqîniyê bide we; da ku, ew heta bêdawiyê bi we re bimîne.
17
Dinya nikare wî qebûl bike; ji ber ku ew ne wî dibîne û ne jî bi wî dizane; lê belê hûn wî nas dikin; ji ber ku ew li cem we disekine û dê di hundirê we de be.
18
Ez we sêwî nahêlim, ez ê werim cem we.
19
Paşî demek dinî kurt û êdî dinya min nabîne; lê belê hûn ê min bibînin; madem ku ez dijîm, hûn ê jî bijîn!
20
Di wê rojê de hûn ê bizanibin ku, ez di Bav de me û hûn di min de ne û ez jî di we de me.
21
Yê ku emirên min qebûl dike û wan bi cih tîne, ew e yê ku ji min hez dike, yê ku ji min hez dike; ew ê ji aliyê Bavê min ve bête hezkirin; ez ê jî ji wî hez bikim û ez ê xwe nîşanî wî bidim.
22
Cihûda (ne yê Îsxeryotî) jê re got: Ya Xudan, ma çawa dibe ku, tu xwe nîşanî dinê nadî, lê nîşanî me didî?
23
Îsa bersiv da û jê re got: Kî ji min hez bike, dê bi gotina min bigire û Bavê min ji wî hez dike û em tên cem wî û li cem wî şunwarê digirin.
24
Yê ku ji min hez neke, bi gotinên min nagire û gotina ku we bihîst ne ya min e, lê belê ya Bavê ku min şandiye yî.
25
Gava ez hîn li cem we me, min ji we re van tiştan got.
26
Lê belê Xemrevînkir, Ruhê Pîroz, yê ku dê Bav bi navê min bişîne, dê ew ê her tiştî hînî we bike û dê hemû gotinên ku min ji we re gotine bîne bîra we.
27
Ez aşitiyê ji we re dihêlim, ez aşitiya xwe didim we. Ez mîna ku dinya dide nadim we; bila dilê we teng nebe û metirse!
28
We bihîstin ku min ji we re got: Ez diçim û ez ê werim cem we! Ger we ji min hez bikirana, bona ku ez diçim cem Bav, hûn ê kêfxweş bibûna; ji ber ku Bavê min ji min mezintir e.
29
Û bona ku dema bibe, hûn bawer bikin, min berî ku bibe ji we re got.
30
Ez êdî bi we re gellekî tiştan naaxifim; ji ber ku serokê vê dinê tê û tu tiştekî wî di min de nîne.
31
Lê belê bila dinya bizanibe ku, ez ji Bav hez dikim û Bav çawa emir daye min, ez ûsa dikim. Rabin, em ji vir herin!
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21