bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 3
John 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 4 →
1
Di nav Fêrisiyan de, zilamek bi navê Nîkodêmûs hebû ku rêberekî Cihûdan bû.
2
Ev zilama bi şev hate cem Îsa û ji wî re got: Rebbî, em dizanin ku tu mamosteyekî ji Xwedê ve hatiye yî; ji ber ku ger Xwedê ne bi wî re be, qet kesek nikare van mûcîzetên ku tu çêdikî, bike.
3
Îsa bersiv da û ji wî re got: Bi rastî û bi rastî ez ji te re dibêjim: Heta ku mirovek ji nû ve newelide, nikare Serweriya Xwedê bibîne!
4
Nîkodêmûs jê re got: Ger mirov kal be, çawa dikare biwelide? Ma dikare ku cara duwemîn bikeve rehma dayika xwe û biwelide?
5
Îsa bersiv da: Bi rastî û bi rastî ez ji te re dibêjim: Heta ku mirovek ji avê û ji ruh ve newelide, nikare bikeve Serweriya Xwedê!
6
Yê ku ji bedenê welidiye beden e û yê ku ji Ruh ve welidiye Ruh e.
7
Şaş nebe ku, min ji te re got: Hûn divê ji nû ve biwelidin!
8
Ba ji kîjan alî ve bixwaze ûsa tê; tu dengê wê dibihîzî, lê belê ji ku ve tê û diçe ku derê, tu wê nizanî; her kesê ku ji Ruh welidîne jî ûsa ne.
9
Nîkodêmûs bersiv da û ji wî re got: Vana çawa dikarin çêbibin?
10
Îsa bersiv da û ji wî re got: Tu mamosteyê Îsraêlê yî û dîsa jî vana fêhm nakî?
11
Bi rastî û bi rastî ez ji te re dibêjim: Em tiştê ku dizanin dibêjin û ji tiştê ku me dîtine re şahdeyiyê dikin û hûn şahdeyiya me qebûl nakin.
12
Dema ku min ji we re qala tiştê dinê kir we bawerî nekir, wê çaxê ger ez qala tiştê ezmanî bikim hûn ê çawa bawer bikin?
13
Tu kes hilnekişiyaye ezman; tenê Lawê Mirov yê ku ji ezman hatiye xwar hilkişiyaye; ew ku, li ezmanê ye.
14
Û çawa ku Mûsa di çolê de mar bilind kir, divê Lawê Mirov jî ûsa bilindî jor bibe;
15
da ku, her kesê bawerî bi wî bîne, bila helaq nebe; lê jiyana wî ya abadîn hebe.
16
Ji ber ku Xwedê evqas pirr ji dinê hez kir ku, Lawê xwe yê tekane da; da ku, bila tu kes, ji yên bawerî bi wî bîne helaq nebe, lê bila jiyana wî ya abadîn hebe.
17
Ji ber ku Xwedê bona dinê daraz bike Lawê xwe neşand, lê bona ku dinya bi wî xelas bibe, wî şand.
18
Ew kesê ku bawerî bi wî bîne, nayê daraz kirin; lê belê yê ku bawerî bi wî neaniye, ew jixwe hatiye daraz kirin; ji ber ku wî bawerî bi navê Lawê Xwedê yê tekane neaniye.
19
Û darazî ev e ku, ronahî hat dinê û mirovan ji ronahiyê zêdetir ji tariyê hez kirin; ji ber ku karên wan xerabî bû.
20
Ji ber, her kesê ku xerabiyê dike, ji ronahiyê dikerihe û ji bo ku xebatên wî xuya nebin, ew nayê ronahiyê.
21
Lê belê bona, şuxulandina karê wî yê di Xwedê de bête xuyanî kirin, yê ku rasteqîniyê dike, tê ronahiyê.
22
Piştî vêya, Îsa û şagirtên xwe hatin warê Cihûstanê û Îsa li wê derê, bi wan re ma û vaftîz dikir.
23
Yehya jî nêzîkî Salîmê, li Aynonê vaftîz dikir; ji ber ku li wê derê zehf av hebû û ew dihatin û li wê derê vaftîz dibûn.
24
Ji ber ku Yehya hîn neavêtibûn zîndanê.
25
Û di navbera şagirtên Yehya û Cihûdekî de, di derheqê kevneşopiya paqijbûnê de guftegoyek derket.
26
Û ew hatin cem Yehya û gotin: Mamoste, yê ku li aliyê çemê Urdunê bi te re bû, zilamê ku te ji bo wî şahdeyiyê kir, a vay, ew kes vaftîz dike û her kes tên cem wî!
27
Yehya bersiv da û got: Dema ku ji jor ve tiştek neyê dayîn, kesek nikare tiştekî bistîne.
28
Min got ez ne Mesîh im, lê ez nûçevanê wî me û hûn jî şahdeyê van gotinê min in.
29
Bûk ya kî be, zava jî ew e; lê belê yê ku li ser lingan disekine û wî dibihîze, hevalê zavê ji ber dengê zavê, zehf kêfxweş dibe. Ji bo vê yekê ev kêfxweşiya min, temam bû.
30
Bona wî mezinahî, bona min jî biçûk bûn hewce dike.
31
Yê ku ji jor ve hatiye, ji hemûyan bilindtir e; yê ku ji erdê ye, ji erdê ye û ji erdê ve dibêje; yê ku ji ezman ve hatiye, li ser her kesî re ye.
32
Wî çi dîtibe û çi bihîstibe ji wê re şahdeyiyê dike û kes şahdeyiya wî qebûl nake.
33
Yê ku şahdeyiya wî qebûl dike, mohrê pê xistiye ku, Xwedê rastî ye.
34
Ji ber, kesê ku Xwedê wî şandiye, gotinên Xwedê dibêje; ji ber ku Xwedê, Ruh bi pîvanê nade.
35
Bav ji Law hez dike û her tiştî daye destê wî.
36
Yê ku baweriyê bi Law bîne jiyana wî ya abadîn heye; lê belê yê ku ji Law re îtaetê nake, ew jiyanê nabîne, lê belê xezeba Xwedê li ser wî dimîne.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21