bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 2
John 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 3 →
1
Û roja sisiyan li Kanaya Celîlê dawetek hebû û dayika Îsa jî li wê derê bû.
2
Îsa û şagirtên xwe jî hatibûn dawet kirin.
3
Û dema xemr kêm bû, dayika Îsa jê re got: Xemra wan nîne!
4
Îsa ji wê re got: Pîrek, ma te çi ji min e? Dema min hîn nehatiye!
5
Dayika wî, ji xizmetkaran re got: Ew ji we re çi bêje, wê bikin!
6
Li wê derê ji bo kevneşopên paqijiyê ya Cihûdan, şeş kûpên kevirî hebûn ku di her kûpekê de du an jî sê metrît av bi cîh dibû.
7
Îsa ji xizmetkaran re got: Kûpan bi avê tijî bikin! Û wan heta ber dêv tijî kirin.
8
Û wî ji wan re got: Niha derxinin û ji serokê şahiyê re bibin! Û wan jî birin.
9
Gava serokê şahiyê ew ava ku bûbû xemr tam kir, wî nizanîbû ku ew ji ku hatiye, (lê belê xizmetkarên ku av ji kûpê ve derxistibûn, dizanîbûn); serokê şahiyê bangî zava kir û got:
10
Her kes pêşiyê xemra qenc û paşî ku zehf vexwarin, ya ne qenc dide; lê belê te xemra qenc heta niha veşartiye!
11
Îsa ev nîşana xwe ya pêşiyê, li Kanaya Celîlê çêkir û qudreta xwe nîşan da û şagirtên wî jî bawerî bi wî anîn.
12
Paşî vêya Îsa û dayika wî û birayên wî û şagirtên wî bi hev re daketin Kefernahûmê û ew gellek rojan li wê derê neman.
13
Û Fisiha Cihûdan nêzîk bû; Îsa jî hilkişiya Orşelîmê.
14
Di Perestgehê de firotkerên dewar, mîh û kevokan û yên ku pere hûr dikirin pev re rûniştî dîtin.
15
Û wî ji bendikan qamçiyek çêkir, hemû tev dewar û mîhên wan ji wir avêt derve, pereyê kesên ku pere hûr dikirin, rijand û maseyên wan gêr kir
16
û wî ji yên ku kevokan difirotin re got: Vana ji vê derê rakin, mala Bavê min nekin mîna cîhê bazarê!
17
Şagirtên wî, ew yeka ku hatiye nivîsandin anîn bîra xwe: Xîreta ku min ji bo mala te kir, dê min bixwe.
18
Wê demê Cihûdan bersiv dan û ji wî re gotin: Ma tuyê di derheqê rastiya van karên ku te kirine de, çi elametê nîşanî me bidî?
19
Îsa bersiv da û ji wan re got: Vê Perestgehê xera bikin, ez ê wê di sê rojan de rakim!
20
Wê demê Cihûdan gotin: Ev Perestgeh di çel û şeş salî de hatiye avakirin, ma tuyê vêya di sê rojan de rakî?
21
Lê belê Îsa qala Perestgeha bedena xwe dikir.
22
Dema ew ji mirinê rabû, şagirtên wî vê gotina anîn bîra xwe û baweriyê bi gotina Îsa û bi Nivîsên Pîroz anîn.
23
Û gava ew di Cejna Fisihê de li Orşelîmê bû, gellek kesên ku ev nîşanên ku wî kirine dîtin û bawerî bi navê wî anîn.
24
Lê belê Îsa, bi wan bawer nedikir; ji ber ku wî hemûyê mirovan nas dikir.
25
Ji ber ku bona mirov hewcedariya wî qet ji şahdeyiya tu kesî re tunebû; ji ber ku wî bi xwe, bi tiştê di mirov de bû dizanîbû.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21