bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 16
John 16
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 17 →
1
Ji bo ku hûn tilpekî nebin, min ev tişt ji we re got.
2
Dê we ji keniştan biqewirînin; belê, saetek wusa tê ku, her zilamê we dikujin, dibêjin qey ew ji Xwedê re xizmetê dikin.
3
Û ew ê dê van tiştan bikin, ji ber ku wan ne Bav, ne jî min nas kirin.
4
Lê belê min ev tişt ji we re got; da ku, çaxê dema wan bê hûn wan bînin bîra xwe. Min ew tişt di destpêkê de ji we re negot; ji ber ku ez tevî we bûm.
5
Lê belê niha jî, ez diçim cem yê ku min şandiye û ji we tu kes ji min napirse: Ma tu bi ku derê ve diçî?
6
Lê belê bona ku min ji we re ev tişt got, dilê we bi keserê ve tijî bû.
7
Lê belê ez ji we re rastiyê dibêjim: Çûyîna min ji bo qenciya we ye; ji ber ku ger ez neçim, ji we re Xemrevînkir nayê; lê belê ger ez biçim, ez ê wî ji we re bişînim.
8
Û dema ku ew were, dê ew ê di derheqê guneh, rastî û darazîkirinê de dinê bide bêdengkirinê.
9
Ji bo guneh, ji ber ku baweriyê bi min naynin;
10
ji bo rastiyê, ji ber ku ez diçim cem Bav û hûn êdî min nabînin;
11
ji bo darazî kirinê, ji ber ku serokê vê dinê hatiye darazî kirin.
12
Hîn gellek tiştên min, yên ku ez ji we re bêjim hene; lê belê hûn niha nikarin baldirêjiyê li wan bikin.
13
Lê belê dema ku ew, Ruhê rasteqîniyê were, dê di her rasteqîniyê de rê nîşanî we bide; ji ber ku ew ê bi xwe neaxife; lê belê her çi bibihîze, dê bibêje û tiştên ku bêne dê bighîne we.
14
Dê ew ê min bilind bike; ji ber ku dê ew ê ji yê min bigire û ji we re bighîne.
15
Her çi tiştê Bav heye, ew yê min e; ji bo vêya min ji we re got: Ew dê ji yê min bigire û bide we.
16
Hinekî dem û hûn min nabînin û dîsa hinekî dem û hûn ê min bibînin.
17
Wê çaxê hinek şagirtên wî ji hev û din re gotin: Hinekî dem û hûn min nabînin û dîsa hinekî dem û hûn ê min bibînin û: Ji ber ku ez diçim cem Bav; ma ew çî ye ku ji me re dibêje?
18
Wan digotin: Ev ya ku dibêje: Hinek dem çî ye? Em nizanin ku, ka ew çi dibêje!
19
Îsa fêhm kir ku ew dixwazin ji wî bipirsin û ji wan re got: Ma hûn ji bo vê gotina min ya ku: Hinekî dem û hûn min nabînin û dîsa hinekî dem û hûn ê min bibînin gotime, ji hev û din dipirsin?
20
Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Hûn ê bigirîn û li xwe bixin, lê belê dê dinya kêfxweş bibe; hûn ê keserê bikişînin, lê belê xema we dê vegere kêfxweşiyê.
21
Dema ku pîrek zarok tîne dinê, tengasiyê dikişîne; ji ber ku saeta wê hatiye; lê belê dema ku zarok tîne dinê, bi kêfxweşiya mirovek li dinê bûye, êdî tengasiyê di bîra xwe de nîne.
22
Mîna vê niha kesera we heye, lê belê ez ê we dîsa bibînim û dê dilê we şa bibe û şabûniya we kes nikare ji we bistîne.
23
Û di wê rojê de, hûn ê tu tiştî ji min nepirsin. Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Bi navê min hûn ji Bav her çi bixwazin, ew ê wêya bide we!
24
Heta niha we bi navê min tu tişt nexwestin; bixwazin û hûn ê bigirin; da ku, bila şabûna we temam bibe!
25
Min ji we re ev tişt bi methelokan ve got; saet tê ku, ez êdî bi methelokan ve ji we re nabêjim; lê belê di derheqê Bav de ez ê bi eşkereyî ji we re bighînim.
26
Di wê rojê de hûn ê bi navê min bixwazin û ez nabêjim ku, ez ê ji bo we ji Bav bixwazim.
27
Ji ber ku Bav bi xwe ji we hez dike; ji ber ku hûn ji min hez dikin û ji Xwedê derketina min ve bawer dikin.
28
Ez ji Bav derketim û hatim dinê; dîsa dinê berdidim û vedigerim cem Bav.
29
Şagirtên wî gotin: A vay, tu niha bi eşkereyî dibêjî û tu qet wekokekî nabêjî!
30
Em niha fêhm dikin ku tu bi hemû tiştî dizanî û ji te re hewce nake ku tu kes ji te bipirse; em ji ber vê yekê bawerî tînin ku tu ji Xwedê ve hatiye!
31
Îsa bersiv da wan: Ma hûn niha bawer dikin?
32
A vay, saet tê, belê, ew dem hatiye û hûn ê min tenê berdin, belav bibin û her yek ji we dê here cem yên xwe; lê belê ez ne tenê me, ji ber ku Bav bi min re ye.
33
Bona ku xweşiya we di min de hebe, min ev tişt ji we re got. Di dinê de tengasiya we heye; lê belê dilawêr bin, min dinê mexlûb kir!
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 17 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21