bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 6
John 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 7 →
1
Piştî van tiştan, Îsa derbasî aliyê hemberî gola Celîlê –yanê, Taberiyê- bû.
2
Ajaweyek mezin li pey wî diçûn; ji ber ku wan mûcîzetên ku wî li ser nexweşan çêkiribû, dîtibûn.
3
Îsa derket çiyê û tevî şagirtên xwe li wê derê rûnişt.
4
Cejna Cihûdan ya Fisihê nêzîk bû.
5
Dema Îsa çavên xwe bilind kir û dît ku ajaweyek mezin ber bi wî ve tê, wî ji Fîlîpûs re got: Bona ku vana bixwin, em ji ku derê nan bikirin?
6
Vêya jî, bona ku wî biceribîne got, ji ber ku wî bi xwe dizanîbû ku ew ê çi bike.
7
Fîlîpûs bersiv da wî: Bona ku ji her yekî re pariyek bikeve, bi du sed dînarî jî nan qîm nake!
8
Yek ji şagirtên wî, Andrêyasê birayê Şîmûn Pêtrûs ji wî re got:
9
Li vir bi lawikekî re pênc nanê cehînî û du masî hene; lê belê ji bo ewqas mirov ev çî ye?
10
Îsa got: Gel li ser erdê bidin rûniştinê! Li wê derê gellek giya hebû. Bi hejmarî nêzîkî pênc hezar mêr rûniştin.
11
Wê gavê Îsa nan rahişt, paşî ku şikir kir, li yên ku rûniştine belav kir; mîna vêya ji masiyan jî, qasî ku wan xwest, wî belav kir.
12
Û paşî ku her kes têr bû, Îsa ji şagirtên xwe re got: Pariyên ku ji ber mayîne bidin hev, bila tu tiştek ziyan nebe!
13
Wan jî berhev kirin û bi parîkên ku, ji ber yên pênc heb nanê cehînî xwarine mayîne donzdeh zembîlan dagirtin.
14
Dema gel elameta ku Îsa çêkir dîtin: Bi rastî peyxamberê ku dê bihata dinê, ev e! gotin.
15
Ji ber Îsa dizanîbû ku dê werin û bona ku wî bikin qiral dê bi zorê wî bibin, ew dîsa bi tena serê xwe çû çiyê.
16
Û dema ku êvar bû, şagirtên wî daketin jêr û çûn cem golê.
17
Û ew li lotkekê siwar bûn û ber bi aliyê dinî golê, ber bi Kefernahûmê bi rê ve ketin. Û êdî tarî ketibû ser erdê û Îsa hîn nehatibû cem wan.
18
Ji ber ku bayek xwurt dihat gol dinepixî.
19
Bi vî awayî gava ku wan qasî avêtina bîst û pênc an sî tîrî bêrik kişandin, wan dîtin ku Îsa li ser avê dimeşe û nêzîkê lotkê dibe û ew tirsiyan.
20
Lê belê Îsa ji wan re got: Ez im, metirsin!
21
Wê gavê wan xwestin ku wî bigirin lotkê û lotke hema gîhaşt qeraxa ku ew diçûnê.
22
Dotira rojê, gelê ku li aliyê dinî golê sekinîbûn dîtin ku, li wê derê xeynî lotkeyek tu lotke tunebû û tevî şagirtên xwe Îsa lê siwar nebûbû, lê belê şagirtên wî tenê çûbûn.
23
Lê belê li nêzîkî cîhê piştî ku Xudan şikir kir û gel nan xwarin, li Taberiyê lotkên din jî hatin.
24
Bi vî awayî, dema gel dîtin ku Îsa û şagirtên wî ne li wê derê ne, ew li lotkeyan siwar bûn û hatin Kefernahûmê û li Îsa geriyan.
25
Û dema ku wan li aliyê dinî golê wî dîtin, wan jê re got: Mamoste, tu kengê hatî vê derê?
26
Îsa bersiv da wan û got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Ne ji bo ku we nîşanê dîtine, lê belê bona ku we ji nan xwarin û têr bûn, hûn li min digerin.
27
Ne bona xwarina fanî, lê bo xwarina ku di jiyana abadîn de dimîne bixebitin; dê Lawê Mirov wê bide we; ji ber ku Bav, Xwedê vê rayedariyê daye wî!
28
Û wan ji wî re gotin: Ma bona ku em karên Xwedê bikin, divê em çi bikin?
29
Îsa bersiv da û ji wan re got: Karê Xwedê ev e ku, hûn bawerî bi wî kesê ku wî şandiye bînin.
30
Li ser vê yekê wan jê re gotin: Niha bona ku em bibînin û bawerî bi te bînin, tuyê çi elametî dikî? Tu bi çi bikar tînî?
31
Kalikên me li çolê manna xwarin; mîna ku hatiye nivîsin: Bona xwarina wan wî ji jor ve nan da wan.
32
Îsa ji wan re got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Mûsa ji jor ve nan neda we, lê belê nanê rasteqîn ji jor ve Bavê min dide we.
33
Ji ber ku nanê Xwedê, yê ku ji ezman ve tê û jiyanê dide dinê ye.
34
Wan jê re got: Ya Xudan, vî nanî her tim bide me!
35
Îsa ji wan re got: Nanê jiyanê Ez im. Yê ku were cem min qet birçî nabe, yê ku baweriyê bi min bîne qet tî nabe.
36
Lê belê min ji we re got, we min dîtin û hûn dîsa jî baweriyê naynin.
37
Hemûyên ku Bav daye min, dê werin cem min û ez tu carî yên ku werin cem min, şunda venagerînim.
38
Ji ber ku ez ne bona daxwaziya xwe, lê bona daxwaziya yê ku min şandiye bînim cîh, ji ezmanê daketim.
39
Û xwestina yê ez şandime ev e ku, ez ji hemûyên ku wî dane min qet kesî winda nekim, lê di roja dawiyê de wan hemûyan bivejînim.
40
Ji ber xwestina Bavê min ev e ku, her kesê Law bibîne û baweriyê bi wî bîne, bila jiyana wî ya abadîn hebe û ez ê wî di roja dawiyê de bivejînim.
41
Wê demê Cihûdan, ji ber ku wî got: Nanê ku ji ezman daket ez im, ji ber wî, miremirê kirin
42
û gotin: Ma ev ne Îsayê lawê Ûsiv yê ku em dayik û bavê wî nas dikin e? Niha çawa dibêje: Ez ji ezman ve daketim?
43
Îsa bersiv da û ji wan re got: Di nav xwe de miremirê nekin!
44
Ger Bavê ku ez şandime, kesekî nekişîne, tu kes nikare were cem min û ez ê wî di roja dawiyê de bivejînim.
45
Di peyxamberan de nivîsandiye: Û hemûyên wan dê ji aliyê Xwedê ve bêne hînkirin. Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tête cem min.
46
Mana vê ne ew e ku kesekî Bav dîtiye; lê tenê yê ku ji Xwedê ye, wî Bav dîtiye.
47
Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Yê ku baweriyê bi min bîne, jiyana wî ya abadîn heye.
48
Nanê jiyanê ez im.
49
Bapîrên we di çolê de manna xwarin û mirin.
50
Bona her kesê jê bixwe û nemire, nanê ku ji ezman daketiye ev e.
51
Nanê zindî, yê ku ji ezman daketiye, ez im. Ger kesek ji vî nanî bixwe, abadîn dijî. Nanê ku ez ê ji bo jiyana dinê bidim, goştê min e.
52
Li ser vê yekê Cihûdan bi hev re ketin keftûleftê û gotin: Ma ev zilama bo xwarinê çawa dikare ku goştê xwe bide me?
53
Li ser vêya Îsa ji wan re got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta ku hûn goştê Lawê Mirov nexwin û xwîna wî jî venexwin, dê di we de jiyan tune be.
54
Jiyana abadîn ya kesê ku goştê min bixwe û xwîna min vexwe heye û di roja dawîn de ez ê wî bivejînim.
55
Ji ber ku goştê min xwarina rasteqînî û xwîna min vexwarina rasteqînî ye.
56
Yê ku goştê min bixwe û xwîna min vexwe, di min de dimîne û ez jî di wî de dimînim.
57
Bavê zindî mîna ku ez şandim û ez bi navberiya Bav ve dijîm, bi vî awayî yê ku min bixwe jî dê bi navberiya min ve bijî.
58
Nanê ku ji ezman daketiye ev e; ne mîna manna ku bapîrên we xwarine û ew mirine ye; yê ku vî nanî bixwe dê abadîn bijî!
59
Dema ku wî li Kefernahûmê hîn dikir, di keniştê de van gotinan gotin.
60
Gellekan ji şagirtên wî, dema ku vêya bihîstin, gotin: Ev gotinek dijwar e! Ma kî dikare wê bibihîze?
61
Lê belê Îsa dizanîbû ku şagirtên wî bona vêya miremirê dikin, wî ji wan re got: Ma ev dibe sedema tilpekîbûna we?
62
Ger hûn bibînin ku Lawê Mirov bilind bibe cîhê ku ew berê lê bû?
63
Yê ku jiyanê dide Ruh e; fêda bedenê qet nîne. Gotinên ku min ji we re gotin, ruh û jiyan in.
64
Lê belê di nav we de yên ku bawer nakin hene. Ji ber, Îsa yên ku bawerî nedikirin û yê ku dê wî bidaya dest, di destpêkê de nas dikir û dizanîbû ku ew kî ye.
65
Û wî got: Ji ber vê yekê min ji we re got: Heta ku ji aliyê Bav ve neyê dayîn, tu kes nikare were cem min!
66
Li ser vê yekê gellek ji şagirtên wî şunda vegeriyan û êdî bi wî re nedigeriyan.
67
Wê çaxê Îsa ji Donzdehan re got: Ma hûn jî dixwazin herin?
68
Şîmûn Pêtrûs bersiv da wî: Ya Xudan, ma em herin cem kî? Gotinên jiyana abadîn bi te re ne.
69
Û me jî bawerî aniye û dizanin ku, tu Pîrozê Xwedê yî!
70
Îsa bersiv da wan: Ma min we Donzdehan nebijart? Û yekî ji we Îblîs e!
71
Wî vêya bona Cihûdayê Îsxeryotiyê lawê Şîmûn got; ji ber ku ew yek ji Donzdehan bû, yê ku dê Îsa bida dest, ew bû.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 7 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21