bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 12
John 12
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 13 →
1
Şeş roj berî Fisihê, Îsa hat Beytanyayê, Lazarê ku wî ji nav miriyan vejandî bû li wir bû.
2
Li wê derê ji bo wî ziyafetek çêkirin; Martayê jî xizmetê dikir. Yên ku bi Îsa re li sifrê rûniştibûn yek ji wan Lazar bû.
3
Meryemê nîv lîtir rûnê pirr biqîmet, ji rûnê nardînê yê safî anî û di lingê Îsa de da û bi porê xwe lingê wî paqij kir; ew mal bi bêhna rûn ve tijî bû.
4
Lê belê şagirtek ji şagirtan, yê ku dê paşê Îsa bide dest, Cihûdayê Îsxeryotî got:
5
Ma çima ev rûn bi sê sed dînarî nehat firotin û nedan feqîran?
6
Vêya jî ne ji bo ku feqîran bi ser re digire; lê bona ku diz bû û bona kîsik bi wî re bû û yê ku di hundirê wê de ye didiziya, got.
7
Wê demê Îsa got: Dev ji wê berde! Bila vêya bo roja ku min dikin gorê hilîne.
8
Ji ber ku feqîr her dem bi we re ne, lê belê ez her dem ne bi we re me.
9
Ajaweyeke mezin ya ji Cihûdan, bihîstin ku Îsa li wê derê ye û tenê ne ji bo Îsa, lê ji bo Lazarê ku wî ji mirinê ve rakiribû jî bibînin hatin.
10
Serokên kahînan di nav hev de şêwira kuştina Lazar jî kirin;
11
ji ber ku bona wî pirr Cihûd diçûn û bawerî bi Îsa dianîn.
12
Dotira rojê, ajaweyeke mezin yên hatibûn cejnê, dema hatina Îsa ya Orşelîmê bihîstin;
13
guliyê xurme rahiştin û bona pêrgîniya wî çûn û qêriyan: Hozana! Yê ku bi navê Xudan tê, Qiralê Îsraêlê pîroz be!
14
Îsa, dehşikek dît û lê siwar bû; mîna ku hatiye nivîsandin:
15
Metirse, ya keça Siyonê! A vay, Qiralê te li dehşikekê kerê siwar bûye û tê.
16
Şagirtên wî di destpêkê de van tiştan fêhm nekirin; lê belê wexta ku Îsa hat bilind kirin, wan vê yekê anîn bîra xwe ku ew tişt ji bo wî hatine nivîsandin û wan vêya ji bo wî çêkirin.
17
Ew gelê ku dema wî bangî Lazar kir û ew ji mirinê rakir li wê, li cem wî bûn, wan şahdeyiyê dikir.
18
Ji ber vê yekê gel jî berbi wî ve çû; ji ber, wan bihîstibû ku wî vê nîşanê çêkiriye.
19
Ji bo vê yekê Fêrisiyan ji hev û din re gotin: Hûn dibînin; ji destê we qet tiştek nayê; a vay, hemûya dinê li pey wî diçe!
20
Di cejnê de, di nav yên ku bo peristinê hilkişiyabûn Orşelîmê de, hin kesên Grekî jî hebûn.
21
Vana hatin cem Fîlîpûs, ew ji Beytsaydaya ku bajarê Celîlê ye, bû, ji wî rica kirin û gotin: Efendî, em dixwazin ku Îsa bibînin!
22
Fîlîpûs hat û ji Andrêyas re got; Andrêyas û Fîlîpûs jî hatin û ji Îsa re gotin.
23
Îsa bersiv da wan û got: Saeta ku Lawê Mirov bête bilind kirin hat!
24
Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta ku tena genim nekeve nav erdê û nemire, ew ê tena serê xwe bimîne; lê belê ger bimire, dê gellek zad bide.
25
Yê ku ji canê xwe hez bike, wî winda dike; lê belê yê ku di vê dinê de ji canê xwe dikerihe, wê ji bo jiyana abadîn hiltîne.
26
Ger kesek bixwaze xizmetê ji min re bike, bila li pey min were; ez li ku derê bim, dê xizmetkarê min jî li wê derê be; ger kesek ji min re xizmetê bike, dê Bav rûmetê bide wî.
27
Niha canê min zehf teng dibe û ma ez çi bibêjim? Bibêjim, Bavo, min ji vê saetê xelas bike? Lê belê ez ji bo vê yekê hatime vê saetê.
28
Bavo; navê xwe bilind bike! Li ser vê yekê ji jor ve dengek hat: Min ew bilind kir û ez ê wî dîsa bilind bikim!
29
Ew gelê ku li wê derê bûn û ajaweya ku vêya bihîstin, digotin: Ezman guregur kir. Hinekan jî digotin: Milyaketekê pê re axifî!
30
Îsa bersiv da û got: Ev denga ne ji bo min, lê ji bo we hat.
31
Daraziya vê dinê niha ye. Dê serokê vê dinê niha bête avêtinî derve.
32
Û dema ku ez ji erdê ve bilind bibim, ez ê hemû kesî berbi xwe ve bikişînim.
33
Îsa vêya ji bo ka ew ê bi mirinek çawa bimire got.
34
Ajaweyê bersivê da wî: Me ji zagonê ve bi gotina, dê Mesîh heta abadînê bimîne, bihîstin û çawa dibe ku tu dibêjî: Divê Lawê Mirov bête bilind kirin? Ev Lawê Mirov kî ye?
35
Îsa ji wan re got: Ronahî hîn demeke kurt di nav we de ye. Dema hîn ronahiya we heye bimeşin ku, bila tarî ser we negire! Ji ber ku yê di tariyê de dimeşe, nizane ku bi ku ve diçe.
36
Heta ku ronahiya we heye, baweriyê bi ronahiyê bînin, da ku, hûn bibin zarokên ronahiyê. Piştî ku Îsa ev tiştên hanê gotin; çû û xwe ji wan veşart.
37
Lê belê wî li ber çavê wan ewqas mûcîzeyan çêkir, wan dîsa jî bawerî bi wî nedianîn;
38
da ku, gotina Îşaya peyxamber, ya ku dibêje: Ya Xudan, ma kê bi vê agahiya ku me daye, bawer kir? Û ma hêza Xudan ji kê re hate daxuyanî kirin? were cîh, çêbûn.
39
Ji bo vê yekê wan nikarîbûn baweriyê bianiyan; ji ber ku Îşaya dîsa gotiye:
40
Wî çavên wan kor kir û dilên wan hişk kir ku, bila çavên wan nebîne û dilên wan jî fêhm neke û ew venegerin û ez jî wan baş nekim.
41
Îşaya vana gotiye, ji ber ku wî bilindahiya Îsa dîtiye û bo wî axifiye.
42
Lê digel vê yekê ji serokan gellekan jî bawerî bi wî anîn; lê belê bona ku ji keniştê neyên qewirandin, ji ber Fêrisiyan mikur nehatin.
43
Ji ber ku wan ji pesnê Xwedê zêdetir, ji pesnê mirovan hez kirin.
44
Îsa bang kir û got: Yê ku bawerî bi min tîne, ne bi min, lê bi yê ku min şandiye baweriyê tîne.
45
Û yê ku min dibîne, yê ku min şandiye dibîne.
46
Bona kesê ku bawerî bi min tîne, di tariyê de nemîne, ez bi ronahîtî hatim dinê.
47
Û ger zilamek gotinên min dibihîze û pê nagire, ez daraziyê li wî nakim; ji ber ku ez bona darazîkirina dinê nehatime, lê bona xelasiya dinê hatime.
48
Yekî dinî daraziyê li yê ku min red dike û guh nade gotinên min, dike heye; gotina ku gotime, di roja dawiyê de dê daraziyê li wî bike.
49
Ji ber ku ez bi xwe neaxifîm; lê Bavê min yê ku min şand emir da min, ka ez ê çawa biaxifim û çi bibêjim.
50
Û ez dizanim ku, emrê wî jiyana abadîn e. Ji ber vê yekê tiştên ku ez dibêjim, çawa ku Bav ji min re gotiye, wusa dibêjim.
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21