bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 15
John 15
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 16 →
1
Ez mêwa rasteqîn im û Bavê min rezvan e.
2
Ew her şivmêwa ku di min de fêkî nade jê dike û her ya ku fêkî dide, bona hîn jî zêdetir bide, wê paqij dike.
3
Bi gotina ku min ji we re gotiye, hûn jixwe paqij in.
4
Di min de bisekinin û ez di we de! Ger şivmêw bi mêwê ve nesekine, bi xwe nikare fêkî bide; mîna vêya, ger hûn jî di min de nesekinin, hûn nikarin fêkî bidin.
5
Ez mêw im, hûn şivmêw in. Kesê ku di min de disekine û ez di wî de bisekinim, ew pirr fêkî dide; ji ber ku hûn bêyî min nikarin tu tiştekî bikin.
6
Her kî di min de nesekine, ew mîna şivmêwê bi derve tête avêtin û hişk dibe; wan didin hev, davêjin agir û ew dişewitin.
7
Ger hûn di min de bisekinin û gotinê min di we de bisekinin, hûn her çi dixwazin bixwazin, dê ji we re bête dayîn.
8
Dema ku hûn pirr fêkî bidin, Bavê min bi vêya bilindtir dibe û hûn ê bi vî awayî bibin şagirtên min.
9
Mîna ku Bav ji min hez dike, ez jî wusa ji we hez dikim; di hezkirina min de bisekinin!
10
Ger hûn emirên min bînin cîh, hûn ê di hezkirina min de bisekinin; çawa ku, min bi emirên Bavê xwe ve girtin û ez di hezkirina wî de disekinim.
11
Bona ku kêfxweşiya min di we de be û kêfxweşiya we temam bibe, van tiştan ji we re gotim.
12
Emirê min ev e: Mîna ku min ji we hez kir, hûn jî ji hev û din hez bikin.
13
Ji hezkirina ku zilamek di oxra hevalên xwe de canê xwe bide, mezintir hezkirin di tu kesî de nîne.
14
Ger hûn tiştên ku min ji we re emir kiriye, bikin, hûn hevalên min in.
15
Êdî ez ji we re nabêjim qûl, ji ber ku qûl nizane ku efendiyê wî çi dike; lê belê min ji we re got heval; ji ber, hemû tiştên ku min ji Bavê xwe bihîst, ji we re gîhandin.
16
We min nebijartin, lê min hûn bijart û min we wezîfedar kir ku, hûn herin fêkî bidin û fêkiyê we bimîne; da ku, hûn bi navê min ji Bav çi bixwazin, ew ê bide we.
17
Ez vî emrî didim we ku, hûn ji hev û din hez bikin!
18
Ger dinya ji we bikerihe, bizanin ku, berî we ji min kerihiye.
19
Ger hûn ji dinê bûna, dê dinya ji yên ku daxilê wê ne hez bikira; bona ku hûn ne ji dinê ne; lê min we ji dinê ve bijart; ji bo vê yekê dinya ji we dikerihe.
20
Gotina ku min ji we re got, bînin bîra xwe: Qûl ji efendiyê xwe mezintir nîne. Ger zilmê li min kiribin, dê li we jî zilmê bikin; ger gotinê min qebûl kiribin, dê yên we jî qebûl bikin.
21
Lê belê hemû van tiştan ji ber navê min dê bi we bikin, ji ber ku ew yê ku min şandiye nas nakin.
22
Ger ez nehatibama û ji wan re negotibama, gunehên wan dê tunebûya; lê belê niha bona gunehên wan lêborînên wan nîne.
23
Kesê ku ji min dikerihe, ji Bavê min jî dikerihe.
24
Ger min xebatê ku tu kesî nekiriye, di nav wan de çênekiribûya, gunehên wan dê tunebûya; lê belê wan niha him dîtin û him jî ji min û Bavê min kerihîn.
25
Lê belê bona ku vê gotina di zagona wan de hatiye nivîsandin, were cîh: Bêsedem ew ji min kerihîn, bû.
26
Xemrevînkir, Ruhê rasteqîniyê, yê ku ez ê ji Bav tê, ji we re bişînim, dema were, dê ew ê bona min şahdeyiyê bike.
27
Hûn jî şahdeyiyê bikin; ji ber ku hûn ji destpêkê ve bi min re bûn.
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 16 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21