bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 10
John 10
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 11 →
1
Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Yê ku di derî re naçe hewşa mîhan û ji rêyeke din re dikevê diz û rêbir e.
2
Lê belê yê ku di derî re diçe hundir, ew şivanê mîhan e.
3
Dergevan ji wî re derî vedike û mîh dengê wî dibihîzin; ew jî bi navê wan bangî mîhê xwe dike û wan dibe derve.
4
Dema ku wî hemû mîhên xwe derxist derve, ew di pêşiya wan de diçe û mîh li pey wî diçin; ji ber ku ew dengê wî nas dikin.
5
Û li pey yekî xerîb naçin, lê belê ji ber wî direvin; ji ber ku dengê xerîban nas nakin.
6
Îsa ji wan re vê wekokê got, lê belê wan fêhm nekirin ku, ew ji wan re çi dibêje.
7
Û li ser vê yekê Îsa ji wan re dîsa got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Ez deriyê mîha me.
8
Hemûyên ku berî min hatine, diz û rêbir in, lê belê mîhan guh nedan wan.
9
Ez derî me. Ger kesek di min de bikeve hundir, xelas dibe; dikeve hundir, derdikeve û çêregeh dibîne.
10
Diz tenê ji bo diziyê, kuştînê û qelihandinê tê. Ez bona ku di wan de jiyan hebe û gellekî jiyan hebe hatim.
11
Ez şivanê qenc im; şivanê qenc di oxra mîhê xwe de canê xwe dide.
12
Ew mirovê ku şivan û xwediyê mîhan nîne yê bi heqdest, dema ku ew hatina gur bibîne, ji ber ku mîh ne yên wî ne, wan berdide û direve, diçe; gur jî bi wan digire û belav dike.
13
Ew direve, ji ber ku ew bi heqdest e û bona mîhan xem nake.
14
Ez şivanê qenc im û ez yên xwe nas dikim.
15
Çawa Bav min nas dike û ez jî Bav nas dikim, yên min jî ûsa min nas dikin û ez ji bo mîhan canê xwe didim.
16
Û hin mîhên min ê din jî hene, ew daxilê vê hewşê nîn in; divê ez wan jî bînim; dê ew ê dengê min bibihîzin û bibin şivanek û keriyek.
17
Ji ber vê yekê Bav ji min hez dike, ji ber ku ez canê xwe didim, da ku, ez wî dîsa bigirim.
18
Tu kes nikare wî ji min bigire; lê belê ez wî bi xwe û xwe didim. Ji bo dayîna wî qudreta min heye û ji bo dîsa girtina wî qudreta min heye. Min vî emrî ji Bavê xwe ve girt.
19
Ji ber van gotinan dîsa di nav Cihûdan de cudayî çêbû.
20
Û di nav wan de gellekan gotin: Di wî de cin heye, ew dîn e; ma hûn çima wî guhdarî dikin?
21
Hinên din gotin: Ev gotinên hanê, yên mirovê cindar nîn in. Ma cin dikare ku çavê koran veke?
22
Di wê demê de li Orşelîmê, bo bîranîna vebûna Perestgehê cejn hebû û zivistan bû.
23
Û Îsa di hundirê Perestgehê de, di eywana Silêman de digeriya.
24
Û Cihûdan dora wî girtin û ji wî re gotin: Ma tuyê heta kengê dilê me di şikê de bihêlî? Ger tu Mesîh î, ji me re bi eşkereyî bibêje!
25
Îsa bersiv da wan: Min ji we re got û hûn bawer nakin. Xebatên ku min bi navê Bavê xwe kirin, ew ji bo min şahdeyiyê dikin.
26
Lê belê hûn bawer nakin; ji ber ku hûn ne ji mîhên min in.
27
Mîhên min dengê min dibihîzin û ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên
28
û ez jiyana abadîn didim wan û ew abadîn helaq nabin û tu kes nikare wan ji destê min derxîne.
29
Bavê min, yê ku ew dane min, ji hemûyan mezintir e û hêza tu kesî nikare wan ji destê Bav derxîne.
30
Ez û Bav yek in.
31
Cihûdan dîsa ji erdê kevir rakirin û xwestin ku wî bidin ber keviran.
32
Îsa bersiv da wan: Min ji Bav gellek xebatên qenc, nîşanî we dan; ma hûn ji bo kîjan xebatê min kevir dikin?
33
Cihûdan bersivê dan wî û gotin: Em ne bona xebatekî qenc, bona ku te kufrê kiriye, tu jî mirov î, lê belê tu dibêjî ku ez Xwedê me; te didin ber keviran.
34
Îsa bersiv da wan: Ma di zagona we de nehatiye nivîsandin; min got: Hûn îlah in?
35
Xwedê gotina xwe ji kê re şandiye, ji wan re îlah tê gotin û Nivîsa Pîroz jî xerab nabe.
36
Bav min pîroz kir û şand dinê. Wê çaxê bona ku min got: Ez Lawê Xwedê me, hûn çawa ji min re dibêjin ku te kufrê kir?
37
Ger ez xebata Bavê xwe nekim, baweriyê bi min neynin.
38
Lê belê ger ez dikim û hûn naxwazin, baweriyê bi min bînin, balê baweriyê bi xebatên ku ez dikim bînin, da ku, hûn bizanibin û fêhm bikin ku Bav di min de ye û ez jî di Bav de me!
39
Wan dîsa xwestin ku wî bigirin, lê belê ew ji destê wan derket.
40
Îsa dîsa çû wêdatira Urdunê, cîhê ku Yehya berê li wir vaftîz dikir û li wê derê ma.
41
Pirr kes hatin cem wî û gotin: Bi rastî Yehya qet mûcîzetan çênekir; lê belê tiştên ku Yehya ji bo wî got, ew hemû rast derketin!
42
Û li wê derê pirr kesî bawerî bi wî anîn!
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21