bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 18
John 18
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 17
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 19 →
1
Paşî ku Îsa van tiştan got, derket û bi şagirtên xwe re çû wî aliyê newala Kîdronê; li wê derê bexçeyek hebû; ew û şagirtên xwe ketin nav wê.
2
Cihûdayê ku wî da dest jî bi wî cîhî dizanîbû; ji ber ku Îsa gellek caran bi şagirtên xwe li wê derê dihatin cem hev.
3
Bi vî awayî Cihûda, gîvalek leşker û tevî wan ji karmend û ji serokên kahînan û Fêrisiyan girt û hat wê derê; bi fanosan û pêtalan û çekan ve.
4
Îsa bi hemû tiştên ku dê bê serê wî dizanîbû, derket pêşiyê û ji wan re got: Ma hûn li kî digerin?
5
Wan bersivê dan wî: Li Îsayê Nisretî! Îsa ji wan re got: Ez im! Cihûdayê ku wî da dest jî bi wan re sekinî bû.
6
Dema ku wî ji wan re got: Ez im! paş ve çûn û ketin erdê.
7
Li ser vê yekê wî ji wan dîsa pirsî: Ma hûn li kî digerin? Wan jî gotin: Li Îsayê Nisretî!
8
Îsa bersivê da: Min ji we re got ku ez im. Ji bo wê, ger hûn li min digerin, vana berdin bila ew herin!
9
Da ku, gotina wî ya ku gotibû: Ji yên ku te dane min, tu kesî winda nekirim, were cîh.
10
Şûrek Şîmûn Pêtrûs hebû, wî wê kişand û li xizmetkarê Serokkahîn xist û guhê wî yê rastê jê kir; navê wî xizmetkarî Malxos bû.
11
Wê demê Îsa ji Pêtrûs re got: Şûrê xwe têxe qalanê! Ma qey ez ji kaseya ku Bavê min daye min, venexwim?
12
Bi vî awayî gîvale, fermandar û karmendên Cihûdan Îsa girtin û wî girêdan.
13
Û wan wî pêşiyê birin cem Hena; ji ber ew xezûrê Qayafayê ku wê salê Serokkahîn e, bû.
14
Yê ku bi gotina: Di oxra netewê de mirina zilamekî bi xêrtir e, şîretê li Cihûdan kiribû, Qayafa bû.
15
Şîmûn Pêtrûs û şagirtekî din li pey Îsa ve diçûn. Bona ku ew şagirt nasê Serokkahîn bû, bi Îsa re ket hewşa Serokkahîn.
16
Lê belê Pêtrûs ji derve, li cem dêrî sekinî bû. Wê demê ew şagirtê ku Serokkahîn nas dikir, çû bi keçika dergevan re axifî û wî Pêtrûs jî bir hundir.
17
Keçika dergevan ji Pêtrûs pirsî: Ma tu jî ne ji şagirtên vî mirovî yî? Pêtrûs got: Na, ne ez im!
18
Bona ku hewa sar bû, xizmetkar û karmendan bi komirê agir vêxistibûn û li ber sekinîbûn û xwe germ dikirin; Pêtrûs jî li cem wan sekinîbû û xwe germ dikir.
19
Wê demê Serokkahîn, ji bo şagirt û hînkariya wî, ji Îsa pirs kir.
20
Îsa bersiv da wî: Min ji dinê re bi eşkereyî got; min her tim di kenişt û Perestgeha ku hemû Cihûd li wir dicivin de hîn kir û min tu tişt bi dizî negot.
21
Ma çima tu ji min pirs dikî? Ji yên ku axaftina min bihîstine bipirse; a vay, ew dizanin min çi gotiye!
22
Û piştî ku wî van tiştan got, yek ji karmendên ku li wê derê sekinîbûn, bi gotina: Ma tu bi vî awayî bersivê didî Serokkahîn? şîrmaqê li Îsa xist.
23
Îsa ji wî re got: Ger min rast negotibe, bo nerastiyê şahdeyiyê bike; lê belê ger rast be, ma tu çima li min dixî?
24
Li ser vê yekê Hena wî girêdayî şand cem Serokkahîn Qayafa.
25
Şîmûn Pêtrûs hîn li cem agir sekinîbû û xwe li wê derê germ dikir. Ji wî re gotin: Ma tu jî ne yek ji şagirtên wî yî? Wî înkar kir û got: Na, ne ez im!
26
Xizmetkarekî Serokkahîn, merovê wî xizmetkarê ku Pêtrûs guhê wî jê kiriye bû, jê re got: Ma min di nav bexçê de te bi wî re nedît?
27
Pêtrûs dîsa înkar kir û hema dîk uriya.
28
Li ser vê yekê, wan Îsa ji cem Qayafa girtin û birin qesra walî. Hîn serê sibê zû bû. Û bona ku ew mindar nebin û Fisihê bixwin, ew bi xwe neketin qesra walî.
29
Ji ber vê yekê Pîlato derket, hat cem wan û got: Ma giliyê we yî li dijî vî mirovî çî ye?
30
Wan bersiv dan û ji wî re gotin: Ger vî mirovî xerabî nekiriba, me wî ji te re nedianîn!
31
Wê demê Pîlato ji wan re got: Hûn bi wî bigirin û li gor zagona xwe daraziyê li wî bikin! Cihûdan ji Pîlato re gotin: Ji me re ne caiz e ku em tu kesî bikujin!
32
–da ku, bi nîşan dayîna ka dê ew ê bi mirinekî çi şiklî ve bimire, gotina ku Îsa gotiye bila bête cîh.
33
Pîlato dîsa çû hundirê qesra walî; wî bangî Îsa kir û jê pirs kir: Ma qiralê Cihûdan tu yî?
34
Îsa bersiv da wî: Ma tu vêya bi xwe dibêjî, an kesên din ji bo min ji te re gotin?
35
Pîlato bersiv da: Ma ez Cihûd im? Gelê te û serokên kahînan te dan destê min! Ma te çi kiriye?
36
Îsa bersiv da: Qiraletiya min ne li vê dinê ye; ger qiraletiya min li vê dinê bûba, xizmetkarên min ji bo ku ez nekevim destê Cihûdan dê bixebitiyana; lê belê niha qiraletiya min ne li vir e.
37
Pîlato jî ji wî re got: Ma nexwe tu qiral î? Îsa bersiva: Tu dibêjî ku ez qiral im, da. Ez bona vêya welidîme û bona vêya hatime dinê ku, ji bo rastiyê şahdeyiyê bikim; her kesê ku ji aliyê rastiyê ne, dê dengê min bibihîzin.
38
Pîlato ji wî re got: Ma rastî çî ye? Piştî ku vêya got, dîsa derket, çû cem Cihûdan û ji wan re got: Ez di wî de qet sûcekî nabînim!
39
Lê belê kevneşopek we heye ku ez di Cejna Fisihê de yekî ji bo we berdim; ma hûn dixwazin ku ez qiralê Cihûyan ji bo we berdim?
40
Ji ber vê yekê dîsa qêriyan û gotin: Ne vî mirovî, lê belê Barabas! Lê Barabas rêbirek bû.
← Chapter 17
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 19 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21