bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 17
John 17
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 18 →
1
Îsa van tiştan got û çavên xwe bilindî rûyê ezman kir û got: Ya Bav, saet hat, Lawê xwe bilind bike ku, Law jî bila te bilind bike.
2
Ji ber ku te li ser hemû mirovahiyê, rayedariyê da wî, da ku, ew jiyana abadîn bide hemû kesên ku te dane wî.
3
Jiyana abadîn jî ew e ku, bila te, tenê Xwedayê rastiyê û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikin.
4
Bi qedandina xebata ku te ji bo çêkirinê da min, min te li ser rûyê erdê bilind kir.
5
Û ya Bav, dema ku dinya hîn tunebû û bilindahiya min ya ku li cem te bû, niha bi wê min li cem xwe bilind bike.
6
Min navê te ji mirovên ku te di dinê de dan min re, eşkere kir; ew yê te bûn, te wan da min û wan bi gotina te girtin.
7
Ew niha dizanin ku, hemû tiştên te dane min, ew ji te ne.
8
Ji ber, gotinên ku te dan min, min dan wan û wan qebûl kirin; wan bi rastî fêhm kirin ku ez ji te derketim û hatim û wan bawerî anîn ku, te min şandiye.
9
Ez ji bo wan rica dikim; ne ji bo dinê, lê belê ji bo yên ku te dane min, rica dikim; ji ber ku ew yên te ne.
10
Hemû tiştên min yên te ne, yên te jî yên min in û ez di wan de hatim bilind kirin.
11
Ez êdî ne li dinê me, lê ew li dinê ne û ez têm cem te. Ya Bavê pîroz; kesên ku te da min bi navê xwe biparêze ku, bila ew jî mîna me bibin yek!
12
Dema ez li cem wan bûm, min wan bi navê teyê ku te dabû min hêvişand û parast û bona ku Nivîsa Pîroz were cîh; ji xeynî lawê helaqê, ji wan kesekî din helaq nebû.
13
Lê belê ez niha têm cem te û van tiştan di dinê de dibêjim, da ku, bila kêfxweşiya min di wan de temam bibe.
14
Min gotina te da wan û dinê ji wan kerihî; ji ber çawa ku ez ne ji dinê me, ew jî ne ji dinê ne.
15
Ez ne ji bo ku tu wan ji dinê rake, lê bona ku tu wan ji yê xerab biparêzî rica dikim.
16
Çawa ku ez ne ji dinê me, ew jî ne ji dinê ne.
17
Wan bi rastiyê ve pîroz bike! Û gotina te rastî ye.
18
Mîna ku te min şand dinê, min jî wan şandin dinê.
19
Û di oxra wan de ez xwe pîroz dikim ku, bila ew jî bi rastiyê ve bên pîroz kirin.
20
Tenê ne ji bo wan, lê belê ji bo yên ku bi gotina wan baweriyê bi min bînin jî, bona ku hemû bibin yek, ez lava dikim;
21
çawa ku, ya Bav, tu di min de yî û ez jî di te de me, bila ew jî di me de bin, da ku, bila dinya baweriyê bîne ku te min şandiye.
22
Û min bilindahiya ku te da min, da wan ku, bila mîna ku em yek in, ew jî bibin yek.
23
Ez di wan de û tu di min de, da ku, ew ji bona yekîtiyê temam bibin û bila dinya fêhm bike ku te min şandiye û mîna ku tu ji min hez dikî, tu ji wan jî hez dikî.
24
Ya Bav, ez dixwazim ku, yên te dane min jî li cîhê min, bi min re bin ku, bila ew bilindahiya min ya ku te daye min bibînin; ji ber ku te berî afirandina dinê ji min hez kir.
25
Ya Bavê dadmend! Dinya te nas nekir, lê belê ez te nas dikim û vana jî dizanin ku te min şandiye.
26
Bona hezkirina te ya ku ji bo min heye, di wan de be û ez jî di wan de bim; min navê te ji wan re gîhand û ez ê bighînim.
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 18 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21