bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
John 19
John 19
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 20 →
1
Wê çaxê Pîlato Îsa girt û da ber qamçiyan.
2
Leşkeran jî ji stiriyan tacek vegirtin û dan serê wî û qeftanekî mor li wî kirin
3
û dihatin ber wî û digotin: Silav ya qiralê Cihûdan! Û şîrmaqan li wecê wî dixistin.
4
Pîlato dîsa çû derve û ji wan re got: A vay, ez wî ji we re tînim derve ku, hûn bizanibin min di wî de qet sûcek nedîtiye!
5
Li ser vê yekê Îsa, tacê stirîn li serî bû û xeftanê erxewanî jî li xwe kirî çû derve. Pîlato ji wan re got: A vay, ew zilam!
6
Dema ku serokên kahînan û karmendan wî dîtin, qêriyan û gotin: Wî xaç bike, wî xaç bike! Pîlato ji wan re got: Hûn wî bigirin û bi xwe wî xaç bikin! Ji ber ku, ez di wî de qet sûcekî nabînim!
7
Cihûdan bersiv dan wî: Zagonek me heye; li gor wê zagonê divê ew bimire; ji ber ku, wî xwe bi xwe, kir Lawê Xwedê!
8
Dema ku Pîlato vê gotinê bihîst, hîn zêde tirsiya
9
û dîsa çû qesra walî û ji Îsa re got: Tu ji ku derê yî? Lê belê Îsa bersivê neda wî.
10
Pîlato jî ji wî re got: Ma tu bi min re naaxifî? Ma tu nizanî ku, ji bo berdana te qudreta min heye û ji bo xaçkirina te jî qudreta min heye?
11
Îsa bersivê da wî: Ger ji te re ji jor ve nehatibûya dayîn, qet qudreta te li ser min dê tune bûya. Ji ber vê yekê, gunehên kesê ku min daye destê te, hîn jî mezintir e!
12
Ji bo vê yekê Pîlato bona berdana wî dixebitî; lê belê Cihûdan qêriyan û gotin: Ger tu viya berde, tu ne hevalê Qeyser î! Kî xwe bike qiral, ew li dijberî Qeyser radibe!
13
Pîlato jî dema ku ev gotin bihîst, wî Îsa derxist derve û li cîhê ku navê wê Rûkevirê ye, lê belê bi Îbranî Gabata ye; li ser kursiya darazîkirinê rûnişt.
14
Roja Amadekirinê ya Fisihê bû û saet nêzîkî şeşa bû. Û wî ji Cihûdan re got: A vay, qiralê we!
15
Lê belê ew qêriyan: Wî rake, wî rake û li xaçê bixe! Pîlato ji wan re got: Ma ez qiralê we li xaçê bixim? Serokên kahînan bersiv dan: Xeynî Qeyser, qiralê me tune!
16
Wê gavê bona ku li xaçê bixin, wî da wan.
17
Wê demê wan Îsa girtin; wî, xaça xwe hilgirt û çû cîhê ku navê wê Hestiyê Serî, bi Îbranî Golgota ye.
18
Li wê derê wan wî li xaçê xistin û tevî wî du kesên din, yek li aliyekî, yê din li aliyê din, lê belê Îsa li navberê bû.
19
Pîlato lewhekê nivîsand û wê li ser xaçê ve danî: ÎSAYÊ NISRETÎ, QIRALÊ CIHÛDAN! nivîsandî bû.
20
Û gellekên Cihûdan vê lewhê xwendin, ji ber, cîhê ku Îsa lê hatibû xaçkirin, nêzîkî bajêr bû û ew lewha bi Îbranî, Grekî û Latînî hatibû nivîsandin.
21
Ji bo vê yekê serokên kahînên Cihûdan ji Pîlato re gotin: Ne Qiralê Cihûdan e, lê belê nivîsa ku: Vî mirovî bi xwe got: Ez Qiralê Cihûdan im! binivîse.
22
Pîlato bersivê da: Her çi nivîsandibim, nivîsandime!
23
Piştî ku leşkeran Îsa xaç kirin, kincên wî girtin û kirin çar par ku, ji her leşkerekî re parek bikeve. Kirasê wî jî girtin; kiras qumaşek seranser bêdirûtin bû.
24
Wan jî ji hev û din re gotin: Em vêya neçirînin, lê belê em bo wê vijagê bavêjin ku hela ew dibe ya kî; da ku, ya bi gotina: Wan kincên min di nav hev de par kirin, li ser kirasê min vijagê avêtin, hatiye nivîsandin bête cîh. Leşkeran vana kirin.
25
Li cem xaça Îsa dayika wî û xwuşka dayika wî, Meryema pîreka Klopa û Meryema Mejdelanî sekinî bûn.
26
Û dema Îsa diya xwe û ew şagirtê ku ji wî hez dikir dît, ji diya xwe re got: Pîrek, a vay, lawê te!
27
Pişt re ji şagirt re got: A vay, diya te! Paşî wê saetê vî şagirtî wê girt mala xwe.
28
Piştî vê yekê, Îsa êdî dizanîbû ku niha her tişt temam bûye, bona ku Nivîsa Pîroz were cîh, got: Ez tî bûm!
29
Qabek bi sîrkê ve tijî li wir hatibû danîn; sîngerek bi sîrkê ve tijî kirin û bi serê darekî ve dakirin û dan devê wî.
30
Dema ku Îsa sîrke girt, got: Temam bû! serê xwe xwar kir û ruhê xwe da.
31
Ji ber ku roja Amadekirinê bû û hewce dikir ku cesed di roja Sebtê de di xaçê de nemînin, –ji ber ku ew roja Sebtê rojeke zehf girîng bû–; Cihûdan ji Pîlato rica kirin ku ew çêqên wan bide şikandin û cesedên wan bide daxistin.
32
Wê demê leşker hatin û çêqên yê yekemîn û yê din ku bi wî re hatibûn xaçkirin şikandin.
33
Lê belê dema ew hatin cem Îsa, wan dîtin ku ew jixwe miriye, wan çêqên wî neşikandin.
34
Lê belê yekî ji leşkeran bi rimê tenişta wî qul kir û hema xwîn û av herikî.
35
Yê ku vêya dît şahdeyiyê kir û şahdeyiya wî rast e û bona ku hûn bawer bikin, ew bi xwe dizane ku wî rastiyê gotiye.
36
Ji ber ku ev tiştan bona Nivîsa Pîroz ku: Tu hestiyekî wî naşikê, dibêje were cîh, çêbûn.
37
Û dîsa nivîsekê din dibêje: Dê li zilamê ku bedena wî qul kirine, binihêrin.
38
Piştî van tiştan, Ûsivê Arîmetayî yê ku şagirtekî Îsa bû û ji tirsa Cihûdan xwe veşartî bû, ji bo rakirina cesedê Îsa, ji Pîlato rica kir û Pîlato destûrê da. Li ser vê yekê ew hat û cesedê Îsa rakir.
39
Nîkodêmûsê ku pêşiyê bi şev hatibû cem Îsa jî, nêzîka sed lîtir miska tevlîhev û darê zendeqê girt anî.
40
Wê demê wan cesedê Îsa girtin û li ser kevneşopa binaxkirina Cihûdan, wî tevî biharat bi cawên kitanî ve pêçandin.
41
Li cîhê ku Îsa lê hatibû xaçkirin, bexçeyek û di nav wî bexçeyî de gorek nû hebû ku, hîn tu kes nekiribûnê.
42
Û bona ku roja Amadekirinê ya Cihûdan bû, wan Îsa kirin wê derê; ji ber ku gor nêzîk bû.
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 20 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21