bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 1
Luke 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 2 →
1
Ya Têyofîlosê bixawên, gellekan dest bi dîroknivîsa ev bûyerên ku di nava me de derbas bûye kirine;
2
ew serpêhatiyên ku wan kesên ji pêşî ve bi çavên xwe dîtin û belav kirin ji me re gotine;
3
ji ber vê yekê, ez jî yekî ku ji pêşiyê ve guhê xwe daye hemûyî û lê kolayî me, ji lewre min qenc dît ku ez wê rêz bi rêz ji te re binivîsim;
4
da ku, tu rastiya tiştên ku ji te re hatine hînkirin, bizanî.
5
Di dema qiralê Cihûstanê Hêrodês de, ji koma Ebiya, bi navê Zekerya kahînek hebû; jina wî ji keçên Harûn bû û navê wê Êlîzabêt bû.
6
Herdu jî li cem Xwedê kesên salih bûn û di hemû emir û daraziyên Xudan de bêqisûr dimeşiyan.
7
Û zarokên wan tunebû, ji ber ku Êlîzabêt stewr bû û herdu jî gellek kal bûn.
8
Û wusa bû ku, gava wî di dora koma xwe de li berya Xwedê wezîfa xwe yî kahîntiyê dianî cîh;
9
li gor adeta kahîntiyê pişk li wî ket ku ew here Perestgeha Xudan û bixûrê bişewitîne.
10
Û di dema şewitandina bixûrê de hemûya civaka gel ji derve dua dikirin.
11
Di wê demê de milyaketek Xudan, li aliyê rastê pêşkêşîgeha bixûrê rawesta û xuyayî Zekerya bû.
12
Û gava Zekerya ew dît, şaş ma û tirs kete ser wî.
13
Lê belê milyaket ji wî re got: Zekerya metirse! Ji ber ku dua te hate qebûl kirin û jina te Êlîzabêt, dê kurekî ji te re bîne û tuyê navê wî Yehya deyne.
14
Û tuyê kêfxweş bibe û bicoşê ve bikeve; dê gellek kes jî bi bûyîna wî kêfxweş bibin.
15
Ji ber ku ew dê li cem Xudan mezin be, ew xemr û araqên giran qet venaxwe û hîn di zikê diya xwe de dê bi Ruhê Piroz tijî bibe.
16
Û ew ê gellekan ji lawên Îsraêl ve vegerîne Xudan, Xwedayê wan.
17
Bona ku dilê bavan berbi zarokan ve û dijrabiran vegerîne fêhmkariya salihan û bona gelekî ji bo Xudan amade ye amade bike, dê bi ruh û qudreta Êlyas ve di pêşiya wî de bimeşe.
18
Û Zekerya jî ji milyaket re got: Ez çawa bi vêya bizanibim? Ji ber ku ez zilamekî kalepîr im û pîreka min jî zehf kalepîr e!
19
Û milyaket bersiv da wî û ji wî re got: Ez Cebrayîlê ku li ber Xwedê sekiniye me; ez hatime şandin ku, ji te re bêjim û mizgîniya va tiştana bidim te.
20
Û a vay, dê zimanê te giran bibe û heta ku ev tişta çê bibe, tuyê nikaribe biaxifî; ji ber ku tu bi wan gotinên min yên dê di demên xwe de bêne cîh bawer nebû!
21
Û gel li benda Zekerya bû û ew bi dereng mayîna wî ya di Perestgehê de ecêb diman.
22
Lê belê Zekerya gava derket derve, nikarîbû bi wan re biaxifiya; wan fêhm kir ku di Perestgehê de xewn û xeyalekî dîtiye. Û Zekerya ji wan re îşaretan kir û zimanê wî lal ma.
23
Û wusa bû ku, gava rojên wî yî xizmetê derbas bûn, çû mala xwe.
24
Paşî wan rojan pîreka wî Êlîzabêt ducanî ma û pênc meh vê rewşa xwe veşart û got:
25
Xudan rewşa min dît bona vê şermezariyê di nava mirovan de ji ser min rake, vê qencîtiya bi min re kir!
26
Di meha şeşemîn de, ji aliyê Xwedê ve, milyaket Cebrayîl, li Celîlê, bajarê ku jê re dibêjin Nisret;
27
ji keçikekê ku dergistiya Ûsivê ji nîjada Dawid bû re hate şandin; navê keçikê Meryem bû.
28
Û milyaket hat cem wê û ji wê re got: Silav li te, ya keçika xêr dîtî; Xudan bi te re ye!
29
Û Meryem bi vê gotinê ve gellek şaş ma û difikirî ku, ka ev silava tê çi wateyê.
30
Û milyaket ji wê re got: Meryem, metirse! Ji ber ku tu gîhaşt xêra Xwedê.
31
Û a vay, tuyê ducanî bimîne, lawekî bîne dinê û navê wî Îsa deyne.
32
Ew ê mezin bibe û dê ji wî re bibêjin; Lawê Yê Herî Bilind, dê Xudan, Xwedê texta bapîrê wî Dawid bide wî
33
û dê heta bêdawiyê li ser mala Aqûp serweriyê bajo û dê qet dawiya serweriya wî tune be.
34
Meryemê jî ji milyaket re got: Gelo dê ev çawa bibe; ji ber ku ez bi zilam nizanim?
35
Û milyaket bersiv da û ji wê re got: Dê Ruhê Pîroz were ser te û Yê Herî Bilind, siya xwe bi ser te ve berde; ji ber vê yekê, dê ji wî Pîrozê ku biwelide re, Lawê Xwedê bête gotin.
36
Û a vay, meriva te Êlîzabêt jî di pîraniya xwe de bi lawekî ve ducanî ma û pîreka ku ji wê re digotin stewr e, a vay, ew di meha xwe yî şeşemîn de ye.
37
Ji ber ku, li cem Xwedê tiştekî nebe tune ye.
38
Meryemê jî got: A vay, ez xizmetkara Xudan im; bila bona min, mîna gotina te bibe! Û milyaket ji wê cûda bû.
39
Meryem rabû, di wan rojan de bi lez çû bajarekî ji herêma çiyayiya Cihûda.
40
Û ew gîhaşt mala Zekerya û silav da Êlîzabêtê.
41
Û wusa bû ku, gava Êlîzabêt silava Meryemê bihîst, zarokê di zikê wê de xwe tev da û Êlîzabêt bi Ruhê Pîroz ve tijî bû
42
û bi dengekî bilind bang kir û got: Tu ya di nava pîrekan de pîroz e, berê zikê te jî pîroz e!
43
Û ev ji min re ji ku ve bû ku, diya Xudanê min hate cem min?
44
Ji ber ku gava dengê silava te kete guhê min, zarokê di zikê min de bi kêfxweşî xwe tev da.
45
Xwezî bi wê pîreka ku bawerî anî! Ji ber, ew tiştên ku ji aliyê Xudan ve jê re hatine gotin, dê bên cîh!
46
Û Meryemê got: Canê min Xwedê bilindtir dike
47
û ruhê min bi Xelaskarê min Xwedê ve şa dibe;
48
ji ber ku, li rewşa kêm ya qûlê xwe ve nihêrt; lewma a vay, ji niha pê ve dê hemû nifşe ji min re; dilgeş! bibêjin.
49
Ji ber ku yê bi Qudret ji min re tiştên mezin kir; navê wî pîroz e.
50
Û dilovaniya wî, nifş bi nifş li ser yên ku ji wî ditirsin e.
51
Wî bi hêza bazindê xwe serweriyê pêk anî; yên di nava pêşniyarên dilê xwe de xwe mezin dibînin, ji hev belav kirin.
52
Wî yên mezin, ji textên wan anî xwar û yên nizm bilind kir.
53
Birçiyan bi tiştên xweşik ve têr kir û dewlemendan dest vala şand.
54
Wî bîranîna dilovaniya xwe kir, alîkariyê bi xulamê xwe Îsraêl re kir.
55
Mîna ku ji bapîrên me re; ji Birahîm û nîjada wî re heta bêdawiyê soz daye!
56
Meryem qasî sê mehî li mala Êlîzabêtê ma û dîsa vegeriya mala xwe.
57
Ji bo Êlîzabêtê, dema ku biwelidîne temam bû û wê lawekî anî.
58
Cîran û mirovên wê bihîstin ku Xudan dilovaniyek mezin li wê kiriye, bi wê re kêfxweş bûn.
59
Û wusa bû ku, di roja heyştemîn ya bûyîna lawik de, bona sunetkirinê hatin û xwestin ku li gor navê bavê wî Zekerya li wî bikin.
60
Diya wî li wan vegerand û got: Na, lê belê dê navê wî Yehya be!
61
Û wan ji wê re gotin: Di nav mirovên te de kesekî bi vî navî tune ye!
62
Li ser vêya, vegeriyan ser bavê wî û bi nîşanan ve ji wî pirsîn ku, ka ew dixwaze çi navî li lawik bike.
63
Wî lewheyek xwest û li ser nivîsî: Navê wî Yehya ye! Hemû ecêb man.
64
Di cîh de dev û zimanê wî vebûn û gotinên ku Xwedê bilindtir dikin got.
65
Û tirs ket ser hemûyên ku li dorê rûniştî bûn û hemûya van gotinan, li hemû herêma çiyayiya Cihûdayê ve hatin axaftin.
66
Û heçî kesên bûyerê bihîstin digotin: Gelo dê ev zaroka bibe çi? Ev tiştana di dilê xwe de veşartin; ji ber ku destê Xudan bi wî re bû.
67
Û bavê wî, Zekerya bi Ruhê Pîroz ve tijî bû û bi vî awayî peyxamberîtî kir û got:
68
Bila Xwedayê Îsraêlê Xudan pîroz be! Ji ber ku serîdankê li netewa xwe kir û bi fîdyê xelas kir.
69
Em ji destên neyarên xwe ve xelas bûn
70
û bona ku di hemû rojên me de bi pîrozî û qenciyê ve, li ber wî, bi bêtirsî parastinê ji me re bibexşîne,
71
bona ku ji bavên me re dilovaniyê bike û peyxama xwe ya pîroz,
72
bona sonda ku ji bavê me Birahîm re daye di bîra xwe de bîne,
73
wekî ku ji destpêkê ve bi devê peyxamberên xwe yî pîroz ve gotiye,
74
ji destê neyarên me û ji hemûyên ku ji me dikerihin ve xelasiyê,
75
di mala qûlê xwe Dawid de, ji me re hêza xelasiyê bilind kir.
76
Û tu jî, ya zarok, tuyê bi navê peyxamberê Yê Herî Bilind bête bang kirin; ji ber, bona ku tu rêyên wî amade bike
77
û bona têgihandina xelasiya ku bi bexşandina gunehên netewa wî ve dibe; tuyê li ber rûyê Xudan bimeşe;
78
ji ber zêdeyiya dilovaniya Xwedayê me, bona ku ronahiyê bide yên ku di tariyê de û di siya mirinê de rûniştine,
79
bona ku lingên me berbi rêya xweşiyê ve rast bike, roja ku hiltê dê ji bilindahiyan ve were serîdanka me!
80
Zarok mezin dibû û ji aliyê ruh ve xurt dibû û heta roja ku ji Îsraêlê re bête daxuyanîkirin di çolan de ma.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24