bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 14
Luke 14
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 15 →
1
Û wusa bû ku, rojekê Sebtê Îsa çû mala serokekî Fêrisiyan ku, xwarinê bixwe; wan jî çavnêriya wî dikirin.
2
Û di wê demê de zilamekî nexweş ku ava zer ji bedena wî ve dihat, li ber wî bû.
3
Û Îsa dest pê kir û ji alimên zagonê û Fêrisiyan re got: Ma di roja Sebtê de çêdibe ku, nexweş bên baş kirin an na?
4
Lê belê deng ji wan nehat. Û wî yê nexweş rahişt, wî baş kir û berda.
5
Û wî ji wan re got: Kî ji nav we ku, lawê wî an gayê wî bikeve bîrekê, ew wî roja Sebtê jî be, bi lezî jê dernaxe?
6
Û wan nikarîbûn li dijî vê yekê bersivê bidin.
7
Lê belê gava wî dît ku, yên hatine bang kirin, çawa cîhên pêş ji xwe re dibijêrin, wî ji wan re wekokekê got:
8
Gava tu ji aliyê kesekî ve ji bo dawetê were vexwendin, li cîhê pêş ve rûnenê; dibe ku yekî ji te bi qîmet ji aliyê wî ve hatibe bang kirin
9
û yê bangî we herduyan jî kiriye, gava were û bibêje: Cîh bide vî! Wê çaxê, tuyê bi şermezarî rabe û derbasî cîhê herî paş be.
10
Lê belê gava tu bê bang kirin, here û li cîhê paş rûne ku, ji bo yê bangî te kiriye, dê bê û ji te re bibêje: Hevalo, kerem bike, hilkişe jor! Wê çaxê tuyê li pêş wan hemûyên bi te re li sifrê rûniştî ve serbilind bibî.
11
Ji ber her kesê ku xwe bi xwe bilind bigire, dê were nizim kirin û her kesê ku xwe nizim bigire, dê were bilind kirin.
12
Û Îsa ji yê ku bangî wî kiriye re jî got: Gava ku tu firavînekê an şîvekê çêbikî, bangî hevalên xwe, birayên xwe, mirovên xwe û cîranên xwe yên dewlemend meke; da ku, bila ew jî di berdêla vêya de bangî te nekin û bila ji te re nebe berdêl.
13
Lê belê çaxa tu ziyafetekê bide, bangî xizan, kûd, kulek û koran bike
14
û tuyê dilxweş bibe; ji ber, tu tiştên wanî berdêlê nîne ku bidin te; lê belê di vejîna salihan de, dê berdêl ji te re bête dayîn.
15
Û yekî ji yên ku bi Îsa re li sifrê rûniştî bûn, çaxê ev yek bihîst, ji Îsa re got: Xwezî bi wî yê ku di Serweriya Xwedê de nan bixwe!
16
Lê belê Îsa ji wî re got: Mirovekî şîvekê mezin çêkir û bangî pirr mirovan kir.
17
Û gava saeta şîvê hat, xulamê xwe şand ku, bangî yê vexwendî bike û ji wan re bêje: Werin, ji ber ku her tişt amade ye!
18
Û her yekî ji wan dest pê kir û lêborîn ji xwe re xwest. Yê pêşî jê re got: Min erdek kiriye, divê ez herim û lê binihêrim; ez ji te rica dikim ku, tu min biborînî!
19
Û yekî din got: Min pênc cot ga kiriye, ez diçim ku wan biceribînim; ez ji te rica dikim ku, tu li min biborînî!
20
Yekî din jî got: Min ji xwe re pîrekek aniye û îcar ez nikarim bêm!
21
Yê xulam vegeriya û ev tişt ji efendiyê xwe re got. Li ser vê xwediyê malê hêrs bû û ji xulamê xwe re got: Bi lez here derve, nav qad û kolanên bajêr, belengaz û kûd û kor û kulekan bîne hundir!
22
Û xulam got: Efendî, emrê ku te da pêk hat, lê belê hîn cîh heye!
23
Û efendî ji xulam re got: Rabe, derkeve ser riyan û sêncan, bi zorê wan bîne hundir ku, bila mala min tijî bibe!
24
Ji ber ku ez ji we re dibêjim, ji wan zilamên ku hatine bang kirin, yek jî ji şîva min tam nake!
25
Ajaweyên mezin, yên ji gel bi Îsa re diçûn û ew zivirî û ji wan re got:
26
Ger mirovek were cem min û ji dayik û bavê xwe, jin û zarokê xwe, bira û xwuşkên xwe, belê, heta ji canê xwe nefret neke, ew nikare bibe şagirtê min.
27
Û kî xaça xwe hilnegire û li pey min nê, nikare bibe şagirtê min.
28
Ji ber ku ma kî ji we, bixwaze bircekê ava bike, pêşî rûnane, mesrefa wê nahesibîne, ka tiştên wî hene ku, pê bibe serî?
29
Da ku, dema bingehê bavêje û nikaribe wê xelas bike, hemûyên ku wî bibînin dê dest pê bikin, qerfên xwe bi wî bikin
30
û bêjin: Vî zilamî dest bi avakirinê kir û hêz neanî ku biqedîne!
31
An kîjan qiral, dema here pêşiya qiralekî din ku, bi wî re bikeve cengê, pêşî rûnane, naşêwire, ka ji wî tê ku ew bi deh hezaran here pêşiya wî yê ku bi bîst hezaran bi ser wî de tê?
32
Ger na, gava qiralê din, hîn gellekî li dûra ye, qasidan dişîne û dipirse; ka dê çawa aşitî bibe.
33
Bi vî awayî, her kî ku ji we mîna vêya dev ji hemûya hebûna xwe bernede, nikare bibe şagirtê min.
34
Xwê qenc e; lê belê ger wê tama xwe winda kir, dê bi çi were bi tam kirinê?
35
Ew êdî ne bi kêrî axê û ne jî kêrî ziblê tê, wê davêjin derve. Yê ku guhên wî ji bihîstinê re hebe, bila bibihîze!
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
Recommended Reading
Commentary
Luke Commentaries
→
Devotional
Luke Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→