bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 13
Luke 13
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 14 →
1
Di wê demê de hin kesên li wir bûn, ji Îsa re li ser Celîliyan digotin, yên ku Pîlato xwîna wan tevlî qurbanên wan kiribû.
2
Îsa bersivê da wan û got: Ma hûn dibêjin qey, Celîliyên ku ev tiştan hatin serê wan, ji Celîliyên din gunehkartir bûn?
3
Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê ger hûn tobe nekin, hûn ê hemû ûsa helaq bibin!
4
An ew her hijdehên ku birca li Şîloahê bi ser wan de ket û ew kuştin, ma hûn dibêjin qey sûcên wan, ji yên hemûyên ku li Orşelîmê dijîn, bêtir bûn?
5
Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê ger hûn tobe nekin, hûn ê hemû ûsa helaq bibin!
6
Û Îsa ev wekoka jî ji wan re got: Di rezê mirovekî de dareke hêjîrê çandî hebû û ew hat ku, li berê bi darê ve bigere, lê nedît.
7
Û wî ji rezvan re got: Ev sê sal e, ez têm û li berê vê dara hêjîrê digerim û nabînim. Wê bibire! Ma ji bo çi ew erdê bêkêr bike?
8
Rezvan bersiv da û jê re got: Efendî, îsal jî wê bihêle, heta ku ez hawirdora wê bikolim û zibil bikim;
9
ger ev sala ku bê, wê ber da, qenc e, lê belê ger neda, tuyê wê bibire!
10
Îsa roja Sebtê di keniştekê de dida hîn kirin.
11
Û a vay, li wir pîrekek hebû ku, ji hîjdeh salî ve ruhekî nexweşiyê di wê de ye; ew kûd bûbû û qet nikarîbû pişta xwe rast bikira.
12
Gava Îsa wê dît, bangî wê kir û got: Ya pîrekê, tu ji nexweşiya xwe azad bûyî!
13
Wî destên xwe danî ser wê, pîrek di wê gavê de rast bû û pesnahiya Xwedê kir.
14
Lê belê serokê keniştê, ji ber ku Îsa di roja Sebtê de qenc dikir bi hêrsê ve ket, bersiv da û ji gel re got: Şeş roj heye, divê ku mirov di wan de kar bike; di wan rojan de werin û xwe ji nexweşiyên xwe bidin baş kirin û ne di roja Sebtê de!
15
Lê belê Xudan bersivê da wî û got: Hey durûno! Ma her yek ji we roja Sebtê ga an kerê xwe ji afir venake û nabe ser avê?
16
Lê belê ev pîreka, ya ku keçika Birahîm e, a vay, ev hîjdeh sal bû Îblîs wê girêdabû, ma bila ew di roja Sebtê de ji vê qeydê nehatiba vekirin?
17
Û gava wî ev tişt got, dijraberên wî hemû fihêtkar bûn û hemûya ajawê bi hemû kerametên rûmetî ku wî dikir ve kêfxweş dibûn.
18
Wê çaxê Îsa got: Ma Serweriya Xwedê mîna çî ye? Û ez wê bikim mîna çi?
19
Ew mîna tova xerdelê ye ku, mirovekî wê girt û avête bexçê xwe. Û ew şîn hat û bû dar û teyrên ezmanê jî hêlînên xwe li ser guliyên wê çêdikirin.
20
Û Îsa dîsa got: Ma ez Serweriya Xwedê bikim mîna çi?
21
Ew mîna havên e ku pîrekek wê rahişt û di nav sê çap ard de stira, heta hemû tirş bû.
22
Û Îsa ji nav gund û bajaran re derbas dibû, hîn dikir û ber bi Orşelîmê ve diçû.
23
Yekî ji wî re got: Ya Xudan, ma hejmara kesên ku xelas bibin, hindik in? Îsa ji wan re got:
24
Bona ku, hûn ji deriyê teng ve derbas bibin li ber xwe bidin! Ji ber ku ez ji we re dibêjim, dê gellek bixwazin ku, bikevin hundir û dê nikaribin.
25
Dema xwediyê malê rabe û carekê derî bigire, hûn ê ji derve, li ber derî bimînin û dest pê bikin, li derî bixin û bêjin: Ya Xudan, ji me re veke! Ew ê jî bersiva we bi gotina: Ez nizanim hûn ji ku derê ne! bide we.
26
Îcar hûn ê dest pê bikin û bêjin: Me ji pêş te ve dixwar û vedixwar û te di kûçeyên me de hîn dikir!
27
Lê belê dê ew ê bibêje: Ez ji we re dibêjim: Ez nizanim hûn ji ku derê ne; ji ber çavê min herin, hûn hemûyên karkerên neheqiyê!
28
Gava hûn di Serweriya Xwedê de Birahîm, Îshaq û Aqûp û hemû peyxamberan bibînin û hûn ê xwe bi derve avêtî bibînin; dê li wê derê qirçeqirça diranan û girî bibe!
29
Dê ew ji rojhilat û rojava, ji bakur û başûr werin û di Serweriya Xwedê de li sifrê rûnin.
30
Û a vay, hin hene paş in, dê bibin yên pêş û hin hene li pêş in, dê bibin yên paş.
31
Hema di wê navberê de hinekan ji Fêrisiyan hatin û ji Îsa re gotin: Rabe ji vê derê here, ji ber ku Hêrodês dixwaze te bikuje!
32
Û Îsa ji wan re got: Herin, ji wî roviyî re bêjin: A vay, ez îro û sibê cinan derdixim, nexweşan qenc dikim û roja sisiyan temam dibe.
33
Lê belê divê ez îro, sibê û dusibê bi rêya xwe ve herim, ji ber nabe ku, peyxamberek ji derveyî Orşelîmê bête kuştin.
34
Orşelîm, Orşelîma ku peyxamberan dikuje û yên ji wê re hatin şandin, dide ber keviran! Çend caran min xwest ku ez zarokên te bicivînim, mîna ku mirîşkek çêlikên xwe di bin baskên xwe de dicivîne, lê belê we nexwestin!
35
A vay, mala we dê ji we re wêran bimîne! Lê belê ez ji we re dibêjim: Êdî hûn min nabînin, heta wê çaxa ku hûn bibêjin: Yê bi navê Xudan tê, bila pîroz be!
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 14 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24