bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 18
Luke 18
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 17
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 19 →
1
Û ji bo ku divê ew her tim dua bikin û tu carî ranewestin, wî wekokek ji wan re got:
2
Di bajarekî de darazkirek hebû ku, ne ji Xwedê ditirsiya û ne jî ji mirovan dişermiya.
3
Di wî bajarî de jinebiyek jî hebû ku, dihat cem darazkir û ji wî re digot: Heqê min ji dijminê min bistîne!
4
Û darazkir demekê guh neda wê, lê belê pişt re ji xwe re got: Her çiqas ez ne ji Xwedê ditirsim û ne jî ji tu mirovî şerm dikim,
5
dîsa jî ez ê rabim, heqê wê bidim wê ku, ji bo ev jinebiya her tim neyê û min neêşîne.
6
Û Xudan got: De îcar bibihîzin ku, darazkirê neheq çi dibêje!
7
Û her çiqas Xwedê bona wan bisebir be jî, ma qey dê mafê bijartiyên xwe, yên ku şev û roj feryadê jê re dikin, nestîne?
8
Ez ji we re dibêjim: Ew ê heqê wan zû bistîne! Lê dîsa jî gava Lawê Mirov were, gelo ew ê baweriyê li ser rûyê erdê bibîne?
9
Îsa ji kesên ku xwe rast dibînin û yên din hemûyan ji xwe ve kêm dibînin re vê wekoka jî got:
10
Du mirov hilkişîn Perestgehê ku, dua bikin; yek ji wan Fêrisî bû û yê din bacgir bû.
11
Yê Fêrisî rabû û ji xwe bi xwe re bi vî awayî dua kir: Ya Xwedê, ez sipasiyê ji te re dikim ku, ez ne wek mirovên din im: Rêbir, neheq, zînakar, an jî wek vî bacgirê hanê.
12
Ez di heftiyê de du carî rojiyê digirim û deheka hemû qezenca xwe didim!
13
Lê belê yê bacgir jî ji dûr ve rawestabû û ne dixwest ku çavên xwe jî ber bi ezmanan ve rake; wî li sînga xwe dixist û digot: Ya Xwedê, dilovaniyê li min gunehkarî bike!
14
Ez ji we re dibêjim: Ev zilam ji yê din zêdetir salih hate hesibandin û çû mala xwe; ji ber her kesê ku xwe bi xwe bilind bike, dê were nizmkirin; lê belê kesê ku xwe nizm bike, dê were bilindkirin.
15
Zarokên biçûk anîn cem Îsa ku, ew destê xwe deyne ser wan. Lê belê çaxê şagirtan ev yek dîtin, wan dengê xwe li wan hildan.
16
Lê belê Îsa bangî wan kir ku, bên cem wî û got: Bihêlin, bila zarok bên cem min, pêşiya wan negirin; ji ber ku Serweriya Xwedê, ya yên ûsa ye.
17
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Kî Serweriya Xwedê wek zarokên biçûk qebûl neke, tu carî nakeve nav wê!
18
Û serokekî ji Îsa re pirsa: Mamosteyê qenc, bona ku ez jiyana bêdawî mêras bigirim, divê ez çi bikim? pirsî.
19
Îsa ji wî re got: Çima tu ji min re dibêjî qenc? Xeynî yekî tu kes ne qenc e, ew jî Xwedê ye!
20
Tu emiran dizanî: Tuyê zinê neke! Kuştinê neke! Nedize! Şahdeyiya bi derewî neke! Qedrê dayik û bavê xwe bigire!
21
Û wî got: Ji zarokantiya xwe ve min bi hemûyên van tiştan ve girtiye.
22
Û gava Îsa vêya bihîst, ji wî re got: Hîn jî kêmasiyek te heye: Çi tiştên te yî hene, bifiroşe, li belengazan belav bike û dê li ezmanan xezîna te hebe û were, li pey min bimeşe!
23
Lê belê çaxê wî ev tiştê hanê bihîst, zehf xemgîn bû, ji ber ku ew zehf dewlemend bû.
24
Û gava Îsa dît ku, ew zehf xemgîn bû, got: Çiqas zehmet e ku, yên dewlemend bikevin Serweriya Xwedê!
25
Ji ber ku derbasbûna devê di qula derziyê re hêsantir e, ji ketina dewlemend di Serweriya Xwedê de.
26
Û yê ku vana bihîstin, gotin: Ger ûsa be, ma kî dikare xelas bibe?
27
Lê belê Îsa got: Tiştên ku li cem mirovan ne mimkun in, li cem Xwedê mimkun in.
28
Û Pêtrûs got: A vay, me her tiştên xwe hiştine û em li pey te hatine!
29
Îsa ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Tu kes nîne ku ji bo Serweriya Xwedê dev ji xanî, an jin, an birayan, an dayik û bav, an zarokan berdabe,
30
di vê dinê de gellek bêtir û di dinya ku bê de jiyana bê dawî nestîne!
31
Û Îsa her Donzdeh girtin cem xwe û ji wan re got: A vay, em derdikevin Orşelîmê û hemû tiştên ku bi destê peyxamberan li ser Lawê Mirov hatine nivîsandin, dê bên cîhên xwe;
32
ji ber ku dê wî bidin destên netewan, dê qerfên xwe bi wî bikin, dê heqaretê lê bikin û tûyî ser wî bikin,
33
dê li wî bixin û wî bikujin û ew ê roja sisiyan dê biveje.
34
Wan tuyên van tiştan fêhm nekirin; ev gotin ji wan re veşartî ma û tiştên ku hatin gotin fêhm nekirin.
35
Û wusa bû ku, Îsa gava nêzîkî bajarê Erîhayê dibû, yekî kor li tenişta rê rûniştibû û parsê dikir.
36
Û gava wî bihîst ku ajaweyek derbas dibe, pirsî û got: Ma ev çî ye?
37
Lê vegerandin û gotin: Îsayê Nisretî derbas dibe.
38
Yê kor qêriya û got: Ya Lawê Dawid Îsa, dilovaniyê li min bike!
39
Û yên ku di pêşiyê de diçûn, bona ku ew devê xwe bigire, dengê xwe li wî hildan; lê belê ew hîn jî bêtir qêriya û got: Ya Lawê Dawid, dilovaniyê li min bike!
40
Îsa sekinî, emir da ku, yê kor bînin cem wî û dema yê kor nêzîk bû, Îsa ji wî pirsî
41
û got: Ma tu çi dixwazî ku, ez ji te re bikim? Wî got: Ya Xudan, bila çavên min bibînin!
42
Îsa jî ji wî re got: Bila çavên te bibînin, baweriya te, tu xelas kirî!
43
Û wî hema dît, li pey Îsa çû û pesnê Xwedê da û hemûyên ku vê yekê dîtin, rûmet dan Xwedê.
← Chapter 17
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 19 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24