bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 6
Luke 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 7 →
1
Û wusa bû ku, rojekê Sebtê, gava Îsa di nava zeviyên geniman de diçû, şagirtên wî similên genim jê dikirin, di nav destên xwe de difirikandin û dixwarin.
2
Lê belê hinekên ji Fêrisiyan ji wan re gotin: Çima hûn vî tiştê ku di roja Sebtê de qedexe ye, dikin?
3
Û Îsa bersiv da wan û got: Ma qey gava ew û yên bi wî re ne birçîbûn, Dawid çi kiriye we nexwendine?
4
Çawa ew kete mala Xwedê û nanê pîroz girt, xwar û di ser de da yên ku pê re ne; ew nanên ku xwarina wan xeynî kahînan, ji kesên din re qedexe bûn ku bixwin?
5
Û wî ji wan re got: Lawê Mirov Xudanê roja Sebtê ye jî.
6
Û wusa bû ku, di roja Sebtek din de ew ket keniştê û dest bi hînkirinê ve kir; li wê derê mirovek destê wî yî rastê hişkbûyî hebû.
7
Çavên alimên zagonê û Fêrisiyan li Îsa bûn, ka dê roja Sebtê nexweşiyan baş bike an jî neke; ji ber wan li tiştekî digeriyan ku bi wê, wî sûcdar bikin.
8
Lê belê Îsa bi ramanên wan dizanîbû û ji zilamê destê wî hişkbûyî re got: Rabe ser pêlan û di navendê de bisekine! Ew jî rabû ser pêlan û sekinî.
9
Îsa jî ji wan re got: Ez ji we dipirsim: Divê ma di roja Sebtê de qencî kirin, an jî xerabî kirin, caiz e? Xelas kirina can, an jî helaq kirin?
10
Û li çar hawirdora xwe, li hemûyan nihêrt û ji yê desthişk re got: Destê xwe dirêj bike! Zilam jî destê xwe dirêj kir û destê wî bû mîna berê.
11
Lê belê ew bi tûmî şêt bûn û ka hela dê bikaribin çi bînin serê Îsa, bi hev re dişêwirîn.
12
Û wusa bû ku, Îsa di wan rojan de bona ku dua bike, derket çiyê; wî hemûya şevê bi duakirinê, ji Xwedê re derbas kir.
13
Û gava bû roj, bangî şagirtên xwe kir û donzdeh kesî ji nav wan hilbijart; wî navê Şandî da wan:
14
Şîmûn, yê ku wî navê Pêtrûs jî lê kiribû û birayê wî Andrêyas, Aqûp û Yûhena, Fîlîpûs û Bartolomeyo,
15
Meta û Tûmas, Aqûpê lawê Alfay û Şîmûn yê ku ji wî re digotin welatparêz jî,
16
Cihûdayê Lawê Aqûp û Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku xaîn derket.
17
Ew bi wan re daket jêr û li cîhekî rast sekinî. Li wir, komekî mezin ji şagirtên wî û ajaweyek mezin ji gel ve hebûn. Ew ji seranserê Cihûstanê û ji Orşelîmê û ji ber devê behrê û ji Sûr û Sayda, bona wî guhdarî bikin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin hatibûn.
18
Û yên ku ji ruhên xerab tengasî dikişandin jî, dihatin qenc kirin.
19
Û hemûya gel ji bona ku destê xwe li wî bixin dixebitîn, ji ber ku ji wî hêz derdiket û hemûyan qenc dikir.
20
Û Îsa çavên xwe ji şagirtên xwe re bilind kir û got: Xwezî li we belengazan; ji ber ku Serweriya Xwedê ya we ye!
21
Xwezî li we, yên ku hûn niha birçî ne; ji ber ku hûn ê bên têr kirin! Xwezî li we, yên ku hûn niha digirîn; ji ber ku hûn ê bikenin!
22
Xwezî li we; gava di ber Lawê Mirov de, mirov ji we bikerihin û we ji nav xwe derxin û we biçûk bibînin û navên we bi xerabî derxin!
23
Di wê rojê de şa bin û ji kêfan lotikan bavêjin, ji ber ku li ezmanan xelata we mezin e; ji ber ku bav û kalên wan jî ûsa ji peyxamberan re kirin.
24
Lê belê wey li we dewlemendan, ji ber ku we dilxweşiya xwe stendine!
25
Wey li we, yên ku hûn niha têr in, ji ber ku hûn ê birçî bibin! Wey li we, yên ku hûn niha dikenin, ji ber ku hûn ê bikevin şîn û giriyê!
26
Wey li we, gava gel hemû bi qencî li ser we biaxifin! Ji ber ku bav û kalên wan jî, ji peyxamberên derewîn re ûsa kiribûn.
27
Lê belê ji we re, yên ku min guhdarî dikin re dibêjim: Ji neyarên xwe hez bikin; qenciyê bi kesên ji we dikerihin re bikin!
28
Ji kesên nifiran li we dikin re duayên qenc bikin û ji bo yên ku heqaretê li we dikin, dua bikin!
29
Ji yê ku li lamê te bixe re, yê din jî dirêj bike û ji yê ku ebayê te bistîne re, kirasê xwe jî neparêze.
30
Bide heryekî ku ji te dixwaze û tiştên xwe ji wî yê ku distîne, bi şûn de nexwaze.
31
Û çawa hûn dixwazin ku mirov ji we re bikin, hûn jî ûsa ji wan re bikin!
32
Û ger hûn ji kesê ku ji we hez dikin, hez bikin, gelo dê çi xelat bi destê we keve? Ji ber gunehkar jî kesên ku ji wan hez dikin, hez dikin.
33
Û ger hûn qenciyê bi kesê qenciyê ji we re dikin re bikin, gelo dê çi xelat têkeve destên we? Ji ber ku gunehkar jî ûsa dikin.
34
Û ger hûn deyn bidin kesên ku gûmana we tê de heye ku dê deynê xwe bidin, dê çi xelata we hebe? Gunehkar jî deyn didin gunehkaran ku bona ya wan dîsa li wan vegere.
35
Lê belê hûn ji neyarên xwe ve hez bikin, qenciyê bikin, deyn bidin û bi hêviya vegerandinê nemînin; bi vî awayî dê xelata we mezin be û hûn ê bibin lawê Yê Bilind e; ji ber ku, ew ji nankoran û xeraban re dayendeyê nîmetê ye.
36
Çawa Bavê we dilovan e, hûn jî dilovan bin.
37
Û daraz nekin ku, hûn jî neyên daraz kirin; sûcdariyê nekin ku, hûn jî neyên sûcdarî kirin; bibexşînin, dê ji we re jî bête bexşandin!
38
Bidin û dê ji we re jî bête dayîn; bi pîvanek qenc û bihevdedayî û bi hevdehejandî û bi ser ve çûyî, dê bikeve dawa we. Ji ber ku hûn bi çi pîvanê bipîvin, dê bi wê pîvanê, ji we re bê pîvandin.
39
Îsa ev wekoka jî ji wan re got: Ma yê kor dikare rêberiyê ji yekî kor re bike? Ma dê herdu jî nekevin kortikê?
40
Şagirt ne di ser mamosteyê xwe re ye; lê belê her yek, dê di hînbûna xwe de bigihê, dê bibe mîna mamosteyê xwe.
41
Çima tu qirşika di çavê birayê xwe de dibînî, lê belê mirdiyaqê di çavê xwe de nabînî?
42
An jî, çawa tu dikarî ji birayê xwe re bibêjî: Birayo, bihêle ku ez vî qirşikê ji çavê te derxînim! lê tu mirdiyaqê di çavê xwe de nabînî? Hey mirovê durû! Ka pêşiyê mirdiyaqa di çavê xwe de derxe, tuyê hîn jî baş bibînî û wê demê tuyê bikaribî qirşika di çavê birayê xwe de derxinî.
43
Ji ber ku dara qenc nîne ku, fêkiyê xerab bide û dîsa dara xerab nîne ku, fêkiyê qenc bide.
44
Ji ber ku her dar bi fêkiyê xwe tê nasîn; ji ber ku mirov ji stiriyan hêjîran nade hev û ne jî ji direhê tirî diçîne.
45
Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc, qenciyê derdixe û yê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab, xerabiyê derdixe, ji ber ku dev, yê ji ser dil ve diherike dibêje.
46
Çima hûn ji min re: Ya Xudan, ya Xudan! dibêjin û tiştên ku ez dibêjim nakin?
47
Ez ê nîşanî we bidim; ka her kesê ku tê cem min û gotinên min dibihîze û wan dike, mîna kî ye.
48
Ew mîna mirovekî ye ku xaniyek ava kir; wî kola û kûr kir û bingeha xênî li ser zinarê ve danî. Gava av rabû, pêlên wê li xênî dan, lê nikarîbûn xanî ji cîh ve tev bidin, ji ber ku ew li ser zinarê ve hatibû ava kirin.
49
Lê belê kesê gotina min dibihîze û nake, mîna mirovekî ku xaniyê xwe li ser axê ve, bê bingeh ava kirî ye. Û gava çem êrîşê kir, ew hema hilweşiya û xerabûna wî xaniyî zehf mezin bû.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 7 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24