bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 19
Luke 19
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 20 →
1
Û Îsa kete Erîhayê û tê re derbas dibû.
2
Û a vay, zilamek li wir hebû, navê wî Zexayo bû; ew serokê bacgiran bû û dewlemend bû.
3
Wî dixwest ku Îsa bibîne, ka ew kî ye û ji ber ajawê nikarîbû, ji ber ku bejna wî kin bû.
4
Wê çaxê, di pêşiya wan de beziya, çû ser dareke hêjîra bejik ku, Îsa bibîne; ji ber ku ew ê di wê rêyê de derbas bibûya.
5
Û gava Îsa hat wê derê, li jor nihêrt û jê re got: Zexayo, bilezîne, were xwar! Ji ber ku divê îro ez li mala te bimînim!
6
Wî lez kir, hat xwarê û bi şahî Îsa anî mala xwe.
7
Gava ku wan ev yek dîtin, hemûyan kirin pitepit û gotin: Ew li cem mirovekî gunehkar bû mêvan!
8
Lê belê Zexayo li pêş hemûyan rawesta û ji Xudan re got: Ya Xudan, a vay, ez nîvê malê xwe didim belengazan û ger min ji kesekî bi neheqî tiştek stendibe, ez çar qat bi şun de lê vedigerinîm!
9
Îsa jê re got: Îro rizgarî gihaştiye vê malê, ji ber ku ew jî lawek ji yên Birahîm e;
10
ji ber, Lawê Mirov hatiye ku, li yê windabûyî bigere û wî xelas bike.
11
Gava wan guh didan van tiştan, Îsa wekokekî din got, ji ber ku nêzîkî Orşelîmê bû û wan texmîn dikirin ku, dê Serweriya Xwedê hema xuya bike.
12
Ji ber vê yekê Îsa got: Zilamekî bi esil çû welatekî dûr ku, qiraltiyekê bistîne û dîsa vegere.
13
Wî bangî deh xulamên xwe kir, deh mina da wan û got: Heta ku ez vegerim, bi vana bazirganiyê bikin!
14
Lê belê welatiyên wî ji wî dikeribîn, li pey wî şandiyan şandin û gotin: Em naxwazin ku ev zilam li ser me bibe qiral!
15
Û wusa bû ku, gava wî qiraletî stend û vegeriya, emir da ku, bangî wan xulamên ku wî pere dabû wan bikin, bona ew bizane ku her yekî ji wan çi bi ser xistine.
16
Yê pêşî hat ber wî û got: Efendî, mina te deh minayên din bi ser xistine!
17
Wî ji xulam re got: Aferîn xulamê qenc! Ji ber ku tu di ya hindik de ewledar bûyî, li ser deh bajaran bibe serwer!
18
Yê duwemîn hat û got: Efendî, mina te pênc mina bi ser xistine!
19
Û ji vî re jî got: Tu jî li ser pênc bajarî bibe serwer!
20
Yekî din hat û got: Efendî, a vay mina te, min ew di nav destmalekê de pêçayî hilaniye!
21
Lewma ez ji te tirsiyam, ji ber ku tu mirovekî tund î; tiştê ku te nedanî, tu radihêjî û tiştê ku te neçandî, tu didirûyî.
22
Efendî ji wî re got: Ya xulamê xerab; ez ê te bi devê te daraz bikim! Madem ku te dizanîbû, ez zilamekî tund im, tiştê min nedanî, ez radihêjim, tiştê min neçandî, ez didirûm,
23
wê demê çima te perê min neda serafan? Çaxê ez vegeriyam, min ê ew bi fayiza wan ve stendibana.
24
Û ji yên ku li wê derê bûn re got: Mina ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh minayên wî hene!
25
Û wan ji wî re gotin: Ya efendî, deh minayên wî hene!
26
Ji ber ku ez ji we re dibêjim: Yê ku ya wî hebe, dê jê re bê dayîn û yê ku ya wî tune be, tiştê di destê wî de jî, dê ji wî bête stendin.
27
Lê belê wan neyarên min, yên ku ne dixwestin ez li ser wan bibim qiral, bînin vê derê û wan li ber min bikujin!
28
Piştî Îsa van gotinan got, derket ser rê ku here Orşelîmê.
29
Û wusa bû ku, gava ew nêzîkî Beytfacê û Beytanyayê, li qeraxa wî çiyayê ku jê re digotin Çiyayê Zeytûnê dibû, wî du şagirtên xwe şand
30
û ji wan re got: Herin wî gundê pêşberî we û gava hûn bikevin nav gund, hûn ê dehşikeke girêdayî bibînin ku hîn tu kes lê siwar nebûye; wê vekin û bînin vir!
31
Û ger kesek ji we bipirse: Çima hûn vê dehşikê vedikin? Hûn ê ûsa ji wî re bibêjin: Hewcedariya Xudan ji wê ve heye!
32
Yên ku hatine şandin çûn û her tiştî, mîna gotina wî dîtin.
33
Gava wan dehşik vedikirin, xwediyên dehşikê ji wan re got: Çima hûn dehşikê vedikin?
34
Wan jî gotin: Hewcedariya Xudan ji wê ve heye!
35
Dehşikê anîn cem Îsa û wan kincên xwe danîn ser dehşikê û Îsa li wê siwar kirin.
36
Gava ew diçû, gel ji wî re kincên xwe li ser rê radixistin.
37
Êdî gava ew nêzîkî serjêra Çiyayê Zeytûnê dibû, ajaweya şagirtên wî dest pê kir û bi dilxweşî û bi dengekî bilind pesnê Xwedê li ser wan hemû karên mezin, yên ku wan dîtibûn, didan
38
û digotin: Qiralê ku bi navê Xudan tê, bila pîroz be! Bila li ezman aşitî û li bilindahiyan rûmet bibe!
39
Û hinek ji Fêrisiyan yên ku di nav ajaweyê de bûn, ji Îsa re gotin: Ya Mamoste, dengê xwe li şagirtên xwe hilde!
40
Û wî bersiv da û ji wan re got: Ez ji we re dibêjim: Ger ew bêdeng bimînin, dê kevir dengê xwe hildin!
41
Û gava Îsa nêzîk bû, bajar dît û li ser wî giriya
42
û got: Xwezîka te îro di vê roja xwe de ew tişt zanîbana, yên ku ji bo dilxweşiya te ne! Lê belê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin.
43
Ji ber, rojên dê bi ser te de bên ku, neyarên te dê li dora te çeperan çêkin û hawirdora te bigirin, ji her alî ve te bidin tengahiyê
44
û dê te û zarokên te yên di nav te de li erdê bixin û ew ê di nav te de kevirek li ser kevirekî nehêlin, ji ber ku te wextê serdana xwe nas nekir!
45
Îsa kete Perestgehê dest pê kir, yên ku tê de kirîn û firotinê dikirin, avêt derve
46
û ji wan re got: Hatiye nivîsandin: Mala min dê bibe mala duayê, lê belê we wê kirine şkefta rêbiran!
47
Îsa her roj di Perestgehê de hîn dikir. Lê belê serokên kahînan û alimên zagonê û mezinên netewê lê digeriyan ku, wî bikujin,
48
lê belê wan nikarîbûn tiştekî bibînin ku bi wî bikin, ji ber ku hemûya gel ji dil guh didan wî.
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 20 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24