bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 24
Luke 24
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 23
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
1
Lê belê pîrekan, roja pêşî ya heftê, hîn sibehê zû, bixûrên ku amade kiribûn anîn û hatin gorê.
2
Lê belê wan dîtin ku kevirê ser gorê ji cîhê xwe gindiriye.
3
Û gava ew çûn nava wê, wan cesedê Xudan Îsa nedîtin.
4
Û wusa bû ku, gava ew ji ber vê yekê li xwe şaş diman, ji nişka ve du zilamên ku şewq ji cilên wan diçû li cem wan rawestiyan.
5
Û pîrekan çawa ku tirsiyabûn û wecên xwe bera erdê dabûn; zilaman ji wan re gotin: Çima hûn yê zindî di nav miriyan de digerin?
6
Ew ne li vê derê ye, lê ew rabûye! Bînin bîra xwe, wî çi ji we re digot, gava ku ew hîn li Celîlê bû:
7
Divê Lawê Mirov bidin destên gunehkaran, bê xaçkirin û roja sêwemîn biveje.
8
Pîrekan jî gotinên wî anîn bîra xwe
9
û ji ser gorê vegeriyan û çûn, ji her Yanzdehan û ji hemûyên din re her tiştî gotin.
10
Ev in, yên ku xeber ji şandiyan re anîn: Meryema Mejdelanî û Yohana û Meryema diya Aqûp û hinên dinî ku bi wan re bûn.
11
Ev yek li ber çavên şandiyan mîna çîrokeke pûç hate xuyakirin û wan ji pîrekan re bawer nekirin.
12
Lê belê Pêtrûs rabû ser xwe û bi lez çû ser gorê; gava wî xwe bi ser de xwar kir, wî jî cawên kitanî pê ve tu tiştê din nedît û ew bi vî tiştê bûyî ecêb ma û çû mala xwe.
13
Û a vay, dîsa wê rojê, du kesên ji wan, diçûn gundê ku ji Orşelîmê ve di dûrbûna şêst tîr avêtinê de dûr e û jê re Emwas tête gotin.
14
Û ew di derheqê hemû van karên ku bûyîne de pev re diaxifîn.
15
Û wusa bû ku, gava ew hîn diaxifîn û ji hev û din dipirsiyan, Îsa bi xwe nêzîk bû û bi wan re meşiya.
16
Lê belê çavên wan hatibûn girtin ku ew wî nas nekin.
17
Wî ji wan re got: Ev gotinên ku hûn di rê de ji hev û din re dibêjin çi ne û çima hûn wusa xemgîn in?
18
Yekî ji wan, yê ku navê wî Klêpas bû, bersiv da û jê re got: Ma tuyê bi tenê yî ku, li Orşelîmê dimîne û nizane ku li wê derê, di van rojan de çi bûye?
19
Û wî ji wan re got: Ma kîjan tişt? Û wan jê re gotin: Ew tiştên ku li ser Îsayê Nisretî, yê ku peyxamber bû û bi gotin û kirinê li ber Xwedê û hemûya gel bi qudret bû
20
û çawa serokên kahînan û mezinên me wî dan dest, ji bona daraziya kuştinê li ser derkeve û wan ew xaç kir.
21
Lê belê me hêvî dikirin ku, yê Îsraêlê xelas bike ew be. Lê belê ji xeynî van hemûyan jî, a vay, îro roja sêwemîn e ku ev tişt bûne!
22
Ji xeynî vêya hinek pîrekên ji nav me jî, hîn sibehê zû li ser gorê bûn
23
û dema wan cesedê wî nedîtin; ew vegeriyan û ka wan li wir çawa xewn û xeyalê milyaketên ku gotine; ew dijî! dîtine ji me re gotin û me şaş û metal kirin.
24
Pişt re hinek ji yên ku bi me re ne, çûn ser gorê û wan jî ew tişt ûsa, mîna ku pîrekan gotibûn, dîtin; lê belê wan ew bi xwe nedîtin.
25
Û wî ji wan re got: Hey li we bêhişan, yên ku bi dilgiranî baweriyê bi wan hemû tiştên ku peyxamberan gotiye, tînin!
26
Ma ne hewce bû ku, Mesîh van eziyetan bikişîne û here nav rûmeta xwe?
27
Wî ji Mûsa û hemû peyxamberan dest pê kir û ji wan re her tiştên ku li ser wî, di hemû Nivîsên Pîroz de hatibûn nivîsandin, da ronahî kirin.
28
Û dema nêzîkî wî gundê ku ew diçûnê, bûn, wî da xuyakirin, mîna ku ew ê hîn jî bi rê ve biçe.
29
Û wan zorê dan wî û jê re gotin: Li cem me bimîne, ji ber ku ber bi êvarê ye û rojê xwe berdaye xwar! Ew bi wan re çû û derbasî hundir bû ku, li cem wan bimîne.
30
Û wusa bû ku, gava ew bi wan re li sifrê rûnişt, rahişt nan, şikir kir, şikand û da wan.
31
Û di wê demê de çavên wan vebûn û wan wî nas kirin û ew ji ber çavên wan winda bû.
32
Û wan ji hev û din re gotin: Ma dema ew di rê de, bi me re axifî, Nivîsên Pîroz şîrove dikirin, di hundirê me de, dilê me nedişewitîn?
33
Û hema di wê saetê de bi xwe herdu rabûn ser xwe û vegeriyan Orşelîmê. Gava ew gîhaştin, wan dît ku her Yanzdehan û yên dinî bi wan re li hev civiyabûn
34
û digotin: Xudan bi rastî rabûye û xwe nîşanî Şîmûn daye!
35
Û vana jî, ka çi bi wan re bi rê de çêbûbû û dema wî nan şikand, wan çawa wî nas kirine, gotin.
36
Hîn ew ûsa diaxifîn, Îsa bi xwe di nav wan de derket û got: Bila aştî li we be!
37
Lê belê bêzarî bi wan ve ket û zehf tirsiyan û gotin qey ruhekî dibînin.
38
Û wî ji wan re got: Ma çima hûn ecêb dimînin û çima di dilê we de şik dizên?
39
Li dest û lingên min binihêrin ku, ez bi xwe me; werin, destên xwe bidin bedena min û bibînin; ji ber ku heçî ruh e, bê goşt û bê hestî ye, lê belê a vay, mîna ku hûn min dibînin, ez bi goşt û hestî me!
40
Paşî wî ev ji wan re got, dest û lingên xwe nîşanî wan da.
41
Lê belê wan ji şabûnê û ji ber gellekî ecêb mabûn, hîn jî bawer nedikirin; wî ji wan re got: Ka tiştekî xwarinê li cem we heye?
42
Wan jî pariyek ji masiyekî biraştî dan wî.
43
Wî ew ji destê wan girt û li pêş wan xwar.
44
Û wî ji wan re got: Ew gotinên min, yên ku gava ez hîn bi we re bûm, min ji we re gotibû: Divê ew hemû tiştên ku di zagona Mûsa de û di peyxamberan de û di Zebûran de li ser min hatine nivîsandin, werin cîhê xwe, ev in.
45
Li ser vêya, wî hişên wan vekir ku, ew bikaribin Nivîsên Pîroz fêhm bikin.
46
Û wî ji wan re got: Ûsa hatiye nivîsandin ku, Mesîh dê eziyetê bikişîne û dê roja sêwemîn ji nav miriyan biveje
47
û dê ji Orşelîmê were dest pê kirin û ji bona bexşandina gunehan tobe bi navê wî ji hemû gelên dinê re bête îlan kirin.
48
Hûn şahdeyê van tiştan in!
49
Û a vay, ez ê wada Bavê xwe bi ser we ve bişînim; lê belê heta ku ji jor ve hêz li we bête pêçandin, hûn li bajêr bimînin!
50
Û wî wan derxist û bir heta Beytanyayê û li wê derê wî destên xwe hilda û wan pîroz kir.
51
Û wusa bû ku, wê gava ku wî wan pîroz dikir, ew ji wan cuda bû, hat rakirin û hilkişî nava ezmanan.
52
Ew jî ji wî re peristin û paşê bi kêfxweşiyekî zehf mezin, vegeriyan Orşelîmê.
53
Û ew her tim di Perestgehê de bûn û pesnê Xwedê didan. Amîn.
← Chapter 23
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24