bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 12
Luke 12
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 13 →
1
Di vê navberê de, gava bi hezaran mirov mîna ku hev û din bieciqînin, kom bi kom diciviyan; Îsa pêşiyê ji şagirtên xwe re dest pê kir û got: Xwe ji havêna Fêrisiyan biparêzin; ew durûtî ye!
2
Lê belê tiştekî nixumandî nîne ku, xuya nebe û tiştekî veşartî nîne ku, neyê zanîn.
3
Ji ber vê yekê, her tiştê ku we di tariyê de gotiye, dê di ronahiyê de were bihîstin û tiştê ku we di hundir de di guh de gotiye, dê li ser banan were bang kirin.
4
Lê belê ez ji we hevalên xwe re dibêjim: Ji kesên bedenê dikujin û ji pê ve nikarin tiştekî xerabtir bikin, metirsin.
5
Lê belê ez nîşanî we bidim ku, ka hûn ê ji kê bitirsin: Ji wî kesê ku piştî dikuje, dikare bavêje dojehê ve bitirsin! Belê, ez ji we re dibêjim; ji wî bitirsin!
6
Ma pênc civîk bi du pere ve nayên firotin? Lê belê dîsa, Xwedê yek jî ji wan ji bîr nekiriye.
7
Mîna vêya hemû mûyên serên we bi xwe jî jimartî ne. Ji ber vê yekê metirsin! Hûn ji gellek civîkan hîn jî hêjatir in.
8
Lê belê ez ji we re dibêjim: Her kî min li ber mirovan, bi eşkeretî qebûl bike, dê Lawê Mirov jî wî li ber milyaketên Xwedê bi eşkeretî qebûl bike;
9
lê belê kî min li ber mirovan înkar bike, dê ew jî li ber milyaketên Xwedê were înkar kirin.
10
Û kî li dijî Lawê Mirov gotinê bibêje, dê jê re were bexşandin, lê belê ji yê ku li dijî Ruhê Pîroz kufir dike re nayê bexşandin.
11
Gava we bibin keniştan, ber serok û fermandaran, xeman nexwin, hûn ê çawa û çi bersivê bidin, an çi bêjin;
12
ji ber ku Ruhê Pîroz, dê we di wê saetê de hîn bike ku, divê ka hûn çi bibêjin.
13
Û yekî ji nava civakê ji Îsa re got: Ya Mamoste, ji birayê min re bibêje ku, ew wêristiyê bi min re par bike!
14
Îsa ji wî re got: Ya zilamo, kê min li ser we bi darazkirî an jî parkirê mêrasê wezîfedar kiriye?
15
Û wî ji wan re got: Bala xwe bidinê û xwe ji hemû çavbirçîtiyan biparêzin! Ji ber ku jiyana mirov, ne bi pirrbûna hebûna wî ye.
16
Û wî wekokekê ji wan re got û axifî: Zeviyên zilamekî dewlemend, zadekî zêde da.
17
Ew fikirî û di dilê xwe de got: Cîh nemaye ku ez dexila xwe biximê; gelo ez çi bikim?
18
Û wî got: Ez ê ûsa bikim: Ez ê embarên xwe xera bikim û yên hîn mezintir ava bikim û ez ê hemû dexl û malê xwe di wan de kom bikim.
19
Û ez ê ji canê xwe re bêjim: Ya can, te ji xwe re têra pirr salan mal hilaniye; li rihetiya xwe binihêre, bixwe, wexwe û şa bibe!
20
Lê belê Xwedê ji wî re got: Hê bêaqilo! dê îşev canê te ji te bê stendin; ma dê ew malê ku te amade kiriye ji kê re bimîne?
21
Kesê ku bona xwe xezîneyan berhev dike û li cem Xwedê ne dewlemend e, wusa ye!
22
Û Îsa ji şagirtên xwe re got: Ji ber vê yekê, ez ji we re dibêjim: Ji bo jiyana xwe xeman nexwin ku, hûn ê çi bixwin û ji bo bedena xwe jî xem nekin ku, hûn ê çi li xwekin.
23
Ji ber ku jiyan ji xwarinê û beden jî ji li xwe kirinê hêjatir e.
24
Li qirikan binihêrin, ew ne diçînin, ne jî didirûn, ne kewarên wan, ne jî embarên wan hene û Xwedê dîsa jî wan xwedî dike; hûn çiqasî ji teyrikan hêjatir in!
25
Ma kî ji we bi xemxwarinê dikare gezekê bi ser jiyana xwe ve dirêjtir bike?
26
Ûsa ku, ger hûn nikarin tiştekî herî biçûk jî bikin, çima hûn bona tiştên din xeman dixwin?
27
Li sosinan binihêrin, çawa mezin dibin; ew ne kar dikin, ne jî rîs dirêsin û ez ji we re dibêjim: Silêman jî di hemû rûmeta xwe de wek yekê ji wan, li xwe nekiribû!
28
Lê belê ew gîhayê ku îro di zeviyê de xuya dike û sibê dê bi nav firinê ve bête avêtin, ger Xwedê wî ûsa bi cil bike, ma dê we çiqasî zêdetir bi cil bike, ya bawerî kêmno?
29
Hûn li, ka hûn ê çi bixwin û ka çi vexwin negerin û di dudiliyê de jî nebin!
30
Ji ber ku hemû gelên dinê tim li vana digerin; Bavê we jî dizane ku hûn motajî van tiştan in.
31
Lê belê hûn li Serweriya wî bigerin û ev tiştana dê ji we re bên dayîn!
32
Metirse, ya keriyê biçûk; ji ber ku Bavê we razî hatiye ku Serweriyê bide we.
33
Çi tiştê we yî heye, bifiroşin û bi xêran bidin! Ji xwe re kîsikên ku kevin nabin û xezînên li ezmanan kêm nabin çêkin; li wê derê diz nêzîk nabe û bizûzk jî naxwe.
34
Ji ber, xezîna we li ku derê be, dilê we jî dê li wê derê be.
35
Bila pişta we girêdayî be û çirayên we vêketî bin;
36
hûn jî wekî zilamên ku, li hêviya efendiyê xwe sekinîne ku, gava ew ji dawetê vegere û li derî bixe, hema bikarin ji wî re vekin bin.
37
Xwezî li wan xulaman ku, çaxê efendiyê wan bê, ew wan hişyar bibîne! Ez ya rast ji we re dibêjim: Ew ê pişta xwe girêde, wan li sifrê rûnîne û dê were û xizmetê ji wan re bike.
38
Ger ew di nobeta duwemîn de an di nobeta sêwemîn de bê û wan xulaman ûsa bibîne, xwezî li wan xulaman!
39
Lê belê vêya bizanin ku, ger xwediyê malê bizanîbûya ku, diz dê kengê bê, ew ê hişyar bimaya û nedihişt ku xaniyê wî qul bike.
40
Hûn jî amade bin, ji ber ku Lawê Mirov dê di saetekê de bê ku, ne di gûmana we de ye.
41
Pêtrûs got: Ya Xudan, ma tu vê wekokê ji me re an ji her kesî re dibêjî?
42
Û Xudan got: Ma ew wekîlê rast û baqil kî ye, yê ku efendiyê wî ew daniye ser xulamên xwe ku, xwarina wan di wextê wan de bide wan?
43
Xwezî li wî xulamî ku gava efendiyê wî bê, wî bibîne ku ûsa dike!
44
Ez bi rastî ji we re dibêjim: Dê efendiyê wî, wî deyne ser hemû malên xwe.
45
Lê belê ger ew xulam di dilê xwe de bêje: Efendiyê min di hatina xwe de dereng dimîne û dest pê bike li xulam û cariyan bixe, bixwe û vexwe û serxweş bibe,
46
efendiyê wî xulamî, dê di rojekê de bê ku, ew ne li hêviya wî ye û di saetekê de ku, ew pê nizane û dê wî bike du parî û para wî bi bêbawermendan re bide.
47
Ew xulamê ku daxwaziya efendiyê xwe dizanî jî, lê amadekarî nekiriye û ne jî bi daxwaziya efendiyê xwe kiriye, dê zehf lêdanê bixwe;
48
lê belê ew ê ku bêzanîn û tiştên ku liyaqî lêdanê ne kiriye, dê hindik lêdanê bixwe. Ji ber ku ji kê re zehf hatibe dan, dê zehf ji wî bê xwestin û ji kê re zehf hatibe spartin, dê ji wî bêtir bê xwestin.
49
Ez hatime ku agir bavêjim dinê; min çiqas dixwest ku ew niha pêketî be!
50
Lê belê vaftîzek min heye ku ez ê bi wê vaftîz bibim û heta ku ew bê cîh, ez çiqas jî tengasî dikişînim!
51
Ma hûn gûman dikin ku, ez hatime dilxweşiyê bînim dinê? Ez ji we re dibêjim: Na, lê belê hîn ji wê bêtir ez hatime ku, cudabûniyê bînim!
52
Ji ber ku ji niha pê ve di malekê de pênc kes dê hebin, sisê ji duduyan û dudo ji sisiyan dê cuda bibin.
53
Bav dê li dijî law rabe û law li dijî bavê, dayik li dijî keçê û keç li dijî dayikê, xwesû li dijî bûkê û bûk li dijî xwesûyê rabe.
54
Û Îsa ji gel re jî got: Dema hûn dibînin ku, ewrek li rojavayê bilind dibe, hema hûn dibêjin: Dê baran bibare! û ûsa dibe.
55
Û Gava ku bayê başûr tê, hûn dibêjin: Dê zehf germ bibe! û ûsa dibe.
56
Hey durûno! Hûn rewşa rûyê erd û ezmên kifş dikin, lê belê çawa dibe ku hûn vê demê kifş nakin?
57
Û çima hûn biryara xwe nadin, ka çi ya rast e?
58
Ji ber ku çaxê tu bi neyarê xwe re diçî darazkirê dadgehê, di rê de bixebite tu ji wî xelas bibe ku, ew te nekişîne ber dadger û dadger te nede dest paspan û ew jî te neavêje girtîgehê.
59
Ez ji te re dibêjim: Heta tu pûlê paşî nedî, tu ji wê derê dernakevî!
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24