bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 7
Luke 7
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 8 →
1
Piştî ku hemû van gotinên xwe yî ku gel wan guhdarî dikirin, xelas kir, Îsa çû Kefernahûmê.
2
Û xulamekî serpelekî, yê ku jê re biqîmet e, di dereca mirinê de, nexweş bû.
3
Gava ku wî di derheqê Îsa de bihîst, kalepîrên Cihûdan, bona ku were û xizmetkarê wî xelas bike rica bikin, ji wî re şand.
4
Gava ew hatin cem Îsa, pirr li ber wî geriyan û gotin: Ew hêja ye ku tu vêya ji wî re bikî;
5
ji ber ku, ew ji gelê me hez dike û wî bi xwe keniştê ji me re ava kiriye.
6
Îsa bi wan re çû. Gava hindik mabû ku ew bigihêje xênî, yê serpel hinek hevalên xwe şand pêşiya wî ku, ew van gotinan ji wî re bibêjin: Ya Xudan, zehmet neke; ji ber min xwe hêja nedît ku tu werî bin xaniyê min!
7
Ji ber vê yekê min xwe hêja nedît ku ez bêm cem te; lê belê tenê gotinekê bibêje û xulamê min dê qenc bibe!
8
Ji ber ku ez bi xwe jî mirovekî di bin serdestiyê de me û di bin emrê min de jî leşker hene; ez ji yekî re dibêjim: Biçe! ew diçe û ji yê din re dibêjim: Were! ew tê û ez ji xulamê xwe re dibêjim: Vê bike! ew wê dike.
9
Dema Îsa van tiştan bihîst, lê ecêb ma; vegeriya û ji civaka ku li pey wî dihatin re got: Ez ji we re dibêjim: Min di Îsraêlê de jî baweriyakî ewqas mezin nedît!
10
Gava yên hatibûn şandin vegeriyan malê, wan dîtin ku xulamê serpel qenc bûye.
11
Û wusa bû ku, piştî vêya Îsa çû bajarê ku jê re Nayîn digotin; şagirtên wî û ajaweyeke mezin bi wî re diçûn.
12
Gava ew nêzîkî dergehê bajêr bû, a vay, cenazeyek ji bajêr derdixistin; lawê pîreka jinebî ya tenê bi serê xwe ye miribû û gellekên ji gelê bajêr bi wê re bûn.
13
Û gava Xudan dayikê dît, dilê wî pê şewitî û ji wê re got: Megrî!
14
Û ew nêzîkî darbestê bû, destê xwe tê da û yên ku wê hilgirtibûn, sekinîn. Îsa got: Xorto! Ez ji te re dibêjim, rabe ser xwe!
15
Û yê mirî rabû, rûnişt û dest bi axaftinê kir û Îsa wî da diya wî.
16
Tirs bi hemûyan ve girt, wan bilindahî dida Xwedê û digotin: Peyxamberekî mezin di nav me de rabûye! Û: Xwedê hate alîkariya gelê xwe!
17
Û ev gotina di derheqê Îsa de li seransera Cihûstanê û hawirdora wê belav bû.
18
Û şagirtên Yehya jî ji wî re, li ser van tiştan hemûyan gotin.
19
Û Yehya ji nav şagirtên xwe bangî duduyan kir; wan şand cem Xudan ku ji wî bipirsin: Ma yê ku dê bihata, tu yî, an divê em li hêviya yekî din bimînin?
20
Gava ew zilaman hatin cem wî, wan ji wî re gotin: Yehyayê vaftîzkar me şand cem te ku em ji te bipirsin: Ma yê ku dê bihata, tu yî, an divê em li hêviya yekî din bimînin?
21
Di wê saetê de Îsa gellek ji nexweşî, êş û ruhên xerab baş kir û çavên gellek koran vekir.
22
Û Îsa bersiv da û ji wan re got: Herin û we çi dîtine, çi bihîstine, ji Yehya re bêjin: Kor dibînin, kûd dimeşin, bi cizamî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û ji belengazan re Mizgînî tê waz dan.
23
Û Xwezî bi wî kesê ku, di min de tilpekî nebe!
24
Gava şandiyên Yehya çûn, wî dest pê kir û ji ajawê re li ser Yehya got: Ma hûn derketin çolê ku, hûn çi bibînin? Qamîşek li ber bayê diheje?
25
An hûn derketin çolê ku, hûn çi bibînin? Mirovekî ku kincên nermîn li xwe kiriye? A vay, yên bi kincên spehî û di dewlemendiyê de dijîn, ew di qesrên qiralan de ne!
26
An jî hûn derketin ku, hûn çi bibînin? Ma peyxamberekî? Belê, ez ji we re dibêjim û ji peyxamberekî jî hîn bêtir!
27
Ev ew e, yê ku di derheqê wî de hatiye nivîsandin: A vay, ez nûçevanê xwe di pêşiya rûyê te de dişînim; ew ê rêya te li pêşiya te amade bike.
28
Ez ji we re dibêjim: Di nav yên ku ji jinan bûyîne de, kesekî ji Yehya mezintir qet nîne, lê belê dîsa di Serweriya Xwedê de yê herî biçûk ji Yehya mezintir e.
29
Û gava hemûya gel, heta bi bacgiran jî ev yek bihîstin, wan heqiya Xwedê nas kirin; ji ber ku, bi vaftîz kirina Yehya ve hatibûn vaftîz kirin.
30
Lê belê heçî Fêrisî û alimên zagonê bûn, daxwaziya Xwedê, ji bona xwe qebûl nekirin, ji ber ku bi vaftîz kirina wî ve nehatibûn vaftîz kirin.
31
Û Xudan got: Ma ez mirovê vî nifşî bi kê bişibînim û ew mîna kê ne?
32
Ew wekî zarokên ku li nav qada bajêr rûdinin û bi vî awayî bangî hev dikin û: Me bilûrê ji we re lêxistin, lê belê hûn nereqisîn; me ji we re avêt ser miriyan, lê belê hûn negiriyan, dibêjin in!
33
Ji ber ku Yehyayê vaftîzkar hat, ne nan dixwar û ne jî xemrê vedixwar; we got: Di wî de cin heye!
34
Lawê Mirov jî hat, ew dixwe û vedixwe û hûn dibêjin: Ev mirovekî pirrxwer û xemrvexwar e, hevalê bacgir û gunehkaran e!
35
Û zaniyarî ji aliyê hemû zarokên xwe ve hate tesdîq kirin.
36
Yekî ji Fêrisiyan, Îsa bangî xwarinê kir. Ew jî çû mala yê Fêrisî û li sifrê rûnişt.
37
Û a vay, li bajêr pîrekek gunehkar hebû û gava wê bihîst ku ew li mala yê Fêrisî, li sifrê rûniştiye, wê di firaxeke mermerê sipî de rûnekî bêhnxweş anî
38
û bi girî, li paşî Îsa hema li ber lingên wî sekinî û bi hêsirên çavên xwe lingên wî şil kir û paşê bi porên xwe wan ziwa kir, ramûsand û rûn li wan da.
39
Gava Fêrisiyê ku ew bangî mala xwe kiribû, vana dît û di ber xwe de ji xwe re got: Ger ev mirov peyxamber bûya, dê bizanîba ya destê xwe da wî, kî ye û çi jin e; ji ber ku ew yeke gunehkar e!
40
Û Îsa bersiv da û ji wî re got: Şîmûn; gotinek min ji te re heye. Wî jî got: Ka bibêje, Mamoste!
41
Du deyndarên deynxwazekî hebûn; yek ji wan bi pênc sed û yê din jî bi pêncî zîvî deyndar bû.
42
Ji ber bona ku deyndayînê tiştekî wan tunebû, wî ji herduyan re jî bexşand. Ji min re bêje: Niha ji vana kîjan dê bêtir ji wî hez bike?
43
Şîmûn bersiv da û got: Ez dibêjim, yê ku jê re bêtir lê hate bexşandin. Wî jî ji wî re got: Te rast got!
44
Û wî berê xwe da pîrekê û ji Şîmûn re got: Tu vê pîrekê dibînî? Ez hatim mala te, te bona lingên min av neda min; lê belê wê lingên min bi hêstiran şil kir û bi porê xwe ziwa kir.
45
Te ramûsanek neda min, lê belê wê, ji dema ku ez ketime hundir ve, dev ji ramûsandina lingên min bernedaye.
46
Te rûnek di serê min de neda, lê belê wê rûnekî bêhnxweş di lingên min de da.
47
Ji ber vê yekê ez ji te re dibêjim: Gunehên wê yên pirr in, hatin bexşandin; ji ber vê yekê wê pirr hez kiriye. Lê belê yê ku jê re kêm tê bexşandin, hindik hez dike.
48
Û wî ji wê re got: Gunehên te hatin bexşandin!
49
Û yên ku bi wî re li sifrê rûniştibûn, dest pê kirin û ji xwe re gotin: Gelo ev kî ye ku, li gunehan jî dibexşîne?
50
Îsa ji pîrekê re got: Baweriya te, tu xelas kirî; bi dilxweşiyê ve here!
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24