bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 20
Luke 20
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 21 →
1
Û wusa bû ku, rojek ji rojan, gava wî di Perestgehê de hînî gel dikir û waz a Mizgîniyê dida, serokên kahînan, alimên zagonê û kalepîran tev de bi ser de hatin
2
û ji wî re gotin: Ji me re bibêje, tu van tiştan bi çi rayedariyê ve dikî? An jî yê ku vê rayedariyê daye te kî ye?
3
Îsa bersiv da wan û ji wan re got: Ez jî tiştekî ji we bipirsim, ka ji min re bêjin:
4
Vaftîza Yehya ji ezmanan bû, an ji mirovan bû?
5
Ew bi hev û din re şêwirîn û gotin: Ger em bêjin: Ji ezmanan e, ew ê bibêje: Çima we ji wî bawer nekirin?
6
Û ger em bêjin: Ji mirovan e, tevahiya gel dê me bidine ber keviran, ji ber ku wan qenc bawer kirine ku Yehya peyxamber e!
7
Û wan bersiv dan: Em nizanin ji ku derê ye.
8
Îsa ji wan re got: Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi kîjan rayedariyê ve dikim.
9
Îsa dest pê kir û ji gel re vê wekokê got: Mirovekî rezek çand, ew bi kirê da rezvanan û ji bo wextekî dirêj çû welatekî din.
10
Û di demsala rez de wî xulamek şand cem rezvanan ku, ji berê rez bidine wî. Lê belê rezvanan li wî xistin û destvala şandin.
11
Û wî xulamekî din şand, wan li wî jî xistin û riswa kirin û destvala şandin.
12
Yê sisiyan jî şand, ew jî birîndar kirin û avêtin derve.
13
Xwediyê rez jî got: Gelo ez çi bikim? Ez ê lawê xwe yî delal bişînim; dibe ku ew ji wî şerm bikin!
14
Lê belê dema ku rezvanan wî dîtin, bi hev û din re şêwirîn û gotin: Ev mêrasker e! De werin, em wî bikujin ku, mêras ji me re bimîne!
15
Û wî avêtin derveyî rez û kuştin. Ma îcar dê xwediyê rez çi bi wan bike?
16
Ew ê bê, van rezvanan helaq bike û dê rez bide hinekên din. Gava wan ev yek bihîstin, gotin: Xwedê neke!
17
Lê belê Îsa li wan nihêrt û got: Wê çaxê, vêya hatiye nivîsandin çî ye? Ew kevirê ku hosteyan red kirin, bû kevirê serê quncikê!
18
Her kesê ku bi ser wî kevirî de bikeve, dê ew wî perçe bike û ew bi ser kî de bikeve, dê wî mîna tozê hûr bike!
19
Alimên zagonê û serokên kahînan xwestin ku di wê gavê de dest bavêjin wî, ji ber wan fêhm kirin ku Îsa vê wekoka, li ser wan anî ziman, lê belê ew ji gel tirsiyan.
20
Û çavên wan lê bû ku, ji bo ew wî bi gotina wî têxin kemînê; zilamên ku di dîtinê de xwe rast xuya dikin, sîxur şandin cem wî ku, wî bigirin û bidin rayedarî û darazkirina walî.
21
Wan ji wî pirsîn û gotin: Ya Mamoste, em dizanin ku tu ya rast dibêjî û didî hînkirinê, tu qet rûmetiyê ji tu kesî re nakî, lê belê tu rêya Xwedê bi rastî hîn dikî.
22
Îcar, ma ji me re caiz e ku em bacê bidin Qeyser, an na?
23
Lê belê Îsa bi fenekiyên wan hesiya û ji wan re got: Çima hûn min diceribînin?
24
Ka dînarekî nîşanî min bidin! Ma ew sûret û nivîsîna li ser yên kî ne? Wan got: Yên Qeyser in.
25
Îsa jî ji wan re got: Madem ku ûsa ye, tiştên Qeyser, bidin Qeyser û tiştên Xwedê, bidin Xwedê!
26
Wan nikarîbûn wî ji pêş gel ve bi gotina wî têxin kemînê; ji bersiva wî ecêb man û devê xwe girtin.
27
Hinek ji Sadûqiyên ku digotin, qiyamet tune, hatin ji wî pirsîn û gotin:
28
Ya Mamoste, Mûsa ji me re nivîsandiye: Ger birayê zilamekî zewicî bimire û ew bê zarok be, bila birayê wî, pîreka wî bistîne û zuriyetê ji birayê xwe re rake.
29
Niha heft bira hebûn. Yê pêşî pîrek anî û bê zarok mir.
30
Yê duwemîn jî ew pîrek stend û bê zarok mir.
31
Û yê sêwemîn jî ew pîrek stend û bi vî awayî her heftan zarok li pey xwe nehiştin û mirin.
32
Pişt re pîrek jî mir.
33
Ma wê çaxê di roja qiyametê de, dê pîrek bibe pîreka kîjanî ji wan? Ji ber ku her heftan jî wê stendibûn.
34
Îsa jî ji wan re got: Zarokên vê dinê jinan tînin û mêran dikin,
35
lê belê ewên ku liyaqî gîhandina dinya din û vejîna miriyan bibin, ne jinan tînin û ne jî mêran dikin;
36
ji ber ku ew careke din nikarin bimirin, ji ber ew mîna milyaketan in; ew zarokên Xwedê ne, ji ber ku ew zarokên vejînê ne.
37
Lê belê Mûsa jî di birra Deviyê de, bi gotina: Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûp, bangî Xudan kir û ji nû ve rabûna miriyan da xuyakirin.
38
Ew ne Xwedayê miriyan, lê belê yê zindiyan e; ji ber ku hemû bona wî dijîn.
39
Û hinekan ji alimên zagonê bersiv dan û gotin: Ya Mamoste, te qenc got!
40
Ji ber ku êdî wan qet nediwêrîn ku tiştekî ji wî bipirsin.
41
Îsa ji wan re got: Çawa dibêjin ku Mesîh Lawê Dawid e?
42
Ji ber ku Dawid di pirtûka Zebûrê de dibêje: Xudan ji Xudanê min re got: Heta ku ez neyarên te
43
ji lingên te re pêlik deynim, li rastê min rûnê!
44
Nuha, ger Dawid, bi gotina Xudan bangî wî bike, ew dê çawa bibe lawê wî?
45
Û gava hemûya gel guh didanê, wî ji şagirtên xwe re got:
46
Bila hayê we ji alimên zagonê ve hebe, yên ku dixwazin bi qeftanên dirêj bigerin û hez dikin ku di sûkan de gel silavê bidin wan û di keniştan de li ser kursiyên pêşî rûnin û cîhên pêşî li ser ziyafetan bigirin;
47
ew malên jinebiyan dadiqurtînin û ji bo ku bên dîtin, duayên xwe dirêj dikin; dê vana bikevin bin daraziya hîn jî mezintir!
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 21 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24