bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 22
Luke 22
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 21
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 23 →
1
Cejna Nanê Bêhavên, ya ku jê re Fisih tête gotin, nêzîk dibû.
2
Serokên kahînan û alimên zagonê lêkolînê dikirin ka çawa rêyekê bona kuştina Îsa bibînin; ji ber ku, ji gel ditirsiyan.
3
Û Îblîs ket Cihûdayê ku, ji Donzdehan bû û jê re yê Îsxeryotî dihat gotin.
4
Û ew rabû, çû cem serokên kahînan û fermandaran, ew bi wan re kete axaftinê, ka dê ew çawa Îsa bide destê wan.
5
Ew şa bûn û bi wî re li hev hatin ku, ew pere bidin wî.
6
Ew jî razî hat û li keysekê digeriya ku, bêyî civaka ajawe wî bide destê wan.
7
Roja Nanê Bêhavên, ya ku hewca jêkirina berxê goriya Fisihê dike, hat.
8
Îsa Pêtrûs û Yûhena şand û ji wan re got: Herin, şîva Fisihê, ji me re amade bikin ku em bixwin!
9
Wan jî gotin: Ma tu dixwazî, em wê li ku derê amade bikin?
10
Îsa jî ji wan re got: A vay, gava hûn bikevin bajêr, dê zilamekî ku bi cerê ve avê dikişîne rastî we were; hûn jî li pey wî bikevin xaniyê ku ew ê bikevê
11
û ji xwediyê malê re bêjin: Mamoste ji te dipirse: Ka ew odeya ku ez ê tê de, bi şagirtên xwe re şîva Fisihê bixwim, li ku derê ye?
12
Û ew ê li qata jor odekê mezin ya raxistî nîşanî we bide; li wê derê amade bikin!
13
Ew çûn, wan her tiştî mîna ku Îsa ji wan re gotiye, dîtin û Fisihê amade kirin.
14
Û gava dema xwarinê hat, Îsa bi şandiyan re, li sifrê rûnişt
15
û ji wan re got: Hîn ji berî ku ez eziyetê bikişînim, dilê min pirr xwest ku ez bi we re vê Fisihê bixwim.
16
Ji ber ku ez ji we re dibêjim: Heta ku di Serweriya Xwedê de pêk neyê, ez ê dîsa ji vê nexwim.
17
Û wî kasekê rahişt, şikir kir û got: Vêya bigirin û di nava xwe de par bikin!
18
Ji ber ku, ez ji we re dibêjim: Heta Serweriya Xwedê neyê, ez êdî ji zadê mêwê venaxwim.
19
Û wî rahişt nan, şikir kir, şikand; da wan û got: Ev bedena min e, ya ku di ber we de dê bête dayîn; vêya ji bo bîranîna min bikin!
20
Paşî xwarinê, bi gotina: Ev kase, Peymana nû ya ku bi xwîna min ya bona we dirije ye, bi eynî awayî kasê jî da wan.
21
Lê belê a vay, destê wî kesê ku min bide dest, bi min re, li ser sifrê ye.
22
Ji ber, Lawê Mirov, mîna ku biryar hatiye dayîn diçe; lê belê wey li wî kesê ku, bi navgîniya wî bi dest ve bête dayîn!
23
Û hemû şagirtan dest pê kir û ji hev pirsîn, kesê vî karî bike, ji nava wan ka kî ye?
24
Keftûleftî kete nav wan, ka kî ji nav wan yê mezintir e.
25
Îsa ji wan re got: Qiralên neteweyan rayedariyê li ser wan dikin û yên ku zordariyê li wan dikin, dihêlin ku ji wan re qencîxwaz bê gotin.
26
Hûn ê ûsa nebin; lê belê bila yê herî mezin di nav we de wek yê herî biçûk û yê serok wek yê xulam be.
27
Ji ber ku, ma yê mezintir kî ye? Gelo yê li sifrê rûdine, an yê xizmetê dike? Ma ne yê li sifrê rûdine, mezintir e? Lê belê heçî ez im, ez di nav we de wek xizmetkarekî me.
28
Lê belê yên ku di ceribandinên min buhirandine de, tevî min xwe ragirtine hûn in.
29
Û mîna ku Bavê min serweriyê daye min, ez ê jî di serweriya xwe de bona ku hûn bixwin û vexwin
30
û serweriyê li donzdeh nîjadê Îsraêlê bikin û li ser textan rûnin, serweriyekê bidim we.
31
Şîmûn, ha Şîmûn! A vay, Îblîs xwest ku we mîna genim li bêjingê bixe;
32
lê belê min ji bo te dua kir ku, ji bo baweriya te neçike û çaxê tu dîsa vegerî, birayên xwe xurttir bike!\n
33
Lê belê wî ji Îsa re got: Ya Xudan, ez amade me ku bi te re him herim girtîgehê û him jî mirinê!
34
Îsa got: Pêtrûs, ez ji te re dibêjim: Heta ku tu sê carî min înkar nekî, dê îro dîk neure!
35
Û Îsa ji wan re got: Dema min we bê xelîtk, tûr û pêlav şandin, ma hewcedariya we ji tiştekî re bû? Wan gotin: Na, hewcedariya me ji tu tiştî re nebû!
36
Îsa ji wan re got: Lê belê bila niha, ew ê ku xelîtka wî hebe, bila wê hilgire, yê ku tûrê wî hebe jî, bila wî hilgire û ew ê ku bê şûr be, bila kincên xwe bifiroşe û ji xwe re şûrekî bikire.
37
Ji ber ku, ez ji we re dibêjim: Hewce dike ku ev ya bi gotina: Û ew bi gunehkaran re yek hate hesibandin, hatiye nivîsîn di min de biçe serî; ji ber, hewce dike ku gotina di derheqê min de were cîh!
38
Wan gotin: Ya Xudan, a vay, du şûr li vir hene! Wî jî ji wan re got: Êdî bes e!
39
Û ew derket û mîna adeta xwe çû Çiyayê Zeytûnê, şagirtên wî jî li pey wî çûn.
40
Gava Îsa gîhaşt wê derê, wî ji wan re got: Dua bikin ku, hûn nekevin ceribandinê!
41
Û pişt re bi dûrbûna avêtina kevirekî ji wan dûr ket, çû ser çokan, dua kir
42
û got: Ya Bavo, ger tu bixwazî, vê kaseyê ji min derbas bike; lê belê dîsa jî bila daxwaza te be, ne ya min!
43
Di vê gavê de milyaketek jê re ji ezmanan xuya bû û quwet da wî.
44
Û dema ew di berxwedanek dijwar de bû, bi germiyek hîn jî zêdetir dua kir; xwêdana wî wek dilopên xwînê yên gir ku dikevin ser erdê bû.
45
Dema ew ji duê rabû, li şagirtên xwe vegeriya û dît ku ew ji keserê di xew de çûne.
46
Wî ji wan re got: Çima hûn di xew de diçin? Rabin û dua bikin ku, hûn nekevin ceribandinê!
47
Îsa hîn di axaftinê de bû, a vay, ajaweyek û di pêşiya wan de Cihûda, yê ku yek ji Donzdehan bû, bi ser wan de hat û Cihûda ber bi Îsa ve hat ku wî ramûse.
48
Lê belê Îsa ji wî re got: Cihûda, ma tuyê bi ramûsanekê Lawê Mirov bide dest?
49
Gava wan, yên li dora wî bûn dîtin, ka dê çi bibe, wan gotin: Ya Xudan, ma em bi şûr lêxin?
50
Û yekî ji wan li xulamê Serokkahîn xist û guhê wî yê rastê jê xist.
51
Lê belê Îsa bersiv da û got: Bes e, ewqas! Wî destê xwe danî ser guhê xulam û wî baş kir.
52
Îsa ji serokên kahînan, serwerên Perestgehê û kalepîrên ku bi ser wî ve hatine re got: Ma hûn ûsa bi şûr û daran wekî ku li dijî rêbirekî be hatine?
53
Gava ez her roj di Perestgehê de di nav we de bûm, rojekê we destê xwe li min ranekirin; lê belê ev saeta we ye û qudreta tariyê ye!
54
Îsa girtin û anîn mala Serokkahîn. Pêtrûs jî ji dûr ve li pey wî diçû.
55
Gava di hewşa xanî de agir dadan û li dorê rûniştin, Pêtrûs di nav wan de rûnişt.
56
Û pîrekeke berdestî jî ew li ber êgir dît, wê çav lê zûr kir û got: Ev zilam jî bi wî re bû!
57
Lê belê Pêtrûs înkar kir û got: Ya pîrekê, ez wî nas nakim!
58
Paşê demekê din, yekî din ew dît û got: Tu jî yek ji wan î! Lê belê Pêtrûs got: Na, ya mirovo, ez ne ji wan im!
59
Gava nêzîkî saetekê di wê navê de derbas bû, yekî din jî rabû û ji dil got: Bi rastî ev zilam jî bi wî re bû, ji ber ku ew ji Celîlê ye!
60
Lê belê Pêtrûs got: Ya zilamo, ez fêhm nakim, ka tu çi dibêjî! Hîn ew diaxifî, dîk uriya.
61
Û Xudan zivirî, li Pêtrûs nihêrt û gotina Xudan hate bîra Pêtrûs, çawa ku ji wî re gotibû: Îro berî ku dîk biure, tuyê sê carî min înkar bikî!
62
Û Pêtrûs derket derve û bi êş û jan giriya.
63
Zilamên ku bi Îsa girtibûn, qerfên xwe bi wî kirin û lêxistin.
64
Wan çavên wî girêdan, ji wî pirsîn û gotin: De ka peyxambertiyê bike, yê ku li te xist kî ye?
65
Û wan hîn jî bêtir ji wî re kufr kirin.
66
Gava bû roj, kalepîrên gel, serokên kahînan û alimên zagonê li hev civiyan û wî anîn Civata Netewî û gotin:
67
Ger tu Mesîh î, ji me re bibêje! Lê belê Îsa ji wan re got: Ger ez ji we re bibêjim, hûn bawer nakin
68
û ger ez ji we bipirsim, hûn bersiva min nadin.
69
Lê belê ji niha pê ve Lawê Mirov dê li aliyê rast yê qudreta Xwedê ve rûniştî be.
70
Û hemûyan bi hev re ji wî pirsîn: Ma wê demê, tu Lawê Xwedê yî? Wî jî ji wan re got: Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im!
71
Wan jî got: Ma êdî çi hewcedariya me bi şahdeyan re heye? Ji ber ku me bi xwe ji devê wî bihîst!
← Chapter 21
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 23 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24