bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 8
Luke 8
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 9 →
1
Û wusa bû ku, piştî demekî kurt Îsa dest bi gera bajar û gundan û bi belavkirina Mizgîniya di derheqê Serweriya Xwedê de ye kir û her Donzdeh jî bi wî re bûn.
2
Her wekî hinek jinên ku ji ruhên xerab û nexweşiyan hatibûn baş kirin jî bi wan re bûn: Meryema ku ji wê re digotin Mejdelanî, ya ku heft cin ji wê derketibûn
3
û Yohana jina Xûza yê keyayê Hêrodês bû û Sosin û gellekên din yên ku bi malê xwe ji wî re xizmetê dikirin.
4
Gava ajaweyeke mezin ji gel, ji her bajarî li cem wî civiyan, wî bi methelokê got:
5
Cotkar bona tov çandinê derket û hîn wî tovê xwe direşand, hinek ketin qeraxa rê; di bin lingan de hate cûtin û teyrên ezmanan wê xwarin.
6
Û hinek jî ketin ser latê û şîn bûn, lê zû hişk bûn, ji ber ku ew bê rewa bû.
7
Û hinek jê ketin nava stiriyan, stirî tevî wan mezin bûn û wan xeniqandin.
8
Û hinek jê ketin ser erdê qenc, şîn hatin û berê wê sed tovî da. Gava ku wî vana got qêriya: Yên guhê wan ji bihîstinê re hebin, bila bibihîzin!
9
Şagirtên wî pirsa: Ka wateya vê methelokê çî ye? ji wî pirsîn.
10
Wî jî got: Zanîna razên di derheqê Serweriya Xwedê de ji we re hatiye dayîn; lê ji yên din re, bi methelokan ve tê gotin; da ku, ew binihêrin, lê nebînin û bibihîzin, lê fêhm nekin.
11
Wateya methelokê jî ev e: Tov gotina Xwedê ye.
12
Tovên ku ketin ser rê, ew in ku, dibihîzin, lê pişt re Îblîs tê û gotinê ji dilên wan derdixe ku, bona ew baweriyê neynin û xelas nebin.
13
Lê heçî yên ser latê ne, ew kesên ku gava dibihîzin, gotinê bi dilxweşî qebûl dikin in; lê ew bê reh in; baweriya wan heta bi demekê ye û di çaxê ceribandinê de ew ji rê derdikevin.
14
Lê yên ku ketine nav stiriyan jî, ew in ku, dibihîzin, lê gava didin ser rê, bi xem û dewlemendî û kêfên vê dinê difetisin û berên gîhayî nadin.
15
Lê heçî yên di nava erdê qenc de ne, ew in ku, gotinê dibihîzin, bi dilekî pak û durist di dilê xwe de dihilînin û bi sebir dexlê didin.
16
Tu kes çirayekê vênaxe û bi firaxekê venaşêre, an wê naxe bin livînekê, lê belê li dijî vana, bona yên werin hundir wê bibînin, wê dixe şimadankekê.
17
Ji ber ku tiştekî veşartî nîne ku dê neyê eşkerekirin û ne jî tiştekî veşartî heye ku, nê naskirin û nekeve ber ronahiyê.
18
Ji ber vê yekê, bala xwe bidinê ku hûn çawa guhdarî dikin, ji ber ku bi her kî re hebe, dê jê re bête dayîn û bi her kî re tunebe, dê tiştê ku gûman dike ku bi wî re ye jî ji wî bête stendin.
19
Dayik û birayên Îsa hatin cem wî û ji pirraniya ajawê nikarîbûn ku xwe bigihînin wî.
20
Ji Îsa re hate gotin ku: Dayik û birayên te li derve sekinîne û dixwazin te bibînin!
21
Lê belê Îsa bersiv da wan û ji wan re got: Dayik û birayên min, ew kesên ku gotina Xwedê dibihîzin û dikin in!
22
Û wusa bû ku, rojek ji rojan, ew bi şagirtên xwe re li lotkekê siwar bû û ji wan re got: Werin em herin aliyê dinî golê û bi rê ketin.
23
Û gava ew bi lotkê ve diçûn, ew bi xew ve çû û wê demê bahozek li golê rabû, av diket lotkê û ew ketibûn xeterê.
24
Ew hatin cem, wî hişyar kirin û gotin: Mamoste, Mamoste, em helaq dibin! Îsa rabû û bi ba û pêlên avê ve pekiya û ew sekinîn û bû bênderî.
25
Lê belê wî ji wan re got: Kanê baweriya we? Ew di nav tirsê de, ecêb man û ji hev û din re gotin: Ma ev kî ye ku, him li ba, him jî li avê emir dike û ew ji wî re îtaet dikin?
26
Û ew ber bi herêma Girasîniyan, ya ku diket pêşberê Celîlê ve çûn.
27
Gava Îsa derket ser reşayiyê, zilamek ji bajêr, pêrgîniyê li wî kir, di vî zilamî de cin hebûn û ji zû ve kinc li xwe nedikir û tu carî li malê nedima; lê li nav goristanan dima.
28
Gava wî Îsa dît, kir qêrîn û xwe li ber wî avêt erdê û bi dengekî bilind got: Ma tu çi ji min dixwazî, ya Îsa, Lawê Xwedayê Bilind? Ez li ber te digerim, min nede ezabê!
29
Ji ber ku Îsa emir dabû ruhê xerab ku, ji wî mirovî derkeve. Ji ber ku ji zû ve bi wî girtibû; ew bi qeyd û zincîran dihat girtin jî, lê dîsa wî qeyd dişkand û cin wî dajot çolan.
30
Îsa ji wî pirsî û got: Navê te çî ye? Wî got: Lejyon! Ji ber ku pirr cin ketibûn nava wî.
31
Û cinan li ber Îsa geriyan, ew emir nede ku, ew herin kortala bêbinî.
32
Li wir, li serê çiyê keriyek mezin yê berazan li wê derê diçêriya hebû; bona ku bikevin nav wan ew li ber wî geriyan. Û wî jî destûrê da wan.
33
Cinên ji zilam derketin, ketin hundirê berazan û kerî jî ji kendalê ber ve jêr banz da, xwe avêt golê û fetisî.
34
Çaxa gavanan dît ku çi qewimîn, ew reviyan û vê xeberê li nav bajêr û li gundan belav kirin.
35
Vê demê gel derketin ku ka bibînin çi çêbûye û hatin cem Îsa û ew mirovê ku cin ji nava wî derketibûn, bi kinc, hiş li serî û li ber lingên Îsa rûniştî dîtin û tirsiyan.
36
Yên vêya dîtibûn jî, ji wan re gotin, çawa yê cinoyî hate xelas kirin.
37
Û hemûya gelê ji hawirdora Girasîniyê, li ber Îsa geriyan ku ew ji nava wan here, ji ber ku tirsekî mezin ketibû dilê wan; ew jî kete lotkê û şunde vegeriya.
38
Lê belê zilamê ku cin ji wî derketibûn, li ber Îsa geriya ku ew li cem wî bisekine. Lê belê Îsa ew bi rêkir û ji wî re got:
39
Vegere mala xwe û bibêje, ka Xwedê çi ji te re kiriye! Û ew jî çû û li nava hemûya bajêr bang kir ku, Îsa çi ji wî re kiribû.
40
Û gava Îsa şunde vegeriya, gel pêşwaziyê ji wî re kirin; ji ber ku hemû li benda wî bûn.
41
Û a vay, serokekê keniştê ku navê wî Yaîros bû, hat; wî xwe avêt ber lingên Îsa û li ber wî geriya ku, ew bi wî re here mala wî.
42
Ji ber ku keçikek wî bi tenê, temena wê nêzîkî donzdeh salî hebû û li ber mirinê bû. Îsa jî gava diçû wê derê, ajaweyê wî di nav xwe de dida ber palan.
43
Û pîrekek ku donzdeh sal e xwîn jê diçû û hemûya rizqê xwe dabû hekîman û tu kesekî wê negihandibûn tenduristiya wê,
44
ji paş ve hat û destê xwe gihand rêşiyên kirasê Îsa û hema xwîna wê ji wê çikiya.
45
Û Îsa pirsa: Ew kî bû ku destê xwe di min da? pirsî. Lê belê gava her kesî înkar kirin, Pêtrûs û yên ku bi wî re bûn gotin: Mamoste, ajawe li te tê hev û te dide ber palan û tu dibêjî: Ew kî bû ku destê xwe li min da?
46
Lê belê Îsa got: Mirovekî destê xwe di min da, ji ber ku ez pê hesiyam ku, hêz ji min derket.
47
Pîrek jî, dema dît ku ew veşartî nema, bi lerizandinê ve hat, xwe li ber wî avêt erdê û li ber hemûya gel, ka wê ji ber çi destê xwe di wî de dabû û çawa di cîh de şîfê dîtiye, got.
48
Îsa ji wê re got: Baweriya te, tu qenc kirî; bi dilxweşiyê here!
49
Hîn Îsa diaxifî, yek ji mala serokê keniştê hat û got: Keça te mir, êdî Mamoste newestîne!
50
Lê belê gava Îsa ev bihîst, bersiv da wî û got: Metirse, tenê bawer bike û dê keçik baş bibe!
51
Gava ew hat mala zilam, nehişt xeynî Pêtrûs û Yûhena û Aqûp û dayik û bavê keçikê kes derbasî hundir bibin.
52
Her kes digiriyan û bona keçikê şînê dikişandin; lê belê Îsa ji wan re got: Megirîn, ew ne mirî ye, lê di xewê de ye.
53
Û ew bi wî keniyan, ji ber wan zanîbûn ku ew mirî bû.
54
Lê belê Îsa bi destê wê girt û bang kir û got: Rabe ser pêlan, ya keçikê!
55
Û dema ruhê keçikê li wê vegeriya, ew di cîh de rabû ser xwe; Îsa emir da ku tiştekî xwarinê bidin keçikê.
56
Û dayik û bavê keçikê heyirî man; lê Îsa emir da wan ku, vê bûyerê ji kesekî re nebêjin.
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 9 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24