bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 15
Luke 15
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 16 →
1
Hemû bacgir û gunehkar bona ku wî guhdarî bikin, ber bi Îsa ve dihatin.
2
Fêrisî û alimên zagonê pitepit kirin û gotin: Ev zilama gunehkaran qebûl dike û bi wan re dixwe!
3
Lê belê Îsa ji wan re vê wekokê got û axifî:
4
Kî ji we ku, sed mîhên wî hebin û yek ji wan winda bibe, ma her nod û nehên din li çolê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere, heta ku wê bibîne?
5
Û gava ew wê bibîne, wê bi şahî datîne ser milê xwe
6
û dema ew vedigere malê, bangî heval û cîranên xwe dike û ji wan re dibêje: Hûn jî bi min re şa bibin, ji ber ku min mîha xwe ya windabûyî dîtiye!
7
Ez ji we re dibêjim: Bi vî awayî, bona gunehkarekî ku tobe dike, li ezmanan, ji nod û neh kesên salih, yên ku tobekirina wan ne hewce ye, zêdetir dilşahî bibe!
8
An jî kîjan pîrek ku, deh zîvên wê hebe û yekî ji wan winda bike, ew çirayê vênaxe û xênî namale û qenc lê nagere ku, heta wê bibîne?
9
Û gava ew wî bibîne, ma ew bang nake heval û cîranên xwe û ji wan re nabêje: Hûn jî bi min re şa bibin, ji ber ku min zîvê xwe yî windabûyî dîtiye!
10
Bi vî awayî, ez ji we re dibêjim: Li ber milyaketên Xwedê ji bo gunehkarekî ku tobe dike, dilşayî dibe.
11
Û Îsa got: Du lawên zilamekî hebûn.
12
Û ji vana yê biçûk ji bavê xwe re got: Bavo, ka ji malê xwe wê para ku ji min re dikeve, bide min! Wî malên xwe li wan par kir.
13
Û piştî çend rojan lawê biçûk, her tiştên xwe da hev û çû welatekî dûr û li wir wî bi ewaretî malên xwe tert û belav kir.
14
Û piştî ku wî her tiştên xwe xerc kir, xelayekî dijwar bi ser wî welatî ve hat û ew jî bi xizaniyê ve hayîdar bû
15
û çû xwe li yekî ji gelên wî welatî girt; wî zilamî jî ew şand nav erdên xwe, ber berazan.
16
Û wî dixwest ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike û kesekî wê nedidayê.
17
Û gava hişê wî hate serê wî, ji xwe re got: Ewqas palên bavê min hene ku, xwarin ji ber wan dimîne û ez dikim li vê derê ji birçîbûnê bimirim!
18
Ez ê rabim, li bavê xwe vegerim û jê re bêjim: Bavo, min li ber te û li dijî ezmên guneh kiriye
19
û ez êdî ne hêja me ku wekî lawê te bême gotin; wek yekî ji paleyên xwe min qebûl bike!
20
Û ew rabû û vegeriya cem bavê xwe. Lê belê gava ew hîn ji dûr ve bû, bavê wî ew dît û dilê wî bi lawê wî şewitî û ew baz da, histuyê wî hembêz kir û ramûsand.
21
Lê belê lawê wî jê re got: Bavo, min li ber te û li dijî ezmên guneh kiriye û ez êdî ne hêja me ku wekî lawê te bême gotin!
22
Lê belê bav, bi vî awayî ji xulamên xwe re got: Bilezînin û herin kincên herî qenc bînin û li wî bikin û gustîlkekê têxin tiliya wî û solan bixin lingên wî
23
û conegayê dermalekirî bînin û serjêkin ku, em bixwin û kêfxweş bibin!
24
Ji ber ku ev lawê min mirî bû û rabû, ew windabûyî bû û hate dîtin. Û wan dest bi kêfxweşiyê kirin.
25
Û lawê wî yê mezin li zeviyê bû; gava ew vegeriya û nêzîkî malê bû, dengê stran û govendê bihîst.
26
Wî bangî yekî ji xulaman kir û jê pirsî, ma ev çî ye?
27
Yê xulam jê re got: Birayê te hatiye, bavê te conegayê dermalekirî serjêkiriye, ji ber ku ew bi saxî gîhaşt wî!
28
Lê belê zilamê ciwan hêrs bû û nexwest ku here hundir; bavê wî derket û jê hêvî kir.
29
Lê belê wî bersiv da û ji bavê xwe re got: A vay, ewqas sal e, ez ji te re xizmetê dikim û ez tu carî ji emrê te dernediketim û te tu carî karikek neda min ku, ez bi hevalên xwe re pê şa bibim.
30
Lê belê gava ev lawê te, yê ku malên te bi pîrekên xerab re xwar, vegeriya, tu rabû û conegayê dermalekirî ji wî re serjêkir!
31
Û bav jê re got: Lawo, tu her tim bi min re yî, her tiştên ku yê min in, yên te ne.
32
Lê belê divê em şahiyê bikin û kêfxweş bibin, ji ber ku ev birayê te mirî bû û rabû, ew windabûyî bû û hate dîtin!
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 16 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24