bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 5
Luke 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 6 →
1
Û wusa bû ku, rojekê gava Îsa li ber devê gola Cênîsartê sekinî bû, gel li dor wî ve civiyabûn ku gotina Xwedê bibihîzin
2
û wî li qeraxa golê du lotke dît; lê belê masîgir ji wan ve peya bûbûn û torên xwe dişuştin.
3
Îsa li lotkekê ji wan siwar bû; ew jî ya Şîmûn bû û ji wî xwest ku hinekî ji qeraxê ve bi dûr bixe û ew rûnişt, ji lotkê dest bi hînkirina gel kir.
4
Gava ku wî gotinên xwe xelas kir, ji Şîmûn re got: Bi kûrayiyê ve bajo û torên xwe, bona nêçîrê bavêjin!
5
Û Şîmûn li wî vegerand û got: Mamoste; hemûya şevê me kir û nekirin, tu tiştî negirtin; lê belê li ser gotina te ez ê toran bavêjim!
6
Û gava wan ûsa kirin, ewqas masî girtin ku, torên wan dest bi çirînê kirin.
7
Û wan bi nîşanan bang şirîkên xwe, yên ku di lotka din de ne, kirin ku werin û alîkariyê bi wan re bikin. Ew jî hatin û herdu lotke ewqas dagirtin ku hindik mabû noq bibûna.
8
Lê belê gava Şîmûn Pêtrûs vêya dît, wî xwe avêt ber çongên Îsa û got: Ya Xudan, ji min dûr bikeve, ji ber ku ez mirovekî gunehkar im!
9
Ji ber ku ew û kesên bi wî re bûn, ji pirrbûna masiyên ku girtibûn, ecêb mabûn.
10
Aqûp û Yûhena yên Lawên Zebedî ne, yên ku şirîkên Şîmûn bûn, ew jî di nav wan de bûn. Û Îsa ji Şîmûn re got: Metirse! Ji niha pê ve tuyê bibî nêçîrvanê mirovan!
11
Û pişt re wan lotkeyên xwe kişandin qeraxê û dev ji her tiştî berdan û li pey wî çûn.
12
Û wusa bû ku, gava ew li nav bajarekî ji bajaran bû, a vay, li wir mirovekî bi cizamê ve tijî hebû û gava wî Îsa dît, bi ser devî xwe avêt erdê, li ber wî geriya û ji wî re got: Ya Xudan, ger tu bixwaze, tu dikarî min paqij bikî!
13
Û Îsa destê xwe dirêj kir, dest pê da û got: Ez dixwazim, paqij bibe! Û cizam hema ji wî çû.
14
Û Îsa emir da wî ku, bila ew ji kesekî re nebêje: Lê belê here, xwe nîşanî kahîn bide û mîna ku Mûsa emir daye qurbanekê bide, bila ji wan re bibe şahdeyî ku tu paqij bûyî!
15
Lê belê dîsa jî nav û dengê wî hîn jî bêtir belav bû û gellek ji gel li hev diciviyan, bona guhdariya wî bikin û ji nexweşiyên xwe baş bibin.
16
Lê belê wî xwe da cîhekî tenha û dest bi duayê kir.
17
Û wusa bû ku, rojekê dema Îsa dida hînkirinê, Fêrisî û alimên zagonê li wir rûniştibûn; ew ji her gundên Celîlê û Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn û hêza Xudan ji bo başkirina nexweşiyan bi wî re bû.
18
Û di wê demê de hin zilaman mirovekî kûd, di nav livînên wî de anîn û geriyan bona ku wî bînin hundir û deynin ber Îsa.
19
Û gava wan ji ber ajawê rê nedîtin ku wî bibin hundir, ew hilkişiyan ser xanî û yê kûd di nava kiremîtên xanî de tevî livînên wî daxistin nav holê, cem Îsa.
20
Gava wî baweriya wan dît, ji yê kûd re got: Ya zilamo; gunehên te ji te re hatin bexşandin!
21
Û alimên zagonê û Fêrisiyan dest pê kirin, fikirîn û gotin: Gelo ev kî ye, yê ku kufr dike? Ma xeynî Xwedê kî dikare gunehan bibexşîne?
22
Îsa ji ber ku dizanîbû ew çi difikirin, bersiv da û ji wan re got: Ma hûn di dilên xwe de çi difikirin?
23
Ma kîjan hêsanîtir e: Gotina ku gunehên te ji te re hatin bexşandin! an gotina ku: Rabe û bimeşe?
24
Lê belê bona ku hûn bizanibin rayedariya Lawê Mirov heye ku, li rûyê erdê gunehan bibexşîne; ji yê kûd re got: Ez ji te re dibêjim, rabe, livînên xwe hilde û here mala xwe!
25
Û yê kûd hema ji pêş wan ve rabû ser xwe, rahişt livînên xwe yê ku ew di nav wan de bû, çû mala xwe û pesnê Xwedê da.
26
Û hemû li xwe heyirî man, pesnê Xwedê dan, hundirê wan tijî tirs bû û gotin: Îroj me tiştên ecêb dîtin!
27
Û piştî vê bûyerê Îsa ji wir derket û bacgirekî navê wî Lêwî ye, di bacxanê de rûniştî dît û ji wî re got: Li pey min were!
28
Û wî jî dev ji her tiştî berda, rabû ser xwe û li pey wî çû.
29
Û Lêwî di mala xwe de ji wî re ziyafetek mezin çêkir; li sifrê, gellek bacgirt û ji mirovên din bi wan re rûniştî, ajaweyek mezin hebû.
30
Û Fêrisiyan û alimên wan yên zagonê, bi ser şagirtên wî de pitepit kirin û gotin: Çima hûn bi bacgirt û gunehkaran re dixwin û vedixwin?
31
Û Îsa bersiv da wan û got: Hewcedariya tenduristiyan ji hekîm re nîne, lê hewcedariya nexweşan jê re heye.
32
Ez ne bona kesên rast, lê bona gunehkaran bangî tobê bikim hatim.
33
Lê belê wan ji Îsa re gotin: Şagirtên Yehya pirr caran rojiyê digirin û dua dikin û yên Fêrisiyan jî ûsa dikin, lê belê yên te dixwin û vedixwin.
34
Îsa ji wan re got: Ma hûn dikarin heta ku zava di nav wan de be, rojiyê bi civata dawetê re bidin girtin?
35
Lê belê dê rojên bên ku, zava ji nav wan ve bê stendin û ew ê di wan rojan de rojiyê bigirin.
36
Wî wekokekê jî ji wan re got: Tu kes bona cilê kevin pîne bike, perçekî ji cilekî nû jê nake; ji ber ku dê him cilê nû bê çirandin û him jî ew perçê ji yê nû hatiye stendin bi cilê kevin re dê li hev nê.
37
Û tu kes xemra nû naxe meşka kevin; ji ber ku xemra nû dê meşkê biçirîne, xemr birije û meşk jî telef dibe.
38
Lê belê divê xemra nû têxin meşka nû.
39
Û tu kes piştî ku xemra kevin vexwe, ya nû naxwaze; ji ber ku ew dibêje: Ya kevin xweş e!
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24