bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 17
Luke 17
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 18 →
1
Û wî ji şagirtên xwe re got: Nehatina tilpekîbûnan nabe; lê belê wey li wî mirovê ku, bi navgîniya wî ve tê!
2
Dê ji wî re çêtir be ku, kevirê aşekî bi histuyê wî ve were girêdan û bi nav behrê ve bête avêtin, ji dêvla ku ew yekî ji wan biçûkan tilpekî bike.
3
Hay ji xwe hebin! Gava birayê te li dijî te sûcekî bike, wî biazirîne û ger ew tobe bike, hingê lê biborîne.
4
Û ger ew di rojê de heft caran li dijî te sûc bike û heft caran li te vegere û bêje: Ez tobe dikim, divê ku tu li wî biborîne.
5
Û şandiyan ji Xudan re gotin: Baweriya me zêde bike!
6
Xudan got: Ger baweriya we wek libek xerdelê jî hebûya, weyê ji vê dara tûyê re bigotana: Ji kokê ve rabe û here, xwe di behrê de biçikîne! Û dê darê bi ya we bikira.
7
Ma kî ji we, ger xulamekî wî hebe ku, şivantiyê an cotkariyê bike, gava ew ji zeviyê vegere malê, dê ji wî re bêje: Hema were û li sifrê rûne?
8
Ma ew ê dêvla vêya ji wî re nebêje: Rabe, pişta xwe girêde, xwarina min amade bike, heta ku ez bixwim û vexwim, xizmeta min bike û pişt re tu jî bixwe û vexwe?
9
Ma ew ê sipasiya xulam bike, ji ber ku wî wan tiştên ji wî re hatibûn emir dayîn, kiriye?
10
Hûn jî bi vî awayî, dema we her tiştên ku ji we re hatiye emir dayîn, kirin, bibêjin: Em xulamên bêkêr in; me van karê ku li ser me deyn bûn, kirin!
11
Û wusa bû ku, dema Îsa diçû Orşelîmê, di nava Samîriyê û Celîlê ve derbas dibû
12
Û gava ew kete gundekî, deh mirovên bicizam ku, ji dûr ve sekinî bûn, rastî wî hatin.
13
Û wan bi dengekî bilind bang kirin û gotin: Ya Îsa, ya Mamoste, dilovaniyê li me bike!
14
Û gava Îsa wan dît, ji wan re got: Herin û xwe nîşanî kahînan bidin! Û wusa bû ku, gava hîn ew diçûn, ji gurîtiya xwe paqij bûn.
15
Û gava yekî ji wan dît ku ew baş bû, vegeriya û bi dengekî bilind pesnê Xwedê da.
16
Wî xwe li ber lingên Îsa avêt ser rûyê xwe û sipasiya wî kir û ew yekî Samîrî bû.
17
Îsa bersiv da û got: Ma ne her deh hatine paqijkirin? Ka her nehên din li ku derê ne?
18
Ma kesek ji viyê xerîb pê ve venegeriya, ji bo pesnê Xwedê bide?
19
Îsa ji wî re got: Rabe ser xwe û here; baweriya te tu xelas kirî!
20
Gava ku ji aliyê Fêrisiyan ve pirsa, dê Serweriya Xwedê kengê were? ji Îsa re hate pirsîn; wî bersiv da wan û got: Serweriya Xwedê mîna ku bi çavan ve bê dîtin nayê.
21
Ne jî mirov dikarin bibêjin: A vay, li vir e! An jî: Li wir e! Ji ber ku a vay, Serweriya Xwedê di nava we de ye.
22
Îsa ji şagirtan re got: Dê roj werin ku, hûn ê wê çaxê bixwazin ji rojên Lawê Mirov rojekê bibînin, lê belê hûn ê nikaribin bibînin.
23
Û dê ji we re bêjin: A vay, li vê derê ye! û: A vay, li wê derê ye! Lê belê neçin û bi pey nekevin!
24
Ji ber ku çawa birûsk ji aliyekî ezmanan ve dibiriqe û heta bi aliyê din ronahiyê dide, Lawê Mirov jî dê di roja xwe de ûsa be.
25
Lê belê divê ew pêşiyê pirr êşan bikişîne û ji aliyê vî nifşê ve were red kirin.
26
Di roja Nûh de rewş çawa bû, dê di rojên Lawê Mirov de jî ûsa bibe:
27
Dixwarin, vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin, heta roja ku Nûh kete keştiyê û tofan rabû û hemûyan helaq kirin.
28
Di rojên Lût de jî rewş ûsa bû: Dixwarin, vedixwarin, dikirîn, difirotin, diçandin û ava dikirin.
29
Lê belê roja ku Lût ji Sodomê derket, ji ezmanan agir û kewkurd bariya û hemûyan helaq kirin.
30
Dê di roja ku Lawê Mirov xuya bibe de jî, ûsa bibe.
31
Wê rojê kesê ku li serê xanî be, bila ji bona tiştên xwe ji hundir bîne, neyê xwar û ew ê ku li nav zeviya xwe be, bila ew jî venegere!
32
Pîreka Lût bînin bîra xwe!
33
Her kesê ku bona xelaskirina canê xwe bixebite, dê wê winda bike; lê belê yê ku canê xwe winda bike, dê wê bijîne.
34
Ez ji we re dibêjim: Di wê şevê de du kes dê di nav livînekê de bin; yek ji wan dê were birin û yê din were hiştin.
35
Ji nav du pîrekên ku pev re genim dihêrin, dê ji wan yek were birin û ya din were hiştin.
36
Dê di zeviyê de du zilam hebin, dê yek ji wan bê stendin, yê din jî bête hiştin.
37
Û wan bersivê dan û ji Îsa re gotin: Ma li ku derê, ya Xudan? Û wî ji wan re got: Berate li ku derê be, qertel jî li wê derê dicivin.
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 18 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24