bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 3
Luke 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 4 →
1
Lê belê di sala panzdehên qiraletiya Qeyser Tîberyos de, gava ku Pîlatosê Pontiyûsê, waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês serdarê Celîlê bû û birayê wî Fîlîpo serdarê herêma Îtûrêya û Traxonîdayê bû û Lûsanyûs serdarê Abîlîneyê bû,
2
Hena û Qayafa Serokkahîn bûn; di wê demê de gotina Xwedê li çolê ji Yehyayê lawê Zekerya re hat.
3
Û ew jî li seranserê Çemê Urdunê ji bo bexşandina gunehan bi toba vaftîzê waz dayînê ve hat.
4
Çawa ku di Pirtûka gotinên Îşaya peyxamber de hatiye nivîsandin: Dengê yê li çolê bang dike: Rêya Xudan amade bikin û şiverêyên wî rast bikin!
5
Dê her gelî tijî bibin, dê her çiya û gir nizm bibin û yên çewt dê bên rastkirin û rêyên zaxor dê bên rastkirin
6
û dê her mirov xelaskariya Xwedê bibînin.
7
Wî ji ajaweyên dihatin ku ji aliyê wî ve bên vaftîz kirin re wisa got: Hey çêlikên koremaran, kê ji we re gotiye ku hûn ji ber vê xezeba ku tê baz bidin?
8
Niha fêkiyên ku liyaqî tobê ne, bidin! Û di hundirê xwe de dest pê nekin û nebêjin: Birahîm bapîrê me ye; ji ber ez ji we re dibêjim ku, Xwedê dikare ji van keviran zarokan ji Birahîm re rake.
9
Jixwe bivir jî li ser rehên daran e. Her dara ku berê qenc nede, dê bê birîn û bê avêtin nav êgir!
10
Û gel jî ji wî pirsî û got: Wê demê divê em çi bikin?
11
Wî bersiv da û ji wan re got: Yên ku du kirasên wî hebin, bila bide yê ku yê wî qet nîne û bila kesê ku xwarina wî hebe jî ûsa bike!
12
Wê demê karmendên bacê jî hatin ku vaftîz bibin û gotin: Ya mamoste, ma em çi bikin?
13
Wî ji wan re got: Ji tiştên ku hewce dike hûn bistînin zêdetir nestînin!
14
Leşkeran jî ji wî pirsîn û gotin: Wê demê divê em çi bikin? Û wî jî ji wan re got: Bêbextiyê li tu kesî mekin û bi darê zorê tiştekî ji wan nestînin û bi heqdestên xwe ve razî bin!
15
Ji ber ku gel di nava hêviyê de li bendê bûn, bona Yehya hemûyan di dilên xwe de dipirsîn: Gelo Mesîh ev e?
16
Yehya bersiva hemûyan bi van gotinan ve da: Rast e, ez bi avê we vaftîz dikim; lê yê ji min ve biquwettir tê ku, ez ne hêja me benikên çaroxên wî vekim; ew ê bi Ruhê Pîroz û bi agir we vaftîz bike.
17
Melhêba wî di destê wî de ye ku, bêndera xwe paqij bike û genim bixe embara xwe, lê belê ew ê kayê bi agirekî qet venamire ve bişewitîne!
18
Wî, bi şîret kirina gellek tiştên din jî ji gel re Mizgînî waz dida.
19
Lê belê, ji ber ku Hêrodêsê serdar, ji ber jinbira xwe Hêrodiya û ji ber hemû xerabiyên ku Hêrodês kiribû; ji aliyê Yehya ve hatibû azirandin,
20
li ser hemûyên vana, wî avêt girtîgehê.
21
Û wusa bû ku, gava hemûya gel dihatin vaftîz kirin, Îsa jî hate vaftîz kirin û dema dua dikir ezman vebûn
22
û Ruhê Pîroz bi beden di şiklê kevokekê de li ser wî danî û dengek ji ezmanan hat û got: Lawê minî xoşewîst tu yî; ez ji te razî me!
23
Û Îsa dema dest bi wezîfeya xwe kir, nêzîkî sî salî bû û wek ku dihat gûman kirin, ew lawê Ûsiv, lawê Elî,
24
lawê Metat, lawê Lêwî, lawê Melkê, lawê Yannay, lawê Ûsiv,
25
lawê Metîtya, lawê Amos, lawê Nehûm, lawê Heslî, lawê Neggay,
26
lawê Mehat, lawê Metîtya, lawê Şemeyîn, lawê Yûsex, lawê Yoda,
27
lawê Yûhenan, lawê Rêşa, lawê Zerûbabel, lawê Şaltiyêl, lawê Nerî,
28
lawê Melkê, lawê Êdî, lawê Qosam, lawê Êlmedam, lawê Er,
29
lawê Yêşû, lawê Êliyazêr, lawê Yorîm, lawê Metat, lawê Lêwî,
30
lawê Şîmeûn, lawê Cihûda, lawê Ûsiv, lawê Yonam, lawê Êlyaqîm,
31
lawê Melyo, lawê Mena, lawê Metêta, lawê Natan, lawê Dawid,
32
lawê Îşay, lawê Obêd, lawê Boaz, lawê Selmon, lawê Nehşon,
33
lawê Amînadab, lawê Admîn, lawê Aram, lawê Hesrûn, lawê Pêrez, lawê Cihûda,
34
lawê Aqûp, lawê Îshaq, lawê Birahîm, lawê Têrah, lawê Nehor,
35
lawê Serûx, lawê Rêwo, lawê Pêlêg, lawê Eber, lawê Şalah,
36
lawê Kenan, lawê Arpakşad, lawê Sem, lawê Nûh, lawê Lamex,
37
lawê Metûşela, lawê Henox, lawê Yarêd, lawê Mehalêl, lawê Kenan,
38
lawê Enoş, lawê Sêt, lawê Adem, lawê Xwedê bû.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24