bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 21
Luke 21
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 22 →
1
Dema Îsa çavê xwe rakir û nihêrt, dewlemendên ku diyariyên xwe davêjin xezîneyê dît.
2
Lê belê wî jinebiyek belengaz ya pûlikî davêje wir jî dît.
3
Û Îsa got: Ez bi rastî ji we re dibêjim: Vê jinebiya belengaz ji wan hemûyan bêtir avête nav!
4
Ji ber ku vana hemûyan ji tiştên ku ji wan zêde bûn, avêtin nav diyariyan, lê belê vê pîrekê ji xizaniya xwe rizqê xwe hemû avête nav.
5
Û gava ku hinekan gotin, Perestgeh bi kevirên sipehî û bi diyariyan hatiye xemilandin, Îsa got:
6
Heçî ev tiştên ku hûn dibînin, dê roj bên ku hingê li vê derê kevir li ser kevir namîne ku nayê hilweşandin!
7
Wan jî ji Îsa pirsiyan û gotin: Ya Mamoste, ma îcar ev tiştê hanê dê kengê biqewimin û çaxê ev tiştan li ber qewimandinê bin, nîşana wan çî ye?
8
Îsa jî got: Hay ji xwe hebin ku hûn neyên xapandin! Ji ber ku gellekan dê bi gotinên: Ez ew im! Û: Wext nêzîk bûye! bi navê min ve werin; li pey wan neçin!
9
Gava hûn bibihîzin ku qala şer û binavhevketinan bê kirin, metirsin, ji ber hewce ye ku pêşiyê vana biqewimin, lê belê hema dawî nayê.
10
Wê gavê ji wan re got: Dê netew li dijî netewê û qiraletî li dijî qiraletiyê serî hilde
11
û dê zelzeleyên mezin û li cîh cîhan xela û jana zirav çêbibin û tiştên tirsehêz û nîşanên mezin dê li ezmanan bibin.
12
Lê belê ji berî van hemû tiştan dê dest bavêjin we û ew ê ji ber navê min we bidin destê kenişt û hepsan, dê we bibin ber qiral û waliyan û dê we bidin tengasiyê.
13
Ev tişt dê biqewimin ku hûn şahdeyiyê bona min bikin.
14
Ji ber vê yekê, ji pêşî ve bixin dilên xwe ku hûn nefikirin, hûn ê çi bersivê bidin;
15
ji ber ku ez ê dev û ziman û zanyariyê bidim we ku neyarên we nikaribin li ber we biaxifin an jî bisekinin.
16
Lê belê hûn, hûn ê heta ji aliyê dayik û bav, bira, meriv û hevalan ve, bi dest ve bêne dayîn û dê ji we hinekan bikujin.
17
Ji ber navê min her kes jî dê ji we bikerihin.
18
Û mûyek ji serê we winda nabe.
19
Hûn ê bi sebirkirinê canên xwe qezenc bikin!
20
Lê belê gava hûn bibînin ku hawirdora Orşelîmê bi leşkeran tê girtin, bizanin ku xerabûna wê nêzîk e.
21
Wê demê, yên ku di Cihûstanê de ne, bila birevin çiyan! Û yên ku di bajêr de ne, bila jê derkevin! Û yên ku li çolê ne, bila nekevin hundirê bajêr!
22
Ji ber ku ev ew rojên tolhildanê ne, da ku heçî tiştên hatine nivîsandin, bên cîhên xwe.
23
Wey li serê wan, yên ku di wan rojan de ducanî û bişîr in! Ji ber ku dê tengasiyek mezin were ser welêt û xezeb bê ser vî qewmî.
24
Ew ê bikevin ber devê şûr, bi dîlî dê bên birin nav hemû neteweyan û heta dema neteweyan biqede, dê Orşelîm di bin lingên wan de biperçiqe.
25
Li ser roj, heyv û stêrkan dê nîşan çêbibin û li ser erdê ji ber xuşîn û mişîna pêlên behrê, dê gel bibizdin û şaş bibin.
26
Ew mirovên li hêviya wan tiştên ku bên serê dinê disekinin, ji tirsan dê dilê wan bibihûre; ji ber ku hêzên ezmanan dê bihejin.
27
Û wê gavê dê bibînin ku Lawê Mirov, bi qudret û bilindahiya mezin ji ewrekî tê.
28
Lê belê dema van bûyeran dest pê bikin, li jor binihêrin û serê xwe bilind bikin; ji ber ku xelasiya we nêzîk bûye.
29
Û Îsa wekokekê ji wan re got: Li dara hêjîrê û li hemû darên din binihêrin!
30
Gava ew bipişkivin, hûn dibînin û hûn ji ber xwe dizanin ku êdî havîn nêzîk e.
31
Bi vî awayî, çaxê hûn jî bibînin ku ev tiştên hanê diqewimin, bizanin ku Serweriya Xwedê nêzîk e.
32
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ev nifş nabihûre, heta ev tiştên hanê hemû neyên cîhê xwe.
33
Erd û ezman dê bibihûrin, lê belê gotinên min nabihûrin.
34
Lê belê li xwe miqate bibin ku, bi xwarina zehfî û serxweşîtiyê û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe û ew roj ji nişka ve wek dafikekê bi ser we de neyê!
35
Ji ber ku dê ew bi ser wan hemûyên ku li ser rûyê erdê dimînin de were.
36
Lê belê her gav dua bikin û hişyar bimînin, ji bo ku hûn bikarin, ji ber van hemû tiştên ku dê biqewimin, birevin û li ber Lawê Mirov rawestin!
37
Û Îsa bi roj di Perestgehê de dida hînkirinê û bi şev derdiket, diçû wî çiyayê ku jê re Çiyayê Zeytûnê tê gotin, şeva xwe dibuhurand.
38
Û hemûya gel sibê zû dihatin nav Perestgehê cem wî ku, guhdariya wî bikin.
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 22 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24