bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 23
Luke 23
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 22
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 24 →
1
Û tevahiya civakê rabû ser xwe û wî birin ber Pîlato.
2
Û dest bi giliyê wî kirin û gotin: Me dîtin ku, çawa vî zilamî gelê me ji rê derdixist, ne dihişt ku baca Qeyser bê dayîn û ji xwe re dibêje ku ew Mesîh, Qiral e.
3
Pîlato ji wî pirsî û got: Ma tu Qiralê Cihûdan î? Îsa bersiv da wî û got: Mîna ku tu dibêje yî!
4
Pîlato ji serokên kahînan re û ji ajaweya gel re got: Ez tu sûcên vî mirovî nabînim!
5
Lê belê ew li ser ya xwe man û gotin: Vî mirovî gel di seranserê Cihûstanê hemûyî de, ji Celîlê û heta vir bi hînkirina xwe rakiriye ser piyan!
6
Gava Pîlato ev bihîst, wî pirsî û got: Ma ev mirov ji Celîlê ye?
7
Û gava hîn bû ku ew ji wê dera ku di bin destê Hêrodês de ye, wî ew şand cem Hêrodês; Hêrodês bi xwe jî di van rojan de li Orşelîmê bû.
8
Lê belê gava Hêrodês Îsa dît, ew gellekî şaş bû, ji ber ku hîn ji zû ve wî dixwest ku wî bibîne; ji ber ku wî pirr tişt di derheqê wî de bihîstibû û hêvî dikir ku, ew li ber wî ve kerametekê bike.
9
Wî jî gellek pirs li ber Îsa danî, lê belê Îsa tu bersivî neda wî.
10
Serokên kahînan û alimên zagonê li ser piyan rawestan û giliyên xwe li ser wî kirin.
11
Hêrodês û leşkerên wî, wan hemûyan ew bêqedir kirin û qerfên xwe bi wî kirin; wan kinceke spehî yê biçirawîsk lê kirin û dîsa wî vegerandin cem Pîlato.
12
Di wê rojê de Pîlato û Hêrodês bûn hevalê hev; ji ber ku berî vêya neyartî di nava wan de hebû.
13
Pîlato bangî serokên kahînan, serokan û gel kir
14
û ji wan re got: We vî mirovî, wekî yekî ku gel ji rê ve derdixîne ji min re anîn û a vay, min li ber we wî kişand pirsiyariyê û di vî zilamî de ji tiştên ku we gilî kirine sûcekî nedît;
15
Hêrodês jî nedîtiye; ji ber ku ûsa ye, wî ew li me vegerand û a vay, vî mirovî tiştekî nekiriye ku bihaya wî kuştin be.
16
Ji ber vê yekê ez ê wî bidim ber qamçiyan û berdim!
17
Lê belê Pîlato hewce bû ku, di her cejnê de girtiyekî bona wan berdana.
18
Lê belê koma ajaweyê bi dengekî kire qêrîn û got: Vî ji ber çavê me rake, Barabas ji me re berde!
19
Ew ji bona serîhildanekê ku li bajêr derxistibû û bona mêrkuştinê avêtibûn girtîgehê.
20
Lê belê Pîlato, careke din bi wan re axifî, ji ber wî dixwest ku Îsa berde.
21
Lê belê wan kirin qêrîn û gotin: Wî xaç bike, wî xaç bike!
22
Û Pîlato cara sisiyan ji wan re got: Ka vî mirovî çi xerabiyê kiriye? Min tu sûcê ku bihayê wî kuştin be, li ser wî nedîtiye; ji ber vê yekê, ez ê wî bidim ber qamçiyan û berdim.
23
Lê belê dîsa ew li ser ya xwe diman û bi qêrîneke bilind dixwestin ku ew bê xaçkirin û dengê wan bi ser ve ket.
24
Pîlato biryara xwe da, ji bo ku daxwaza wan bê cîh.
25
Wî, zilamê ku ji ber serîhildanekê û mêrkujiyê avêtibûn girtîgehê, yê ku bi dilê wan bû, berda û Îsa bi daxwaziya wan ve berda.
26
Gava wan ew dibirin, wan Şîmûnê Kûrênê, yê ku ji zeviyê vedigeriya girtin û xaçê li pişta wî kirin ku, ew wê li pey Îsa bibe.
27
Li pey wî jî komeke mezin ji gel dihat, di nav wan de pîrek jî hebûn ku li sînga xwe dixistin li ser Îsa digiriyan.
28
Îsa li wan zivirî û ji wan re got: Ya keçên Orşelîmê, li ser min negirîn; lê belê li ser xwe û zarokên xwe bigirîn!
29
Ji ber ku dê rojên werin ku, mirov ji xwe re bêjin: Xwezî bi yên ku bê ber in û bi wan rehmên ku zarok neanîne û bi wan memikên ku nemêjandine!
30
Ji ber ku wê demê dê mirov dest pê bikin û ji çiyan re bêjin: Bi ser me de bikevin! Û ji giran re bêjin: Me veşêrin!
31
De îcar ger mirov ûsa bi serê dara ter dike, ma dê rewşa dara hişk çi bibe?
32
Û du zilamên din jî, yên ku sûcdar bûn, dibirin ku ew jî bi wî re bên kuştin.
33
Û gava ew gîhaştin cîhê ku ji wir re digotin Qoq, wan ew bi herdu sûcdaran re, yek li milê wî yî rastê û yê din jî li milê wî yî çepê, xaç kirin.
34
Îsa got: Bavo, li wan bibexşîne, ji ber ew nizanin ku çi dikin! Wan jî kincên wî bi pişkê, di nava hev de par kirin.
35
Gel li wê derê sekinîbû û temaşe dikirin. Serokan jî qerfên xwe bi wî dikirin û digotin: Wî kesên din xelas kirin, ger ew Mesîhê bijartiyê Xwedê ye, bila xwe xelas bike!
36
Leşkeran jî qerf û henekên xwe pê dikirin, nêzîkî wî bûn û sîrkê jê re anîn
37
û gotin: Ger tu qiralê Cihûdan î, ka xwe xelas bike!
38
Li ser wî jî bi tîpên Yewnanî, Latînî û Îbranî ev nivîs hebû: QIRALÊ CIHÛDAN EV E.
39
Yekî ji wan sûcdarên daliqandî jî, ji wî re kufr kir û got: Ma tu ne Mesîh î? Ka xwe û me xelas bike!
40
Lê belê yê din bersivê da wî, pê re xeyidî û got: Çawa ku tu jî di bin eynî daraziyê de yî, gelo tu ji Xwedê natirsî?
41
Û bi rastî em li gor heqê, ji ber, em cezayê ku liyaqî kirinên me ye dikişînin; lê belê wî, tu neheqî nekiriye!
42
Û wî ji Îsa re got: Ya Xudan, dema tu bigehêjî Serweriya xwe, min di bîra xwe de bîne!
43
Îsa jî jê re got: Bi rastî ez ji te re dibêjim: Tuyê îro bi min re di cenetê de bî!
44
Gava saet nêzîkî şeşan bû, rojê tarîtî girt û tarîstanî heta bi saet nehan kete ser
45
hemûya welêt û perda Perestgehê ji navê ve çiriya.
46
Îsa bi dengekî bilind kir qêrîn û got: Bavo, ez ruhê xwe dixim nav destên te! Û piştî ku wî vêya got, ruhê xwe da.
47
Gava serpel tiştê ku qewimî dît, wî pesnê Xwedê da û got: Bi rastî ev mirova, mirovekî rast bû!
48
Û hemûya gel, yên ku bona vê temaşeyê civiyabûn, gava dîtin ku çi dibû, li sînga xwe xistin û vegeriyan.
49
Hemû nasên wî jî tev wan jinên ku ji Celîlê, li pey wî hatibûn, ji dûr ve sekinîbûn û ev tiştên hanê temaşe dikirin.
50
Û a vay, zilamek endamê Civata Netewî hebû, navê wî Ûsiv bû; ew mirovekî qenc û rast bû;
51
ev mirov bi xwestin û kirina wan ve razî nehatibû; ew ji Arîmetya, bajarekî Cihûdan bû û li hêviya hatina Serweriya Xwedê bû;
52
ew çû cem Pîlato û cesedê Îsa ji wî xwest.
53
Gava wî ji xaçê ve daxist xwarê, wî ew di nav cawekî de pêça û ew xiste goreke ku di latekê de hatibû kolan, ya ku hîn kesek tê de nehatibû veşartin.
54
Ew roj, roja Amadekirinê bû û roja Sebtê dest pê dikir.
55
Ew jinên ku ji Celîlê bi wî re hatibûn, li pey çûn, wan gor û çawa cesedê wî tê de hat danîn, dîtin.
56
Û vegeriyan û bixûr û rûnê bêhnxweş amade kirin. Û roja Sebtê li gor emrê rawestiyan.
← Chapter 22
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 24 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24