bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 16
Luke 16
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 17 →
1
Lê belê Îsa ji şagirtên xwe re jî got: Keyayekî mirovekî dewlemend hebû û rojekê giliyê vî keyayî li cem efendiyê wî hat kirin ku, ew malên wî tert û belav dike.
2
Û wî bangî keya kir û jê re got: Ev çî ye ku, ez di derheqê te de dibihîzim? Ka hesêbê keyatiya xwe bide, ji ber ku tu êdî nikarî keyatiyê bikî!
3
Keya jî ji xwe re got: Ka ez ê niha çi bikim? Ji ber ku dê efendiyê min, keyatiya min ji destê min bistîne; kolan ji min nayê ku ez bikim û ez şerm dikim ku parsekiyê bikim.
4
Dema ji keyatiyê bême qewirandin, ez dizanim ka bona ku ew min qebûlî malên xwe bikin, ez ê çi bikim!
5
Û wî yek û yek bangî deyndarên efendiyê xwe kir; ji yê pêşî re got: Tu bi çiqasî deyndarê efendiyê min î?
6
Wî got: Bi sed kûp zeytê. Keya jê re got: Rahêje seneda xwe û bi lez rûne, pênciyî tê de binivîse!
7
Paşê wî ji yekî din re got: Tu bi çiqasî deyndar î? Û wî jî got: Bi sed pîvan genim. Keya ji wî re jî got: Rahêje seneda xwe û heyştêyî tê de binivîse!
8
Û efendî pesnê wî keyayê xapînokî da, ji ber ku wî bi aqilmendî kiribû. Ji ber zarokên vê dinê di danûstendina xwe de li gor nifşê xwe ji zarokên ronahiyê baqiltir in.
9
Û ez ji we re dibêjim: Bi mammonê neheqiyê ji xwe re hevalan çêkin ku, ji bo gava ew nemîne jî, bila we li bin konên bêdawî qebûl bikin!
10
Ew ê ku di tiştekî hindik de ewle be, ew di tiştekî pirr de jî ewle ye; lê belê yê ku di tiştekî hindik de ne ewle be, ew di tiştekî pirr de jî ne ewle ye.
11
Niha ger di mammonê neheqiyê de ewlehî bi we neyê kirin, dê kî ewlehiyê bi we bîne ku, heyîna rastî bide we?
12
Ger hûn di tiştên hinên din de bê ewlehî bin, dê kî ya we, bi xwe bide we?
13
Tu xulamek nikare ji du efendiyan re xulamtiyê bike; ji ber ku dê an ji yekî bikeribe û ji yê din hez bike, an jî dê qedrê yekî bigire û yê din kêm bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê ji Xwedê re û ji mammon re bikin!
14
Û Fêrisiyan, ku ji pere hez dikirin, ev tiştan hemû bihîstin û henekên xwe bi Îsa dikirin.
15
Îsa jî ji wan re got: Hûn in yên ku xwe li ber mirovan ve bi rûsipîtî derdixin, lê belê Xwedê bi dilê we dizane; ji ber ku tiştê di nav mirovan de bi qîmet e, li ber çavên Xwedê erjeng e.
16
Dema zagonê û peyxamberan heta bi hatina Yehya kişand; ji hingê û vir ve Mizgîniya Serweriya Xwedê tê dan û her kes bi zorê dikeve nav wê.
17
Lê belê bihûrtina erd û ezmanan, ji ketina noxteyeke zagonê hêsanîtir e.
18
Her yekê ku jina xwe berde û bi jineke din re bizewice, ew zinakariyê dike û her kesê ku bi jineke ji mêrekî berdayî re bizewice, ew zinakariyê dike.
19
Mirovekî dewlemend hebû ku, kincên ji erxewanî û ji kitanê buha li xwe dikir; wî hemû rojan dixwar, vedixwar û ew bi kêf û şahiyê dijiya.
20
Û li ber deriyê wî xizanek bi navê Lazar hebû ku, li wir dihat ramedandin; bedena wî tijî birîn bû.
21
Û çavên wî li wê bû ku ew xwe bi wan bermayîkên ku ji sifra yê dewlemend diketin, têr bike û kûçik jî dihatin û birînên wî dialêstin.
22
Û wusa bû ku, yê xizan mir û milyaketan wî birin xistin himbêza Birahîm. Û yê dewlemend jî mir û hate veşartin.
23
Gava wî di warê miriyan de ezab dikişand û çavê xwe hilda, wî ji dûr ve Birahîm dît ku, Lazar di himbêza wî de ye.
24
Û wî bang kir û got: Ya Bavo Birahîm, dilovaniyê li min bike! Lazar bişîne, bila ew serê tiliya xwe di avê de bike û zimanê min hênik bike; ji ber ku ez di nav vê pêtê de ezabê dikişînim!
25
Lê belê Birahîm got: Lawo, bîne bîra xwe ku, çi tiştên baş hebûn, te di jiyana xwe de distend û çi tiştên xerab hebûn ku, digihîştin Lazar; niha li vir, ew tête xemrevîn kirin û tu ezabê dikişînî.
26
Ji vana hemûyan pê ve, ji bo yên ku dixwazin ji vê derê derbasî cem we bin û yên ku dixwazin ji wê derê derbasî cem me bin, nikaribin derbas bibin, di nav me û we de geliyekî mezin hatiye danîn.
27
Û wî jî got: Ger wusa be, ya Bavo, ez li ber te digerim ku, tu wî bişînî mala bavê min;
28
ji ber ku pênc birayên min hene, bila ew rastiyê ji wan re bêje ku, ji bona ew jî neyên vî cîhê ezabê!
29
Lê belê Birahîm ji wî re got: Mûsa û peyxamberên wan hene, bila guhên xwe bidin wan!
30
Lê belê wî got: Na, ya bavo Birahîm, ger yek ji nav miriyan rabe û here cem wan, ew ê tobe bikin!
31
Û Birahîm ji wî re got: Gava ew guhê xwe nedin Mûsa û peyxamberan, ger yek ji nav miriyan jî rabe, ew bawer nakin!
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 17 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24