bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 9
Luke 9
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 10 →
1
Îsa bangî her Donzdehan kir, hêz û rayedariyê li ser hemû cinan û ji bo qenckirina nexweşiyan da wan
2
û wan şand ku ew Serweriya Xwedê bidin naskirin û nexweşan baş bikin.
3
Û wî ji wan re got: Tiştekî ji bona rê bi xwe re nebin, ne dar, ne tûr, ne nan, ne pere û bila ne jî du kirasê we hebin.
4
Û xaniyê ku hûn bikevinê, li wir bimînin û ji wir bidin rê.
5
Û li her derê ku ew we qebûl nekin, ji wî bajarî derkevin û bona ku li dijî wan bibe şahdeyî toza lingên xwe biweşînin.
6
Ew jî derketin rê û gund bi gund derbas dibûn; Mizgîniyê didan û li her derê nexweşan baş dikirin.
7
Hêrodêsê rêvebiriyê ji çaran pariyekî welat dikir, hemû tiştên bûyîne bihîst; ji ber ku hinan digotin: Yehya ji nav miriyan rabûye zehf ecêb ma.
8
Hin kesên din jî digotin: Êlyas xuya bûye û hinan jî digotin: Yek ji peyxamberên berê, ji nû ve rabûye.
9
Lê Hêrodês got: Min serê Yehya da jêkirinê; lê belê gelo ev zilamê ku min ewqas tişt di derheqê wî de bihîstiye kî ye? Û dixwest ku wî bibîne.
10
Û gava şandî vegeriyan, her tiştên ku kirine, ji Îsa re gotin. Û wî wan girt cem xwe û çû cîhekî tenha li aliyê bajarê ku navê wê Beytsayda ye.
11
Lê belê gava gel vêya bihîstin, li pey wî çûn; wî wan qebûl kirin û ji wan re, li ser Serweriya Xwedê axifî û wî, yên hewcedariya wan ji baş kirinê ve hebûn, baş dikirin.
12
Dema roj li ber ava bû, her Donzdeh hatin û ji wî re gotin: Gel berde ku, bila ew herin gundên hawirdor û nav malan ku, cîhê razan û xwarinê ji xwe re bibînin, ji ber ku em li vê derê, li cîhekî tenha ne!
13
Lê belê Îsa ji wan re got: Hûn xwarinê bidin wan! Wan jî gotin: Ji pênc nan û du masiyan pê ve tiştekî me tuneyî; an jî ma divê em herin û ji hemûya vî gelî re xwarinê bikirin?
14
Ji ber ku nêzîkî pênc hezar mêr bûn. Lê belê Îsa ji şagirtên xwe re got: Wan nêzîkî pêncî kesî kom bi kom bikin û li cem hev deynin rûniştinê!
15
Û wan ûsa kirin û hemûyan li cem hev danîn rûniştinê.
16
Îsa rahişt her pênc nan û herdu masiyan, çavên xwe ber bi ezmanan ve rakir, şikir kir û wan şikand û da şagirtên xwe ku, wan deynin ber civakê.
17
Û her kes bi têrayî xwar û donzdeh zembîlên nanên hûrbûyî ji ber wan mabûn, dan hev.
18
Û wusa bû ku, dema Îsa bi tenê dua dikir, şagirtên wî li cem wî bûn û wî ji wan pirsî û got: Li gor gotina gel ez kî me?
19
Wan bersiv dan û gotin: Hin dibêjin: Yehyayê vaftîzkar, hin Êlyas û hinekên din jî dibêjin ku, yek ji peyxamberên berê rabûye.
20
Wî ji wan re got: Lê hûn dibêjin ku ez kî me? Pêtrûs bersiv da û got: Tu Mesîhê Xwedê yî!
21
Lê belê wî temmî li wan kir û emir da wan ku, ew vê yekê ji kesekî re nebêjin.
22
Û wî got: Divê Lawê Mirov gellek cefayê bikişîne û ji kalepîran û serokên kahînan û alimên zagonê ve were red kirin û kuştin û roja sêwemîn biveje.
23
Û wî ji hemûyan re got: Yê ku bixwaze li pey min were, bila ew xwe înkar bike, her roj rahêje xaça xwe û li pey min were.
24
Ji ber ku yê bixwaze jiyana xwe xelas bike, ew ê wê winda bike, lê belê yê jiyana xwe di ber min de winda bike, ew ê wê xelas bike.
25
Ma çi feyda mirovekî heye, ger ku hemûya dinê bi dest bixe, lê belê jiyana xwe winda bike, an ziyaneke bigihîne xwe?
26
Ji ber ku kî ji ber min û gotinên min ji xwe fihêt bike, dê Lawê Mirov jî ji ber wî ji xwe fihêt bike, gava ew bi rûmeta xwe û ya Bavê xwe û ya milyaketên pîroz ve were.
27
Lê belê ez ji we re bi rastî dibêjim: Di nav yên li vir sekinîne de hinek hene ku, heta ku Serweriya Xwedê nebînin, mirinê tahm nakin.
28
Û wusa bû ku, paşî van gotinan nêzîkî heyşt rojî, wî, Pêtrûs û Yûhena û Aqûp bi xwe re girt û hilkişiya ser çiyê ku dua bike.
29
Û gava wî dua dikir, xuyabûna wecê wî hat guhertin, kincên wî sipî bûn û şewq dan.
30
Û a vay, du kes bi wî re diaxifîn; ew Mûsa û Êlyas bûn.
31
Ew di nav rûmetê de xuya bûbûn û li ser mirina wî, ya ku dê li Orşelîmê, biçûya serî diaxifîn.
32
Lê belê Pêtrûs û yên bi wî re, bi xewa giran ketibûn; paşî ew qenc hişyar bûn, wan rûmeta Îsa û herdu zilamên bi wî re sekinî dîtin.
33
Û gava ew ji cem Îsa cihê dibûn, Pêtrûs ji Îsa re got: Mamoste, qenc e ku em li vir in! Em ê sê çardaxan çêbikin; yek ji te re û yek ji Mûsa re û yek jî ji Êlyas re! Lê belê wî nizanîbû ku, ew çi dibêje.
34
Hîn Pêtrûs vana diaxifî, ewrek hat û siya xwe li ser wan veda; gava ew ketin nav ewrê, tirsiyan.
35
Û dengek ji ewr ve hat û got: Lawê minî xoşewîst ev e, wî guhdarî bikin!
36
Û gava deng hat, Îsa tenê hat dîtin. Û ew hiş bûn û tiştek ji dîtinên xwe, di wan rojan de ji kesekî re negotin.
37
Û wusa bû ku, roja din, dema ew ji çiyê daketin, ajaweyeke mezin li pêşwaziya wî derketin.
38
Û a vay, zilamekî ji nava ajawê, bi dengekî bilind bang kir û got: Ya Mamoste, ez li ber te digerim, bi çavê dilovaniyê li lawê min binihêre; ji ber ku ew yê minî bi tenê ye!
39
Û a vay, ruhek bi wî digire û ew nişka ve diqêre û ruh, heta ku kef bi ser bikeve wî ji hev vedihejîne û bi tundî wî dieciqîne û bizorê ji wî diqete.
40
Û ez li ber şagirtên te geriyam ku, ew cin derxînin, lê belê wan nikarîbûn.
41
Wê demê Îsa bersiv da û got: Hey nifşa bêbawerî û ji rê ve derketî; ma ez ê heta kengê bi we re bim û li we sebir bikim? Ka lawê xwe bîne vir!
42
Û hîn ew di rê de dihat, cin wî avêt erdê û ji hev hejand. Lê belê Îsa ruhê xerab azirand, lawik baş kir û wî dîsa da bavê wî.
43
Û li ber mezinahiya Xwedê, hemû ecêb man. Gava hîn hemû bi kirinên Îsa ecêb diman, wî ji şagirtên xwe re got:
44
Van gotinan bixin guhên xwe! Ji ber ku dê Lawê Mirov, bidin destê mirovan!
45
Lê belê wan vê gotinê fêhm nekirin û bona ku fêhm nekin, ji wan ve hatibû veşartin û ew ditirsiyan ku, di derheqê vê gotinê de jê bipirsin.
46
Û guftegoyek ket nav wan, ka di nav wan de yê herî mezintir kî ye?
47
Îsa jî bi zanîna fikrên dilê wan, zarokekê biçûk anî û li kêleka xwe danî.
48
Û ji wan re got: Ew kesê ku vî zarokî bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike û ew kesê ku min qebûl dike, ew yê ku min şandiye qebûl dike. Ji ber ku kî di nav we hemûyan de yê herî biçûk e, ew yê mezin e!
49
Yûhena bersivê da û got: Mamoste, em li rastî mirovekî hatin, cin bi navê te derdixist û me nehişt; ji ber ku ew bi me re, li pey te nayê.
50
Û Îsa ji wî re got: Ji wî re nebin astengî! Ji ber yê ku ne li dijî me be, ew li aliyê me ye.
51
Û wusa bû ku, gava rojên hilkişandina wî nêzîk dibûn, wî berê xwe da Orşelîmê ku, here wê derê
52
û wî qasidan di pêşiya xwe de şand. Û ew çûn gundekî Samîriyan ku amadeyiyê jê re bikin.
53
Lê belê wan Îsa qebûl nekirin, ji ber ku wî berê xwe dabû Orşelîmê.
54
Gava şagirtên wî, Aqûp û Yûhena vêya dîtin, gotin: Ya Xudan, gelo tu dixwazî, mîna ku Êlyas jî kiribû, bona ku, agir ji ezmanan bibare û wan helaq bike, em emir bidin?
55
Lê belê Îsa zivirî û dengê xwe li wan hilda û got: Ma qey hûn nizanin, hûn zarokên kîjan Ruhî ne?
56
Ji ber ku Lawê Mirov, ne bona canên mirovan tunekirinê, lê hew bona xelaskirinê hate. Û ew çûn gundekî din.
57
Û gava ew bi rê ve diçûn, yekî ji Îsa re got: Ez ê li pey te werim, her derê ku tu herê!
58
Û Îsa ji wî re got: Kunên rêviyan û hêlînên teyrikên ezmanan hene, lê belê ji Lawê Mirov re cîhekî nîne ku ew serê xwe lê deyne.
59
Û wî ji yekî din re: Li pey min were! got. Lê belê wî got: Pêşiyê destûrê bide min ku, ez herim bavê xwe binax bikim!
60
Û Îsa ji wî re got: Bila mirî miriyên xwe binax bikin; lê belê tu here û Serweriya Xwedê bide bihîstin!
61
Yekî din jî got: Ya Xudan, ez ê li pey te werim, lê belê pêşiyê destûrê bide min ku, ez xatirê xwe ji maliyên xwe bixwazim!
62
Lê belê Îsa ji wî re got: Kesê ku destê xwe deyne ser hevcar û li paş ve binihêre, ne hêjayî Serweriya Xwedê ye!
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24