bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 2
Luke 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 3 →
1
Û wusa bû ku, di wan rojan de Qeyser Awgûstos emir da ku bila hemû gelên dinê navên xwe bidin nivîsandin.
2
Ev jimartina yekemîn, di dema ku Kûrênyo waliyê Sûriyê bû de dibû.
3
Û her kes bona ku xwe binivîsînin, çûn bajarên xwe.
4
Ûsiv jî ji bajarê Nisretê ya herêma Celîlê çû Beytlehemê bajarê Dawid li Cihûstanê; ji ber ku ew ji mala Dawid û ji nîjada wî bû;
5
ew çû wê derê, bona ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsandin; dergistiya wî jî ducanî bû.
6
Û wusa bû ku, gava ew li wê derê bûn, dema welidandina wê hat.
7
Û wê lawê xwe yî yekemîn welidand; bi pêçekê ve pêça û wî di afirekî de razand, ji ber ku di xanê de cîh ji wan re tune bû.
8
Û li wê herêmê şivan hebûn; bi şev li çolê li ber keriyên xwe diman û bi nobedarî çavnêriyê li keriyên xwe dikirin.
9
Û a vay, milyaketekî Xudan ji wan re xuyanî bû û rewnaqiya Xwedê çar hawirdorên wan kir ronahî û ew zehf tirsiyan.
10
Û milyaket ji wan re got: Metirsin! Ji ber ku a vay, ez mizgîniya şabûneke mezin didim we, ew ê ji hemûya gel re be.
11
Ji ber ku îro li bajarê Dawid, Xelaskerek ji we re welidiye; ew jî Xudan Mesîh e.
12
Bila ev ji we re bibe nîşan: Hûn ê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.
13
Û ji nişka ve bi milyaket re, civatek ji artêşa ezman; pesnê Xwedê dan û gotin:
14
Bila li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet li rûyê erdê ji mirovên ku ew jê raziye re dilxweşî be!
15
Û wusa bû ku, gava milyaketan ji dora wan ve hilkişiyan ezman, şivanan ji hev û din re gotin: Werin, em heta Beytlehemê herin û vê bûyera ku Xudan daxuyaniyî me kir bibînin!
16
Û ew bi lez hatin, Meryem, Ûsiv û zarokê di afirê de razayî dîtin.
17
Û gava dîtin, gotina ku di derheqê vî zarokî de ji wan re hatibû gotin têgîhandin.
18
Û hemûyên ku ev nûçeya ji şivanan ve bihîstin, ecêb man.
19
Lê belê Meryemê ev gotinana hemû di dilê xwe de dihişt û kûr pê difikirî.
20
Û şivan vegeriyan û mîna ku ji wan re hatibû gotin, bona hemû tiştên ku dîtine û bihîstine, şikiryê ji Xwedê re kirin û pesnê wî didan.
21
Û gava heyşt roj qediyan, wî sunet kirin û mîna milyaket, berî ku ew bikeve zikê diya xwe gotibû, navê Îsa li wî kirin.
22
Û dema li gor zagona Mûsa, roja pakbûnê hat, wî birin Orşelîmê ku wî pêşkêşî Xudan bikin.
23
Mîna ku di zagona Xudan de hatiye nivîsîn: Her zarokê nêr yê ku pêşiyê bûyiye, dê ji bona Xudan pîroz bê hesibandin.
24
Û cotek kevokên qumrî, an jî du çêlikên kevokan pêşkêş bikin; mîna ku di zagona Xudan de hatiye emir kirin.
25
Û a vay, li Orşelîmê, bi navê Şîmeûn mirovek hebû; gellekî rast bû û ji Xwedê ditirsiya; ew li hêviya dilgeşiya Îsraêlê bû û Ruhê Pîroz li ser wî bû.
26
Û Ruhê Pîroz bi wî dabû zanîn ku, berî dîtina Mesîhê Xudan, ew dê mirinê nebîne.
27
Û bi rêberiya Ruh ve ew hate Perestgehê; gava dayik û bavê wî, ji bo wî yê ku li gor zagonê kirina wê adet e bikin; Îsayê zarok anîn Perestgehê;
28
Şîmeûn wî rahişt û girt himbêza xwe, bi bilindtir kirina Xwedê ve vana got:
29
Ya Xudan; niha li gor soza xwe, tuyê qûlê xwe bi dilxweşî berde!
30
Ji ber ku çavên min, ronahiya ku te li ber çavên hemû neteweyan amade kiriye,
31
ya ku dê gelan ronahî bike
32
û xelasiya ku bilindahiya gelê te Îsraêlê ye, dîtin!
33
Û Ûsiv û dayika wî, ji tiştê ku bona wî dihatin gotin ecêb man.
34
Û Şîmeûn wan pîroz kir û ji diya wî Meryemê re got: A vay, ev zaroka li Îsraêlê bona ketin û rabûna gellekan û nîşaneke li dijî wî derketinê hatiye danîn e;
35
dê şûrekî dilê te jî qul û derbas bike; da ku, bila ramanên dilên gellekan bên eşkere kirin.
36
Û li wê derê peyxamberek bi navê Hana hebû ku, zehf kal bû; ew qîza Fanowêl û ji bavikê Aşer bû û piştî keçikaniya xwe heft salî bi zilamê xwe re mabû
37
û piştî wê heyştê û çar salî jinebî mabû; wê dev ji Perestgehê ve bernedida û bi şev û roj, bi rojî û duayan (ji Xwedê re) peristinê dikir.
38
Û ew jî hema di wê saetê de hat, pesnê Xwedê da û wê li ser wî ji hemûyên ku li hêviya xelaskirina Orşelîmê bûn re got.
39
Û gava wan her tiştî li gor zagona Xudan pêk anîn, vegeriyan bajarê xwe Nisreta Celîlê.
40
Zarok mezin dibû, xwurt û bi zanyariyê ve tijî dibû; qenciya Xwedê jî li ser wî bû.
41
Û dayik û bavê wî, her sal di Cejna Fisihê de diçûn Orşelîmê.
42
Û gava ew kete sala donzdehan, li gor adeta cejnê hilkişiyan Orşelîmê.
43
Û piştî ku wan rojên cejnê qedandin û vegeriyan mal, Îsayê zarok li Orşelîmê ma; hayê Ûsiv û dayika wî bi vêya tunebû.
44
Di bi gûmana ku ew di nav rêhevalan de yî, rêya rojekî meşiyan; di nav meriv û hevalan de li wî digeriyan.
45
Û gava wan ew nedîtin, vegeriyan Orşelîmê û li wî geriyan.
46
Û wusa bû ku, piştî sê rojî wî di Perestgehê de dîtin; ew di nav mamosteyan de rûniştîbû, guh dida wan û pirs ji wan dikir.
47
Hemûyên ku gotinên wî dibihîstin, li fêhmkarî û bersivên wî şaş diman.
48
Û gava ku wan ew dîtin, şaş man û diya wî ji wî re got: Ya law, te çima ûsa li me kir? A vay, bavê te û ez di nava êşan de li te digeriyan!
49
Û wî ji wan re got: Çima hûn li min digeriyan? Ma we nizanîbûn ku, divê ez li mala Bavê xwe bim?
50
Lê belê wan wateya gotinên ku wî ji wan re got, fêhm nekirin.
51
Û ew bi wan re daket û hate Nisretê û ji wan re bû îtaetker. Û diya wî jî hemû ev gotinana di dilê xwe de vedişart.
52
Û Îsa bi zanînê û ji aliyê bejnê ve pêş ve diçû; li ber Xwedê û li ber mirovan dilovan û giranbuha dibû.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24