bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 11
Luke 11
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 12 →
1
Û wusa bû ku, Îsa li cîhekî dua dikir û dema ku qedand, yekî ji şagirtên wî, jê re got: Ya Xudan, ka me hînî duakirinê bike, çawa ku Yehya şagirtên xwe hîn kirine!
2
Îsa ji wan re got: Çaxa hûn dua bikin, bibêjin: Ya Bavo, bila navê te bê pîroz kirin! Bila Serweriya te were! Mîna li ezmanan, bila li erdê jî xwestina te bê cîh!
3
Nanê me yî rojane, roj bi roj bide me!
4
Û gunehên me ji me re bibexşîne; ji ber ku em jî ji her kesê ku deyndarê me ye re dibexşînin! Û me nebe ceribandinê, lê belê me ji yê xerab xelas bike!
5
Û wî ji wan re got: Ji we hevalekî kîjanî hebe ku, nîvê şevê here cem wî û ji wî re bibêje: Hevalo, ka sê nanî bi deyn bide min;
6
ji ber ku hevalê min ji rêwitiyê ve hatiye cem min û tiştekî min nîne ku ez deynim ber wî!
7
Û ew jî ji hundir lê vegerîne û bêje: Min bêaram meke! Êdî derî girtiye û zarokên min li cem min, di nav livînan de ne; ez nikarim rabim û bidim te!
8
Ez ji we re dibêjim, ger ew ji bona hevalbendiyê ranebe û nede wî jî ew ê ji ber bêrûtiya wî rabe û çiqas ji wî re hewce bike, dê bide wî.
9
Û ez jî ji we re dibêjim: Bixwazin û dê ji we re bê dayîn, bigerin û hûn ê bibînin, li derî bixin û ew ê ji we re vebe!
10
Ji ber ku yê dixwaze, distîne û yê digere, dibîne û yê li derî dixe, jê re vedibe.
11
Û di nav we de kîjan bav heye ku, ger lawê wî nan bixwaze û ew ê jî kevir bide wî? An jî ger masî bixwaze, ew ê jî li dêvla masî marê bide wî?
12
An jî ew hêkekê bixwaze û ew ji dêvla wê dûpişkekî bide wî?
13
Niha ger hûn, yên xerab in jî, hûn zanin tiştên qenc bidin zarokên xwe, ma Bavê ezmanî hîn çiqas bêtir dê Ruhê Pîroz bide yên ku ji wî dixwazin!
14
Û Îsa cinekî lal derdixist. Û wusa bû ku, gava cin derket, yê lal axifî û gel ecêb ma.
15
Lê belê hinekan ji wan gotin: Ew bi serokê cinan Beelzebûl, cinan derdixe!
16
Û hinekan jî Îsa ceriband û nîşanek ji ezmanan jê xwestin.
17
Lê belê Îsa bi fikrên dilê wan zanî û ji wan re got: Her serweriya ku li dijî hev dubendiyê bike, xera dibe û mala ku yekîtiya wê nebe, dikeve.
18
Ger Îblîs jî li dijî xwe bi xwe rabe, dê serweriya wî çawa bimîne? Ji ber ku hûn dibêjin ku ez bi Beelzebûl cinan derdixim.
19
Ger ez bi Beelzebûl cinan derdixim, wê demê ma lawên we bi kî derdixin? Ji ber vê yekê, ew ê bibin darazkirên we.
20
Lê belê ger ez bi tiliya Xwedê cinan derdixim, wê demê dibe Serweriya Xwedê gihaştiye we!
21
Dema yekî çekdar û biquwet qesra xwe diparêze, tiştên wî di dilxweşiyê de dimînin.
22
Lê belê gava yekî ji wî biquwettir were û wî bindest bike, dê ew hemû çekên wî yên ku ew bi wan ewle dibû bistîne û talana wî par bike.
23
Yê ku ne bi min re ye, li dijî min e û yê ku bi min re necivîne, belav dike!
24
Dema ruhê xerab ji mirov derdikeve, bona aramiyê bibîne, di cîhên bê av de digere. Û gava li tiştê ku lê digere, nabîne, dibêje: Ez ê vegerim mala xwe ya ku ez ji wê derketime.
25
Û gava tê, dibîne ku ew paqijkirî û hatiye xemilandin.
26
Wê demê ew diçe û heft ruhên din yên ji xwe xerabtir tîne û ew dikevin wir û rûdinin û rewşa wî mirovî yê dawî, ji yê pêşî xerabtir dibe.
27
Û wusa bû ku, dema Îsa ev tiştan digot, pîrekek ji nava ajawê dengê xwe bilind kir û ji wî re got: Xwezî bi rehma ku te kişandiye û pêsîrên ku te mêtandine!
28
Lê belê Îsa got: Belê, lê hîn bêtir xwezî bi wan, yên ku gotina Xwedê dibihîzin û wê tînin cîh!
29
Û dema gel li dora wî diciviyan, Îsa dest bi gotinê kir: Ev nifşê han, nifşekî xerab e! Nîşanekê dixwaze û ji nîşana Yûnis peyxamber pê ve nîşaneke din ji wan re nayê dayîn.
30
Ji ber, çawa ku Yûnis ji gelê Neynowê re bûye nîşan, Lawê Mirov jî dê ji vî nifşî re ûsa bibe.
31
Qiralîçeya Başûr, di roja daraziyê de dê bi zilamên vî nifşî re rabe û dê wan sûcdar bike; ji ber ku ew ji dawiyên dinyayê hat ku, guh bide zanyariya Silêman û a vay, yekî ji Silêman hîn jî mezintir li vir e!
32
Zilamên Neynowê di roja daraziyê de dê bi vî nifşî re rabin û wan sûcdar bikin, ji ber ku wan bi waza Yûnis tobe kirin û a vay, yekî ji Yûnis hîn jî mezintir, li vir e!
33
Tu kes çirayê vênaxe û danîne cîhekî veşartî, an jî naxe bin çapê, lê belê wê dixe şimadankê ku, yên dikevin hundir, ronahiyê bibînin.
34
Roniya bedenê çavê te ye; ger çavê te qenc be, hemû bedena te jî dibe ronahî, lê belê ger çavê te xerab be, bedena te jî dibe tarî.
35
Bi vî awayî bala xwe bide ku, ronahiya di te de, nebe tarî!
36
Ger hemûya bedena te ronahî be û tu derê tarî tê de tune be, ew dibe wek ku çira bi şewqa xwe te ronahî dike, ûsa hemû ronî dibe.
37
Dema Îsa diaxifî, yekî Fêrisî rica ji wî kir ku, li cem wî xwarinê bixwe; ew jî çû û li sifrê rûnişt.
38
Lê belê gava yê Fêrisî dît ku, ji berî xwarinê, wî destê xwe li gor adeta wan neşuşt, ecêb ma.
39
Xudan jî ji wî re got: Hûn Fêrisî derveyê qedeh û sêniyan paqij dikin, lê belê hundirê we tijî şelandinî û xerabî ye.
40
Hey bêaqilno! Ma yê derve çêkirî hundir jî çênekiriye?
41
Lê belê ya qenc ew e ku, hûn ji tiştên xwe yên heyî xêran bidin, wê gavê dê her tişt ji we re paqij bibe!
42
Lê belê wey li we Fêrisiyan! Ji ber ku hûn deheka pûng, catir û hemû cureyên pincarê didin, lê belê hûn dev ji rastî û hezkirina Xwedê berdidin! Divê we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.
43
Wey li we Fêrisiyan! Ji ber ku hûn di keniştan de ji kursiyê pêşî û di sûkan de ji silav stendinê hez dikin!
44
Wey li we! Ji ber ku hûn wek wan tirbên nenas in, yên ku mirovên li ser wan digerin, bi wan nizanin!
45
Û yekî ji alimên zagonê, bersiv da û ji Îsa re got: Ya Mamoste, bi van gotinan tu me jî xerab derdixî!
46
Lê belê Îsa got: Wey li we jî, ya alimên zagonê! Ji ber ku hûn barên hilgirtina wan bi zehmet e, didin pişta mirovan û hûn bi xwe tiliyekî xwe jî nadin wan baran.
47
Wey li we! Hûn tirbên peyxamberên ku bi destê bav û kalên we hatine kuştin çêdikin.
48
Bi vî awayî hûn şahdeyiyê ji karên bav û kalên xwe re dikin û hûn wan rast dibînin, ji ber ku bavên we wan kuştin û hûn jî tirbên wan çêdikin.
49
Ji ber vê yekê, Zanyariya Xwedanî bi vî awayî got: Ez ê ji wan re peyxamberan û şandiyan bişînim; dê hinekan ji wan bukujin û hinekan jî bidin cefayê;
50
da ku, bila ji dema dinya çêbûyî ve, xwîna hemû peyxamberan ya ku hatiye rijandin, ji vê nifşê were xwestin;
51
ji xwîna Habîl, heta xwîna Zekerya, yê ku di neqeba gorîgeh û Perestgehê de hate kuştin; belê, ez ji we re dibêjim ku, dê ji vî nifşî were xwestin!
52
Wey li we alimên zagonê! Ji ber ku we rahiştiye nifta zanînê, hûn bi xwe ne ketin hundir û yên dixwestin bikevin hundir jî, we nehişt bikevinê!
53
Gava Îsa ji wir derdiket, alimên zagonê û Fêrisiyan, li ser pirr tiştan ji wî pirs kirin û wî dan tengahiyê;
54
wan xwe li ber vedabûn ku, bona bi gotinekê ji devê wî derdikeve, wî bixin kemînê.
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
Recommended Reading
Commentary
Luke Commentaries
→
Devotional
Luke Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→