bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 10
Luke 10
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 11 →
1
Piştî vê yekê, Xudan heftê şagirtên din jî hilbijart û wan du kes du kes, di pêşiya xwe de şand, her bajar û cîhê ku wî dixwest, ew bi xwe biçûya yê.
2
Û wî ji wan re got: Dexl zêde ye, lê belê pale hindik in. Ji ber vê yekê, li ber xwediyê dexlê ve bigerin ku, ew paleyan bişîne nav dexla xwe!
3
De herin! A vay, ez we mîna berxan dişînim nav guran.
4
Ne kîsik, ne tûr, ne jî çaroxan bi xwe re bibin û di rê de silavê nedin tu kesî.
5
Hûn têkevin kîjan malê, pêşiyê bibêjin: Bila dilxweşî li ser vê malê be!
6
Û ger mirovek hêjayî dilxweşiyê li wir hebe, dilxweşiya we, dê li ser wî bimîne; lê belê ger tune be, dê ew dîsa li we vegere.
7
Û di wê malê de bimînin, tiştên ku datînin li ber we, bixwin û vexwin, ji ber ku yê pale hêjayî heqê xwe ye. Ji malekê neçin ya din.
8
Û dema hûn çûn bajarekî û ger we qebûl bikin, tiştên ku datînin li ber we, wê bixwin.
9
Nexweşên tê de baş bikin û ji wan re bêjin: Serweriya Xwedê nêzîkî we bûye!
10
Lê belê li kîjan bajarê hûn bikevinê û ew we qebûl nekin, derkevin qadên wê û bibêjin:
11
Em wê toza ku ji bajarê we bi lingê me ve maye jî, li dijî we dadiweşînin, lê belê bizanin ku, Serweriya Xwedê nêzîkî we bûye!
12
Ez ji we re dibêjim ku: Wê rojê, dê rewşa Sodomê ji rewşa wî bajarî çêtir be.
13
Wey li te, ya Xorazîn! Wey li te, ya Beytsayda! Ger ev karên xurtî di nav we de hatin kirin, di Sûr û Sayda de bihatibûna kirin, wanê ji zû ve cilik li xwe pêçayî û di xweliyê de rûniştî tobe bikirana.
14
Lê belê di roja daraziyê de dê rewşa Sûr û Saydayê ji yê we çêtir be.
15
Û tu, ya Kefernahûm, ma tuyê heta ezmanan bilind bibî? Tuyê heta warê miriyan bête daxistin!
16
Yê ku guh dide we, ew guh dide min û yê ku we red dike, ew min red dike û yê min red dike, ew yê ku ez şandime, red dike.
17
Her heftê bi şahî vegeriyan û gotin: Ya Xudan, cin jî bi navê te, ji me re îtaet dikin!
18
Îsa bi vî awayî bersivê da wan: Min dît ku, çawa Îblîs wek birûskê ji ezmanan ket.
19
A vay, min rayedarî daye we ku, hûn pêlî mar û dûpişkan û hemû quweta neyaran bikin û dê tu tişt xesarê nede we.
20
Lê belê bi wê şa nebin ku, ruh ji we re îtaet dikin, lê bi wê şa bin ku, navên we li ezmanan hatine nivîsandin.
21
Di wê demê de Îsa bi Ruh ve kêfxweş bû û got: Ya Bav, Xudanê erd û ezman, ez ji te re şikir dikim ku te van tiştana ji yên bihîkmet û zanyaran veşart û ew ji zarokên biçûk re eşkere kir. Belê, Bavo, ji ber ku ev yek li te xweş hat.
22
Her tişt ji Bavê min, ji min re hatiye dayîn. Û kesek nizane Law kî ye, xeynî Bav û kesek nizane Bav kî ye, xeynî Law û yê ku Law bixwaze bi wî bide eşkere kirin.
23
Û wî berê xwe bi taybetî da şagirtan û got: Xwezî bi wan çavên ku wan tiştan dibînin, yên ku hûn dibînin!
24
Ji ber, ez ji we re dibêjim ku, gellek peyxamberan û qiralan xwestin van tiştên ku hûn dibînin, bibînin, lê belê wan ew nedîtin û wan tiştên ku hûn dibihîzin, bibihîzin, lê belê wan nebihîstin.
25
Û a vay, alimekî zagonê rabû, Îsa ceriband û got: Ya Mamoste, ma ez karim çi bikim ku, ez bibim mêraskerê jiyana abadîn?
26
Û Îsa lê vegerand û got: Ma di zagonê de çi nivîsiye? Tu çawa dixwînî?
27
Wî jî bersiv da û got: Tuyê ji Xudan, Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe û bi hemû hêza xwe û bi hemû aqilê xwe hez bike û ji cînarê xwe jî mîna xwe hez bike!
28
Îsa ji wî re got: Te rast bersiv da; tu vêya bike, tuyê bijî!
29
Lê belê wî xwest xwe rast derxe û ji Îsa re got: Ma cîranê min kî ye?
30
Îsa lê vegerand û got: Zilamek ji Orşelîmê daket xwar û çû Êrîhayê; ew kete nav destê rêbiran û wan wî tazî kirin, lêxistin û bi nîvkuştiyî dev ji wî berdan û çûn.
31
Rasthatinek bû ku, kahînek ji wir derbas bû; gava wî zilam dît, ji aliyê din re derbas bû û çû.
32
Bi vî awayî, gava yekî Lêwiyî jî hat wê derê, wî zilam dît, ji aliyê din re derbas bû û çû.
33
Lê belê gava yekî Samîriyeyî di wê rêya de derbas dibû, hat cîhê ku ew lêbû û gava wî zilam dît, dilê wî pê şewitî
34
û ew çû cem wî; zeyt û xemrê di birînê wî de dan û wan girêdan; zilam li heywanê xwe siwar kir, bir mêvanxaneyekê û li wî xwedî derket.
35
Û roja din du zîv derxist da xwediyê mêvanxaneyê û ji wî re got: Li vî mirovî xwedî derkeve! Û heqê her tiştên ku te bêtir li wî serf kir, gava vegerim, ez ê bidim te.
36
Bi te, ma ji van hersiyan, kî bû cîranê yê ku ketibû destê rêbiran?
37
Û wî got: Yê ku dilê wî pê şewitî! Îsa got: Tu jî here û wusa bike!
38
Gava wan rêya xwe didomandin, Îsa kete gundekê. Pîrekek bi navê Marta, wî qebûlî mala xwe kir.
39
Xwuşkeke wê bi navê Meryemê hebû, Meryem li ber lingên Îsa rûniştibû û guhên xwe dida gotinên wî.
40
Lê çi heye ku Marta bi gellek karî ve di teşqelê de bû; ew hat cem Îsa û got: Ya Xudan, ma hayê te jê tune ku xwuşka min ez di xizmetê de tenê hiştime? Ji wê re bibêje, bila alîkariya min bike!
41
Lê belê Îsa bersiv da û got: Marta, Marta! Tu xema gellek tiştan dixwî û bi wan teşqelê dikî;
42
lê belê tenê hewca tiştekî heye û Meryemê para qenc ji xwe re bijartiye, ya ku dê ji wê neyê stendin!
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24