bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Luke 4
Luke 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 5 →
1
Îsa bi Ruhê Pîroz ve tijî bûyî, ji Urdunê vegeriya û ji aliyê Ruh ve berbi çolê ve hate şandin.
2
Ew çel rojî, ji aliyê Îblîs ve hate ceribandin. Wî di wan rojan de tiştekî nexwar û gava ew rojan derbas bûn, ew birçî bû.
3
Û Îblîs ji wî re got: Ger tu Lawê Xwedê yî, ji vî kevirî re bibêje, bila bibe nan!
4
Û Îsa bersiv da wî û got: Hatiye nivîsandin ku: Mirov tenê bi nan ve najî, lê belê bi her gotina Xwedê!
5
Û Îblîs wî derxist ser çiyayekî bilind û di hilmekê de hemû welatên rûyê erdê nîşanî wî da.
6
Û Îblîs ji wî re got: Ez ê hemûya vê rayedariyê û mezinahiya vana bidim te; ji ber ku ev ji min re hatine dayîn û ez bixwazim, dilê min ji kê re bixwaze, karim bidim wî.
7
Niha ger tu li ber min secde bikî, dê hemû bibin yên te!
8
Û Îsa bersiv da wî û got: Hatiye nivîsandin ku: Tuyê ji Xudan, Xwedayê xwe re peristinê bikî û tenê ji wî re qûlitiyê bikî.
9
Û Îblîs wî bir Orşelîmê û danî ser birca Perestgehê û ji wî re got: Ger tu Lawê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê;
10
ji ber ku hatiye nivîsandin: Ew ê di derheqê te de ji milyaketên xwe re, bona ku te biparêzin emir bike
11
û: Ew ê te li ser destên xwe ragirin, bona ku tu lingên xwe li kevirekî nexe.
12
Û Îsa bersiv da û ji wî re got: Tuyê Xudan, Xwedayê xwe neceribîne! hatiye gotin.
13
Û dema Îblîs hemû ceribandinên xwe qedand, bona demekê ji wî dûr ket.
14
Û Îsa bi quweta Ruh ve vegeriya Celîlê û li hemûya herêmê nav û dengê wî belav bû.
15
Û wî di keniştên wan de dida hînkirinê û hemûyan pesnê wî didan.
16
Û ew hat bajarê Nisretê, ya ku ew li wir mezin bûbû; li ser adeta xwe, di roja Sebtê de kete keniştê û bona xwendinê rabû ser pêlan.
17
Û pirtûka Îşaya peyxamber dan wî û gava wî pirtûka li hev pêçayî vekir, wî cîhê ku tê de ûsa hatibû nivîsîn dît:
18
Ruhê Xudan li ser min e; ji ber, bona ku ez Mizgîniyê ji xizanan re waz bidim; wî min mesh kir, wî min, bona ku ez ji dîlan re azadbûnê û ji koran re vekirina çavên wan bang bikim, bindestan bighînim xelasiyê
19
û bona ku sala Xudan ya meqbûl bidim bang kirin, şandiye.
20
Û wî pirtûkê li hev pêça, wê da destê berdestî û rûnişt; çavên hemû kesên ku di keniştê de bûn, li wî bûn.
21
Û wî dest pê kir û ji wan re got: Îro ev nivîsîna ku we bihîstin, hat cîhê xwe!
22
Û hemûyan bona wî şahdeyiyê dikirin û bi gotinên wî yî bixêr, yên ku ji devê wî derdiketin ecêb mayî diman û digotin: Ma ev ne lawê Ûsiv e?
23
Û wî ji wan re got: Bi rastî hûn ê vê methelokê ji min re bibêjin: Ya hekîmo, ka xwe bi xwe qenc bike! Ka wan hemû tiştên me bihîstine, yên ku te li Kefernahûmê kirine, li vê derê jî, li nav welatê xwe jî bike!
24
Û Îsa got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Qet peyxamberek di welatê xwe de nayê qebûl kirin.
25
Lê belê ez ya rast ji we re dibêjim ku: Gellek jinebî di rojên Êlyas de li welatê Îsraêlê hebûn, çaxê ku ezman sê sal û şeş meh hatibû girtin û di hemûya welat de xelayeke mezin rabûbû
26
û Êlyas ji wan tu kesî re nehat şandin; tenê ji Sarefata li warê Saydayê, ji jinebiyekê re hate şandin.
27
Û gellek kesên bi cizamî di dema Êlîşa peyxamber de li welatê Îsraêlê hebûn û ji nav wan ji Naamanê Sûrî pê ve qet kesekî din nehat paqij kirin.
28
Û dema kesên di keniştê de van tiştan bihîstin, hemû bi hêrs ve tijî bûn.
29
Û ew rabûn ser xwe û wî ji bajêr ve derxistin derve û birin ser keviya çiyayê ku bajarê wan li ser hatibû avakirin ku, bo wî ji wê derê bavêjin xwarê.
30
Lê belê ew ji nav wan ve derbas bû û çû.
31
Û ew daket Kefernahûmê, ya ku bajarekî Celîlê ye û di roja Sebtê de ji wan re fêr dikir.
32
Û ew bi hînkirina wî ecêbmayî man; ji ber ku gotina wî, bi rayedariyê ve bû.
33
Û di keniştê de zilamek hebû û ruhê cinekî xerab di wî de bû û wî bi dengekî bilind kir qêrîn û got:
34
Ya Îsayê Nisretî, me berde! Ma tu çi ji me dixwazî? Ma tu bona tunekirina me hatiyî? Ez dizanim tu kî yî, tu Pîrozê Xwedê yî!
35
Û Îsa emir da wî û got: Devê xwe bigire û ji wî derkeve! Cin wî mirovî di nav hemûyan de avêt erdê, ji wî derket û xesarekê neda wî.
36
Û hemû ecêb man û di nav hev de axifîn û gotin: Gelo ev çi gotin e, ji ber ku ew bi hêz û rayedariyê emir dide ruhên xerab û ew jî derdikevin?
37
Û nav û dengê wî, li her derê wê herêmê belav bû.
38
Îsa ji keniştê derket û çû mala Şîmûn. Xwesiya Şîmûn bi tayekê giran ketibû û ji bo wê li ber wî geriyan.
39
Îsa li ber serê wê sekinî û bi tayê ve pekiya û ta ji wê çû û pîrek hema rabû ser xwe û xizmetê ji wan re kir.
40
Û gava roj çû ava, hemûyan nexweşên xwe, yên bi nexweşiyên tewr bi tewr ketibûn anîn cem wî; Îsa jî destên xwe danî ser her yekî ji wan û wan baş kir.
41
Û ji gellekan jî cin derdiketin, dikirin qêrîn û digotin: Tu Lawê Xwedê yî! Ew bi wan ve dipekiya û nedihişt ku bibêjin, ji ber ku wan dizanîbûn ku ew Mesîh e.
42
Û dema bû roj, ew derket û çû cîhekî tenha; gel jî li wî digeriyan û hatin heta cem wî û wan dixwestin bi wî bigirin ku wan bernede û neçe.
43
Lê belê Îsa ji wan re got: Divê ez Mizgîniya Serweriya Xwedê bidim bajarên din jî, ji ber ku ez bona vê yekê hatime şandin.
44
Û wî di keniştên Celîlê de waz dida.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24